15. teorîya ez pê bawerî tînim û raste em mirov ji ajalan hatine çewa? ev tişt hişê meriv nagre wekî nepêkan xuyabike jî pêkane lê hişê meriv vî tiştî nagre helbet di rojek du rojande nebûye şert û merc li gorî ku jiyan bibe bi tesadufî be jî bûye bifikirin çend sal emrê kaînatê wê hebe? bê dawî vaye çend sale heye bê dawî? an bi dawî lê hişê meriv nagre, îro kurmê ji dara çêdibin, an yên ji termekî çêdibin,yên ji di zikê fêkî û mêweyande çêdibin şert merc li gorî bûyîna wane ewjî di afirin/dibin, kurmikê qozê werivandina wî li ber çave.. vî tiştî kes înkar nake guherandinek heye di jîndarade şert û merc yanî mesela radyasyon û tiştek wisa hebe zarokên meriv bêguman bi awakî ewê hinek biguherin.. (niha eleqeya wî pê tune ev tişt hat hişê min ji kerê û histirê hesp çêdibe an dibe ji kere û hespê hêstir çêbibe ev çi meseleye min fehm nekir..) yanî salên berê nizanim çend milyar sal berê jibû jiyanê şert û merc hebûyê û guherandin hebûye, kesên bibêjin meymûn çima niha naguherin? niha rewşa cîhanê ne wekî hezar sal berêye(küresel ısınma û filan) dev ji milyar salan berdin,... îtîraf bikin hûn ji meymûna hatine pêxemberê me dibêje "yê eslê xwe înkar bike ne jimeye" ji kerema xwere înkar nekin * |
|
06.04.2016 01:33 |
shorbevan
|
16. (bnr: mîtokondrî) |
|
25.04.2018 02:43 |
endazyar
|
17. teoriyeke hem bi zanistê fîzîkê ve hem bi zanistê kîmyayê ve hem jî bi zanistê erdnîgariyê ve li hev hatiye, bi wan re ahengdar e. |
|
27.04.2018 15:58 |
endazyar
|
18. teoriya ku raste. teoriya werarê teoriya ku mirov ji adem û hewa çêbûne derewand. mirov ji meymûnan çêbûne. gelek mirov ji ber baweriyên xwe yên dînî nikarin vê teoriye qebûl bikin, dixwazin bawer bikin ku allah adem û hewa bi şiklê mirovên îroyîn çêkir tevî kîr û qûz û daniye ser topa dinyayê, yanî teoriya werarê ne îslame, û: |
|
27.04.2018 16:58 |
hola êzîda
|
19. Mijara ku buye sebep ku hola êzîda dîsa dev biavêje îslamê û dîsa tirşîkê provake bike. |
|
27.04.2018 20:17 |
azad30
|
20. mijara ku buye sebeb ku azad30 dev biavêje hola êzîda jiber wî gotiye gelek bawermendên îslamê ji ber sebebên îslamî teoriya werarê qebûl nakin. ê ma qey derew e? û ne tenê hinda misilmana ev tişt heye, mesela ba xaçparêzên jî heye. Li amerika nîvê civakê red dikin. Ji bo propaganda xwe bikin creation museum vekirin. û gava ev tişt tê gitin, çima xaçparêzek ranabe û navêjin „yaw hûn dev diavêjin xacparêziyê“? |
|
28.04.2018 21:48 |
hola êzîda
|
21. (bnr: kurdobacteria) |
|
09.08.2018 18:29 |
mirovekirind
|
22. teoriya ku roj bi roj di aliyê zanistî de dibe yekane ravekirina jiyana li ser rûyê dinyayê. ez dixwazim di vê nivîsê de li ser çend rexneyên şaş ên ku li hember vê teoriyê tên kirin bisekinim. di gerdûnê de her atom bibe amînoasîdek û ji destpêka gerdûnê, ji roja big bangê heta niha her saniye pêkanîna vê amînoasîdê biceribîne, dikare 10^80 x 10^18= 10^98 ceribandinan bike. ev tê wateyê her atoma di vê gerdûnê de bi dil û can hewl bide proteînek wisa pêk bîne, dîsa jî nikare. bihêlin karîna vê gerdûnê, li gorîî vê hesabê bi katrilyonan gerdûn jî biceribînin dîsa nikarin. (katrilyonek gerdûn dikare tenê 10^98 x 10^15 = 10^113 ceribandinan bike) heval gellek tiştên tevlihev nivisiye ku ez naxwazim ji nû ve wan hejmarên dirêj li vir binivîsim. lê teknîkeke ku sedîsed li dijî matematîkê ye. lewra di pêkhatina îhtîmalan de qala "demê" kirin argumanekî afirînerîparêzan e û ne rast e. lewra îhtîmala çêbûna tiştekî ji milyonî yek be ev nayê wê wateyê ku wê ev tişt piştî mîlyon ceribandin çêbe. nayê wê wateyê ku wê çêbe û nayê wê wateyê ku wê hîç çênebe jî. tenê îhtîmala pêkhatina wê dibêje. em şaşiya wê argumana şaş bi mînakek din bibêjin da ku baştir bê fehmkirin. wexta ku meriv pereyekî hesin bavêje hewayê îhtîmala wî ya tûra an jî nivîsê ji 2an 1 e. lê ev nayê wateyê ji bo ku ev îhtîmal pêk were tu pere du caran bavêjî. tu tenê carekî jî bavêjî wê ji herdûyan yek pêk were yanî di carekî de! û dibe ku heta qiyametê jî wî perê bavêjî hewayê û her carê dîsa nivîs were. îhtîmala 1/2 tenê ji bo carekî ye, wexta ku te xwest îhtîmala dû car pereavêtinê hesab bikî lazim e ku tu wan li hev bixî yanî 1/2×1/2 ye her wekî tişta ku heval li jor jî qal kiriye ev e lê bi awayekî şaş daye pêş xwîneran tişta ku heval qal dike li ser hev ceribandina vê îhtîmalê ye û wer xuya ye bi lîstikên aqil dixwaze berê me bide mecrayên şaş* tiştekî wisa tune hevalno teoriya werarê bi van agrumanên şaş ên weke îlluzyonê ne têk naçe û hebûna îhtîmalekî tenê vê yekê isbat dike, eger îhtîmal hebe wê ew tişt muheqqeq çêbe û ji xwe heval li jor ji bo çêbûna amînosîtê ku ji ber xwe ve çêbe îhtîmala wê çî ye destnîşan kiriye. yanî îhtîmal heye û herhal ku îhtîmal hebe îmkan jî heye û helbet wê rojekî çêbûna. |
|
02.12.2019 21:38 ~23:46 |
ceso
|
23. Teoriya pêk hatina werarê ravedike ye. Charles darwîn sala 1859 da avêtiye holê. Ji ber ku Ji bo çewt kirina vê teoriyê tu delîlên zanistî nehatiye dîtin, îro jî derbasdar e. Ger rojekî bi delîlên zanistî were çewt kirin, wê demê "teoriya werar"ekî din çê bibe. Wek her teoriyên zanistî, heta were çewt kirin, rast tê qebûl kirin û beşên zanistê gorî qebûl kirina vê teorriyê tên avakirin. |
|
06.09.2022 20:53 |
pêşewa
|
24. Werar ew teorî ye ku dibêje, cureyên zindîyan bi demê re pêş dikeve û sedema şibîna cureyan jî ji ber hemû zindî ji heman pêşîyê (bavik) çêbûne. Ger mînak bidin, pêşiyên mirov û şempanzeyan heman bûn û bi demê re, ji ber sedemên xwezayî ev her du cure ji hev cuda ketine. |
|
18.02.2024 15:26 ~15:28 |
yûsiv
|
tirşik agahdarî [1] |
|
tirşik v3.0 [1] |
|
tehdîdên kurdî [2] |
|
horhorik [2] |
|
toksîkolojî [1] |