97448. piraniya kurdên tirkiyê vê mezhebê dişopînin. lê pir ne mimkun e ku meriv bigihije agahiyên 'amelî ya vê mezhebê. geh ne li çavkaniyên çapî ne jî li înternetê. ji bo agahdarkirinê meriv dikare çend nivîsên tevlihev û dûr û dirêj dest bixe. lê ew ne pratîk in û alî nake ew kesên ku dixwazin dest bi mesela nimêjê bike. heke li dora we dîndareke şafiî tune be, gengaz e ku hun ê têkevin riya hanefiyê. ji ber ku gelek çavkaniyên wan ên ji bo rêdan û hînkirinê hene û bi sîstematîkî, bi tablo û şemayan, di kîjan wextê de çend rekat, di kîjan rekatê de kîjan duayê tê xwendin, rêzên duayan, ferqên ferz û sinet û qezeyan, xwendina tizbiyan rê didin, hwd. |
|
06.06.2013 16:08 |
endazer
|
97452. Wek mezhebên din (bi rastî li gor quranê sosyalizm/kominizm herwiha mezheb jî dîn in) însanan ji rebtiya xwedê bidûr dixe û wana dike bendeyên mela û dewletan. |
|
26.06.2013 22:46 |
simurg56
|