Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


17 mijar û 23 peyam
the time machine - tirşik
the time machine
(3) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. min çend roj berê xwend. romanekê efsane ya h. g. wells e. wergera ithaki bû û helbet ne kurdî bû. dema ez û kekê min qala van mijaran bikin em dibêjin demmaşîn bo kurdiya wê.*

erê honaka zanistî ye lê mirov dikere yekser tevlî nav romanên dîstopya jî bike.

di sala 1895ê de hatiye weşandin. ji aliyê mijarê ve:

mêrikek bi navê rêwiyê demê heye û bi makîneya xwe diçe sala 802,701 a piştî zayînê. û dibîne ku nakokiya nav çînên hejar û zengînan hingî mezin bûye ketiye rewşa werarê. arîstokrat hingî xwîna hejaran mêtine û hemû karên nebaş û qirêj û tevlîhev û hwd li wan dane çêkirin, ji wan re tu karên kompleks û giran nemaye û ew bi vê rehetiyê di nav demê de dibin "xweş, tendurist" lê ji aliyê bîr û hişê ve dibin mîna zarokên 6-7 salî. û pileyekê bilind a ehmeqî jî tevlî hebûna wan dibe. û hejarên karker ên li bin axê hatine veşartin, ji ber werarê dibin cinawirên goştxwir, nikarin derkevin bin ronahiya tav û heyvê. ên li jor jî tenê giyaxwir in. û arîstokratên ku hejaran têxistibûn bin axê, (belkî şaş tê bîra min lê ew bi xwe wan tenê bi goştê babûn têrkirin lê) bi werarê ew pir nazik dibin û ji aliyê bedenî ve jî diqûlpin forma zarokan. û li ser rûyê erdê heywan namînin. pirsgirêk: wê ew karkerên cinawir xwe bi çi têr bikin?

wekî we jî fêm kir, nivîskarê hêja ketiye bandora teoriya werarê û di nav rûpelan nêrîn û tespîtên leheng carcaran dişibin/dibin analîzên teoriya werarê yên charles darwin.
ji xwe re bixwînin.



19.10.2022 20:33 ~20:48 | biruya hayao miyazaki

2. xuya ye fîlma the man from earth yekser ji vê pirtûkê îlhamê girtiye ji aliyê xebitandina demê ve. lê hinekî din gengaztir kirine û jiyana mêrik kirine hezaran salan.*

di heman fîlmê de jî mîna romanê, heval û hogirên lehengê sereke dicivin ku her yekî di warekî zanistê de pispor in. rewiyê demê jî xîret dike ku serpêhatiyên xwe yên paşerojê/sala pz. 802,701/ ji wan re vebêje û wan qanih bike.

û her du berhem jî bi bêencamiyê xelas dibin.



21.10.2022 22:50 ~22:55 | biruya hayao miyazaki

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
mêrê ku ji jina xwe re taştê amade dike û dibe ser nivînan [20]
Li gundê me xendekê xalê reşîd hebû, du zarokên wî li ...
dopamîn [1]
Di kesên şîzofrenîk de ew norotransmîtter bilind dibe, ew jî d...
sendroma kluver-bucyî [1]
Sendroma ku ligel Atrofiya bîlateral a amîgdalayê herî kêm bi ...
sendroma eisenmenger-î [1]
Xwîna paqij û lewitî di dil de li nav hev nakeve lê car caran berevajî...
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Hozan Dîno- Neçe Dûr

(stur: hozan dîn...
belki ev jî bala te bikişînin
» the act of killing
» time to worship / peyva pîroz

Kategoriyên mijarê:: huner weje huner weje huner weje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî