15. helbestkarê ku herî xweş bîrayê vedixwe. dost, bav û hevriyek e. canik û camêrên ku dibêjin dibêjin zimanê kawa nayê fam kirin, zimanê çêkirî dixebitîne, ji keremê xwe bidin wî alî. ma kawa qîma xwe tenê bi wan 200 gotinên ku hûn pê dizanin bîne, dibe xwene? lo law, ma kurmancî tenê ya mala we ye ku hûn van gotinên zirtokî dikin. helbestên ku kawa nivîsîne, xebatên ku wî kirine li meydanê ne. paşxane, çavkanî û kelepora wî jî li ber çav e. îjarê ev çi çewçew e. hûn hê jî di wî aqilê xwe yê sava de ne û ji we tirê ku tiştên nayên fam kirin xerab e. melayê cizîrî û ehmedê xanî jî bi derbekê nayên fam kirin û ji xwe ne ji wan ferhengokan be dê qet neyên fam kirin. lê em wan dikin taca serê xwe û wek qorzîberekê dihesibînin. kawa di helbesta kurdî de qonaxek e, kurt û kurmancî, kiş û mat. |
|
24.08.2013 22:24 ~2021.05.20 18:12 |
înano lo
|
16. bi "serkîsoff"a xwe deng daye li deştên dipdirêj. |
|
24.08.2013 22:45 |
terkexem
|
17. Ger ku hinek di rojekê de xwe di ser dirîkan re bişemitîne û wî wergerînin kurmancî soz ezê berhemên wî gişka li ser hev bê navber-tevî wergera- û bê nefes bixwînim. |
|
25.08.2013 00:17 |
ferecazad
|
18. 5. mîn zaravaya kurdî ye...hema tenê bixwe jê fehm dike.. modernîstê jixwebawer e... |
|
16.09.2013 09:04 |
kormişk
|
19. ew kesên li jorê der heqê kawa da tiştên "eblogeblo" dinivîsîn hûn belkî biqirqisin xwelîserno! kejê xanim îja tu çi dibêjî! çawa ji xwe jî nizane çi dinivîse? qasê pûrta serê te rûpel nivîsiye û wergerandiye. şerm e ku tu vê zêdegaviyê dikî. |
|
24.09.2013 01:54 |
nîgarvan
|
20. Gula cimaeta ye Kawa. kesên ku zimanê wî yê rengîn re tiştine neçê gotine çavnebarî kirine. yên ku du helbestên wî nexwandine tên li vir bi ser re ber re xeber didin. hela herin li wergera hamlet vegerin. zimanê wî yê resen binêrin. hemû gotinên wî li deverên cihêreng yên xaka kurdistanê tên xebitandin. îja jiber ji hemû devokan sûd werdigre, hinekan re zimanê camêrî giran tê. |
|
24.09.2013 02:12 |
serhednişîn
|
21. kurdekî îrlandi û angilosaksonê an/yan ji seydaye ber ku serhedîye * |
|
24.09.2013 10:53 |
hozanagirîn
|
22. helbestvanê ku min îro dît e. berçava wî çi xweş bû. heke ez siwar nebûma min ê gotibayê "keka berçavka xwe nadî min?" . her tişt li alîyekî ji dil û can dibêjim ji bo zimanê me salên dirêj pêwist û girîng e. bi rastî jî. |
|
24.09.2013 17:19 |
pisika şîr rijandî
|
23. Helbestkar,wergêr, çîroknûs, edîtor, şanoger, dost... |
|
24.09.2013 21:58 |
mem zînistanî
|
25. Ji nemir bûna Kurdî bi dil û can dixebite... |
|
25.09.2013 09:00 |
hemedeli
|
26. (bnr: popûlertirîn nivîskarê tirşikê) |
|
25.09.2013 11:14 |
brusk56
|
27. kurdî bûye kêranek û ketiyê. emrê xwe li ser kurdî dike. şayanÎ pîrozkirin û çepikan e |
|
12.10.2013 12:46 |
eznelomeezleme
|
28. dengê wî ji deşta îdirê rabuye û xwe ber bi deşta wêjeya cîhanê daye...kar û xebatên wî û ew bi xwe bi helbestên xwe ve,wek paşnavê ji dîroka qewmê xwe yê çiyayî hilgirtî ve, nemir e! |
|
12.10.2013 12:57 |
mem alan
|
29. îlamkirî ye êdî, nemir e namire, bêberg jî bimîne taze çû bêmerg e, hê gotinên wî hene.. bi xorayî ji gilgamêsh dest neavîte wergêranên xwe yên xef û yên xweliyê bi serê alema xwînerên xwe ve direshînin.. bila her hebe xwediyê wan helbestên ku bi bêdengî û tishtên din ve fetleke romantîk ketê.. |
|
12.10.2013 14:19 |
gordereş
|
tirşik v3.0 [2] |
|
tehdîdên kurdî [3] |
|
îtîrafên tirşikvanan [1] |
|
tirşik agahdarî [1] |
|
horhorik [2] |