645. tirşik forûm/107033
mixabin wergera vê têgehê ji bo kurdî ne hêsan e. ji ber ku tevlîhevîyek heye di vê mijarê de. di kurdî de herkes ji bo damar û sinir'a tirkî, tiştekî din dibêje.
demar jî ji bo herdûyan tê bikaranîn, ra/reh jî.
damar yolu ji bo wê enstrûmantasyonê tê gotin ku bi riya lûleyeke zirav mirov dikeve hundirê demarên xwînê û bi riya vê lûleyê mirov dikare xwîn û tiştên din ji laşê mirov bistîne an jî lê zêde bike.
doç. dr. huseyîn bektaş, di xebata xwe ya anatomîya bedena mirovan de meselê wisa safî kiriye:
demarên xwînê kiriye du beş; sordemar û şîndemar. sordemarê ji bo demarên belavker bi kar anîye (tirkî: atardamar, îngîlîzî: arter), şîndemarê jî ji bo demarên berhevker bi kar anîye. (tirkî: toplardamar, îngîlîzî: vein)
lê ev ne tiştekî bimantiq e. ji ber ku rengê sordermaran ne sor e û rengê şîndermaran jî ne şîn e. di atlasên anatomiyê de ji bo ku ji hev werin veqetandin, wisa tên boyaxkirin lê di rastiyê de ne wisa ye. loma binavkirinek wisa ne rast e. em bêjin demarên belavker û berhevker çêtir e.
huseyin bektaş ji bo sinir'a tirkî jî (îngîlîz: nerve) peyvên birik û reh bi kar anîye.
welasil wer xuya dike ku divê em ji bo damar'ê bêjin demar. yanî di wergera damar yolu'yê de divê em behsa reh, ra û hwd. nekin û pêşniyarên xwe li gorî vê yekê bikin.
di destê min de pêşniyarek orjînal tune. ya ewil tê hişê mirov û ya herî hêsan û bi hêsanî were fêhmkirin ew e ku em bêjin riya demarê.
dawiya dawîn, min tije tişt nivîsandin û di dawiyê de wergera motomot kir *
not: pirtûka birêz bektaş di danegeha me de heye: Here lînkê
|