54. Zimanê min e. |
|
28.03.2019 19:32 |
brzn
|
55. ez ne di wê baweriyê de me ku zimanê me zimanekî xurt e. dibe ku dewlemend be lê xwedan alozîyeke gelek mezin e ku kurd nayînin ziman. Mixabin rastî ev e. hê ferhengeke pak a vî zimanî tune. zimanekî ku kurdî-kurdî xwedî ferhengekê nebe, çi xêra wê heye. ji we dipirsim. bi hezaran peyv di bin guhê hev ketine lê hêz û qeweta wan nizm e carna ji ber gelek sedeman heta wateyekê hildigirin ser xwe bi dehan sal ser rew derbas dibe. qet ji rewşa heyî ya zimên memnûn nînim û bes êdî dewlemedîya zimên bila li ser dik be. |
|
29.03.2019 00:13 |
serhednişîn
|
56. Zimanê ku ji bo apohêz ( apoîst ) ango wek gotina wan apocîyan , ne girîng e.Ji bo wan çiqas diqêrî biqêre guhê xwe zimanê kurdî girtin e.Dema ku tu dibêjî ziman hebûn e , ew dibêjin ya girîng "partîdîr heval". Bi zimanek "biratîya gelan" û bi zimanek "sosyalîst" diaxifin ku tirk qet ji wan bawer nakin e. |
|
04.06.2019 00:27 |
brzn
|
57. tu carî ji kurdiya xwe kêfxweş nebûm, her tim wek di destpêka hînbûnê de me. çewtiyên rêzimanî, wateyên kêm an jî bêhna hevokên wergerî jê kêm nabin. lê di demên dawî de tu yê bibêjî qey kurdiya min paşve diçe û nikarim wê bisekinînim. her ku diçe xira dibe. * |
|
01.12.2019 22:11 ~22:12 |
biruya hayao miyazaki
|
58. Derûniya ku entrya di roj de hatî gotin, ez bixwe jî hindek caran dikevim Evê derûniyê. |
|
01.12.2019 22:16 |
ferhenga şikestî
|
59. Zimanê gelê Kurd.Ez jî nû perwerdehî dibînim û dizanim gelek xeletîyên min hene.Bi taybetî alîyê rêziman da.Mixabin ez û kesên mîna min ji bo vê zimanê can diavîjin lê ev ziman zimanê me hemûyan xema kurdan da nîn e.Roj bi roj winda dibe û dimire lê em dubare dikin heyanî kesên wek me hebe ev ziman jî ê hebe ! Em nahêlin bimire! |
|
02.12.2019 00:54 |
mêrxasê serhedê
|
61. ez im ez!! ez bi kurdî bêtir ez im. bêtirîn. ez im welhasil. ew ê ku tirkî qise dike yeke din e. hino hino dibim şîzofren bawerke. sps. |
|
26.12.2019 00:59 |
xwelî li ser
|
62. Zimanê kû li gor pir buna peyvan di gerdûnê de di |
|
11.01.2020 14:47 |
tîrêj zana 21
|
63. zimanê ku kurd jê hez nakin û jê direvin. Bi taybetî jinên kurd. |
|
12.02.2020 01:22 |
dijber
|
64. di zimanê kurdî de (zaravayê soranî ne têde) problema herî mezin hevok e, belê ji bo min aniha mezintirin gelemşe hevok e. |
|
12.02.2020 14:37 ~14:55 |
ferhenga şikestî
|
65. Zimanê ku dayika min ji bilî wî bi ti zimanî nizane lê mixabin qiymeta wî jî Nizane ye. |
|
12.02.2020 19:50 |
xabûrî
|
66. ziwanê min o. weş o la bêqîmet o. Gedê biraye mi ziwanê xwu nêzanî, gedê waya mi ziwanê xwu nêzanî. Sebeb çî yo? Çimkî ma û pî bi geda rey de ziwanê xwu qisey nêkenî. Ya homa ti kurdan ma rî hiş û aqil bidî. |
|
21.02.2020 19:25 |
kajav
|
67. hêlîna min e. |
|
21.02.2020 19:29 ~19:30 |
biruya hayao miyazaki
|
68. zimanê ku her diçe zêdetir hez dikim e.Li stranan , şanoyan , helbestan , mamikan û her tiştî tê.Her dewletên bê esl , bê ziman , bê dîrok dixwaze bibe xwediyê vî derfetê lê nabe. |
|
01.03.2020 14:26 |
brzn
|
69. Mirov dema ku zimanê Kurdî nas dike û dikeve tora wê , zêdetirîn jê hez dike û dibîne ku wek behrek e.Mirovên ku bi kurdî dikine jiyana xwe ,dizanin û dixwînin bo min ew daneyeke erêkirina kurdbûna wî ye.(Erê ez dizanim ez çewt im lê aliyekî ve jî li min rast tê.) |
|
28.03.2020 23:14 |
brzn
|
70. Zimanê ku kurd pê naxivin. Zimanê ku ji endamê wê re şêrîn nayê. Zimanê ku ji ber pere nake hatiye terk kirin.mixabin niha li bakurê kurdistanê rewşa zimanê kurdî gelekî xeternak e. Hêj gel girîngiya ziman nizane . Tew pirî ji wan nizanin ku ji aliyê dewletê ve tên bişaftin jî. Kesên ku dibêjin ez kurdim û welatparêzim jî ji 3 peyva 2 yê peyvên wan bûye tirkî. Sedeme vê yekê ji sedî 90 tv û tora civakî ye. Berê tiştekî dema di tv yê de didîtin ji hevala re hinekî werdigerandin kurdî êdî ewjî çûye hama tevî bi tirkî dibêjin. Heya bi hejmara û renga jî nema kes bi kurdî dibêje. Tew kesên temen dirêj jî awha dikin. Dema tu bi kurdiya resen jî bi wan re daxivî, dibêjin ev çi zimane? |
|
29.03.2020 00:05 |
tîrêj zana 21
|
71. Kurdî çava pere nake? Min hêrs nekin. Kesên ku daweta distrên pere nas tînin. Ma belaş distrên? |
|
29.03.2020 02:01 |
dilreş
|
72. Nizanim hun jî wusane, ku min dest nivîs û xwendina kurdî kir jî min re bu mîna nexweşî yekî, lê nexweşiyeke pîroze bona min !!!!!!!! |
|
29.03.2020 16:48 |
serhedo bê kiras
|
73. Zimenê gele kurda ye. Nêzike 50 milyon mirov di peyvin. Ez gelek xemginim ji bo zimanê me. Ez zimanê xwe zor di pipeyvim. |
|
11.04.2020 02:38 |
bedevlet
|
tirşik v3.0 [2] |
|
tehdîdên kurdî [3] |
|
îtîrafên tirşikvanan [1] |
|
tirşik agahdarî [1] |
|
horhorik [2] |