Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


17 mijar û 23 peyam
cudahiya şemitîn û çerixînê - tirşik
cudahiya şemitîn û çerixînê
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. li herêmên din jî wisa ye yan ne wisa ye nizanim lê li qoserê dema mirovek bişemite û bikeve erdî em jê re dibêjin çerixî lê eger tenê bişemite yanî nekeve erdî em dibêjin şemitî. yanî çerixîn=şemitîn+ketin



07.01.2022 00:56 | keyomerd

2. Li ferhengê ji bo çerixînê gotine li dora xwe zîvirîn. Ji bo şemitandinê jî gotine şemitandin. Li bakur rojavayê mêrdîn, her du peyv jî bo şemitandinê tê bikar anîn. Lê birastî ji bo çerixîn li dora xwe zîvirîn bi mentiq e, çikû dibe ji peyva çerqê hatibe ku wek tê zanîn çerq li dora xwe dizîvire. Lê zêde bawerî bi ferhengan nayê.



07.01.2022 20:01 | tîrêj zana 21

3. Li ba me eger kes bikeve jî nekeve jî em şemitî bikar tînin. Peyva çerixînê jî min zêde nebihîstiye lê di binhişê min de jî wek "li dora xwe zivirîn" maye.



08.01.2022 11:07 | xabûrî

dengdanên dawîn (yên din..)
mêrê ku ji jina xwe re taştê amade dike û dibe ser nivînan [20]
Li gundê me xendekê xalê reşîd hebû, du zarokên wî li ...
dopamîn [1]
Di kesên şîzofrenîk de ew norotransmîtter bilind dibe, ew jî d...
sendroma kluver-bucyî [1]
Sendroma ku ligel Atrofiya bîlateral a amîgdalayê herî kêm bi ...
sendroma eisenmenger-î [1]
Xwîna paqij û lewitî di dil de li nav hev nakeve lê car caran berevajî...
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Hozan Dîno- Neçe Dûr

(stur: hozan dîn...
belki ev jî bala te bikişînin
» cudahiya denghatin û bihîstinê

Kategoriyên mijarê:: zimanpeyv zimanpeyv zimanpeyv kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî