Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 20 peyam
pirsgirêka ku jin û mêrên kurd navên hevûdu hilnadin - tirşik
pirsgirêka ku jin û mêrên kurd navên hevûdu hilnadin
(10) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. pirsgirêka ku li cem me di nav malê de nîne.. bavê min ji diya min re dibêje heyvê an heyvok navê diya min heyvxan e û diya min jî ji bavê min re dibêje hemed navê wî di nasnameyê de mehmet e.. carinan ji bo hev navên wek jinê û mêro jî bikar tînin..



05.09.2013 18:52 | endazer

2. pirsgirêka ku li mala bavê min %50 hatiye çareserkirin. diya min bi navê bavê min gazî lê dike lê bavê min sed navên erênî û neyênî yên ku patenta wan aîdê wî bixwe ye, gazî li diya min dike.

li mala min xwe pirsgirêkeke wisa tune. heta pirsgirêkek berevajî heye. tê gilîkirin ku çima bi peyvên din gazî lê nakim. we fêmh kir *



05.09.2013 21:10 | simurg56

3. pirsgirêka ku wekî gelek malên kurdan ku di nav mala me de jî heye. ji ber ku gelek keç û kurên kurdan di temenekî biçûk de bêyî dilê xwe dihatin zewicandin şerm dikirin ku ji hev re navê hev hildin.li gel mala me gelek jin û mêrên cem me bi navê "min go" an jî "hşş" ba hev dikin. wekî: "min goo, te îro lawik bir xestê?" "hşş, ka şîva min hazir ke.."



06.09.2013 17:16 | înano lo

4. li gorê derûniya dê û bavê min gazikirin diguhere.lê yê neheq bavê min e ew dest pê dike diya min jî li şopa wî diçe û em jî bi wan dikenin.



06.09.2013 20:17 | gulan

5. cînarekî me hebu ji jina xwe re digot "min go" û "min go".



10.10.2013 22:36 | çukko

6. babê min dibê 'herê' dayika min dibê 'kuro', bes van heyamên dawî bi pêla azadiya jinê dayika min bi nav bangî babê min dike.. ka bila pêlek jî bo azadiya mêran rabe..



11.10.2013 00:31 | gordereş

7. xîtaba herî adilane ya min dîtî 'shirîk' e, ku mam û jinmameke min gava ne di sher de bin pê bangî hev dikin..



11.10.2013 00:33 | gordereş

8. sebeba "lolo" buyîna navê bavê min û "lêlê" buyîna navê dîya min.



21.12.2013 11:45 | xurufi

9. li gundê me ji wek adet e ku jin û mêr dema bang li hev dikin dibêjin 'ne!'. tiştek ecêb e *



21.12.2013 23:09 | ozmoz

10. BAVÊ MIN TENê BI PEYVA "KEÇê" DIBAKE DIYA MIN.



21.01.2014 21:04 | xendekî

11. Bavê min, ji ciya min re dibe xanim, an jî keçê û ciya min jî, ji bavê min re dibê ewko



21.01.2014 22:13 | seydayê_peyvan

12. erê pirgirêkeke wisa heye.
ez dibêm li ser vê yekê meriv dikare lêkolîneke sosyolojîk bike..
ji ber ku ev problema hanê, (erê bi ya min problemek e) problemek e civata me ye wek ji wan problemên civakî..
bûkÊn teze ber xasî û xezûrê xwe şerm dikin bi navê mÊrê xwe gazî bikin. loma jî wek kuro gazî dikin.
çaxa ku behsa mêrê xwe dikin jî, navê wî wek ''ewa, ewÎ, wÎ..'' bilêv dikin.

mînak:
-ca gazÎ wÎ ke, em ê rabin..

di nava mala me da cîya min va bavê min jî hine cara bi navê hev va gazî hev dikin lê hine caran jî wek qîzê û kuro gazî hev dikin.
meriv dikare qîzê û kuro yê jî wek normal bihesibîne lê 'hşşt' 'hoo'' ''ee' evna normal nîn in.



28.08.2017 12:45 | bûtîmar

13. Li wê meseleyê kurd û koreyî ji hewdû terin.
Li koreyê jî jin navê mêrên xwe nabejin. Şûna wê
~ ûri adil aboji ("bavê zarokê me")+
~ ûri cib saram ("mêrê mala me")
~ yobo (wê peyvê mer jî dibejin)
~ tanshin ( ew peyv tet mena "tû" lê nabe tû ji kesên din re bêji tangshin. )
...



28.08.2017 17:40 ~17:41 | cinorek

14. li sêwregê gihiştiye radeyek zêdetir.
berî demekê, nexweşek hat, min aciziya wî jê pirs kir. got li qûna min birînek heye, jixwe ev demek bû heye lê berî çend rojan zarok pê lîstin, xerabtir bû. kenê min hat lê min belî nekir. min ji xwe re got ev ehmeq çki dibêje, ma qûna wî pêlîstoka zarokan e ku dide destê wan.
piştî ku nexweş derket, sekretara min got xoce, li vir mêr ji bo jina xwe dibêjin "zarok". gelek şaşwaz bûn.
piştî vî nexweş î, çend carên din jî rastî vê ecêbê hatim.
dîsa rojek zilamek hat, jina wî û zarokekî wî jî li rex bû. min xêr e, çi aciya te heye. got, ez ne nexweş im zarok nexweş e. min got, ez li zarokan nanêrim here doktorê zarokan. dîsa sekretera min ket navberê û got "xoce behsa jina xwe dike."

welhasil, li sêwrekê berdin gotina navê jina xwe, nabêjin "jina min" an jî "keçê" fîlan jî.



08.09.2017 21:09 | simurg56

15. (bnr: keçê)



09.09.2017 18:51 | elaziz izzetpasa camii

16. Ev bi salane ez dibihîzim e û hê jî ku her car dibihîzim bi xwedê metal dimînim. Zarok çiye law. Berê gelek kêm bûn. Lê her ku diçe hejmara wan zêde dibe. Insaallah dev jê biqerin. Yanî wilo hêwî dikim. Çimkî gelek hêrsa yekî dirake.



09.09.2017 19:03 | rûbar

17. pirsgirêka ku jin û mêrên kurd navên hevûdu hilnadin/101729 eynî meseleya hanê re ez jî şahid bûme, hevalekî min heye ji sirûca rihayê ye. ew jî dewsa navê jina xwe "zarokên me" dibêje (bi tirkî: bizim çocuklar) min jî meraq kir jê re pirsî "çima usa dibêjî" ew jî got "em navê jina hilnadin devê xwe şerm e loma cihê navê jina zarok dibêjin"

îhtimaleke mezin li Rihayê usa tê gotin.



09.09.2017 22:16 | mîr

18. (bnr: lawo destê min berde)
(bnr: keçê destê min berde)
(bnr: lo berde)



12.09.2017 13:29 | cûndûllah el-kurdî

dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» pirsgirêka serjêkirina heywanan ji aliyê jinan ve
» jinên bi heft mêran dizewicin
» mêrên keçel
» kurdîstan a sor û bêdengîya rêxistinên kurd
» navên kurdî yên unîseks

Kategoriyên mijarê:: jiyan tekili
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî