Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    7 mijar û 8 peyam
    bajar - tirşik
    bajar
    (0) (0) ecêb (1) (7)
    di mijarê de bigere

    1. Li bajaran pir meriv dijîn û kar dikin. Li bajaran avahiyên kevin û nû, nizim û bilind, mal, dikan, dibistan, nexweşxane, daîre, dêr, mizgeft û kenîşte hene. Li piraniya wan stasyonên trênê û benderên keştiyan peyde dibin. Bajarek dikare wusa xuya bike, wek ku di wêneyî de. Lê bajar li gor serdeman tên guhertin. Bajarên pêşîn bajarên bazirganiyê bûn. Ev bajar li warên nêzî benderan û li ser xaçerêyên girîng dihatin avakirin. Gelek bajarên kevin li dora birc an jî kilîseyan ava bûne. Berê, bajaran xwe bi xwe îdareya xwe dikir. Di nav gund û bajaran de gelek ferq hebû. Gundiyan tiştên xwe dibirin li bajêr difîrotin. Mîna tu ji welatekî biçî welatekî din li bajêr baca xwe didan. Di van sedsalên dawîn de, li der û hundurê bajaran fabrîke hatine avakirin. Gelek merivan ji bo ku kar bikin, ji gundan koçî van bajarên îndustriyê kirine. Loma jî bajar zû mezin bûne. Piraniya şêniyên cîhanê li bajaran dijîn û bajar zêdetir dibin. Li hin bajaran bi mîlyonan meriv bicîh bûne. Hejmara şêniyên New York an jî Tokyoyê du caran li ya Swêdê ye. Bajarekî modern li gor planekê ava dibe. . Lê ew hertim nû dibe. Avahiyên kevin tên hilweşandin û yên nû tên avakirin. Trafîka bajaran roj bi roj zêde dibe, çareserkirina wê jî pirseke mezin e. Bi vê armancê hin kolan ji trafikê re têne girtin û li hinan jî trafîk yekalî ye.



    (bnr: ansiklobediya zarokan)



    2013.07.10-18:54 | endazer

    2. navê albûma pêşîn ya stranbêjê kurd jan axîn e..

    di albûmê de bi heman navî helbesta constantine p. cavafy jî kiriye beste û bi form û performansek serkeftî xwendiye an stirandiye..



    2013.07.10-19:13 | endazer

    3. navê komeka mûzîkê ya kurdî ye ku vokalîstiya komê solîstê koma kardeş türkülerê vedat yıldırım dike.. bi piranî mûzîka rockê dikin.. heta niha bi navê nêz be û b'xêr hatî du albûmên wan ên ku tê de stranên kurdî û tirkî cih digirin derketine..

    ji albûma yekem strana bi navê ogit straneke gelekî xweş û navdar e.. http://www.youtube.com/watch?v=aPZApB00ASM



    2013.07.10-19:22 | endazer

    4. bajar'a ku komeke mûzîkê ye, xwedî stranên xweş e, lê weke tê îdîakirin tarza wan ne rock e.



    2013.07.10-19:27 | simurg56

    5. Navê ruh û canê min, dil û kezeba min berxik û beranê min layê min...



    2013.09.11-00:21 | hemdilaarda

    6. komeke mûzîkê ye. vedat yıdırımê dengxweş solîstê komê ye. stranên wan ê bi kurdî, tirkî û zimanên din hene. îşev, saet heftê êvarê konsereke wan li mêrdînê heye. tirşikvanên ji mêrdînê bila bên, ez ê li wir bim*



    2017.02.17-16:21 [guhertin:2017.02.17 16:21]| sergijik

    7. koma konsera wan sibê li amedê jî heye. Here lînkê



    2017.02.18-00:27 | berxweda

    8. Bajar û Defjen strana michael jackson a 'they don't care about us' (Em ne xema wan in) bi kurdî gotine.
    Min îro dit gellek kesan li ser medya civakî ew bi coş parwe kirine lê min zêde le hez nekir.
    Îdare dike lê seba vedat yildirim ewqas perfect ninû.

    Here lînkê



    2017.11.23-17:34 | cinorek

    9. muzîka wana merivan gêj dike yaw..
    Lê hinê stranên wana yê zev xaş jî hene elbet.

    mesela demê demê..



    2017.11.24-00:00 | hozan serhad

    Hemûyan Bixwîne

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    lc waikiki
    di sala 1994'ê de dikana lc waikiki li diyarbekirê hebû. wî demê em ge...
    esperanto
    do ez du tişt derheqê esperanto elimîm û her du jî bejna min bilind ki...
    sûcê j*j*yê çiye?
    Hemî kurd ji kerê re dibêjin ker, ji hespî re dibêjin hesp,ji beqê re ...
    sûcê j*j*yê çiye?
    Hemî kurd ji kerê re dibêjin ker, ji hespî re dibêjin hesp,ji beqê re ...
    michel foucault
    Di berhemên Foucault de tişta herî giran ku cîh digire hez û avakirina...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » bajar

    Kategoriyên mijarê:: yendin
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî