4. ji xwe pirsgirêk jî di vir de ye.. peyva mîhengê jî û peyva eyarê jî eslê xwe ji erebî ne.. eyar tişta ku ji radeya xwerûtiya madeyên wekê zêr û zîvan pê tê pîvan û destnîşankirin tê bikar anîn.. wek nimûneya ku ji bo camêriya kesekî mirov dibêje filankes wekê zêrê bîst û çar eyar e tu carî ne kevn dibe ne zeng digire.. mîheng jî navê kevirekî ye ku dema zêr û zêv pê ve tên dayîn asta safîtiya zêr û zîvan pê eşkere dibe.. yanî her du peyv jî bi eslê xwe ji zimanekî dî ne û peyva pêşîn ji mêj de ye di hemû zaravayên kurdî tê bikar anîn û her kurdek bihêsanî jê têdigihe çima em herin zimanê xwe li peyvekî nû ku ew jî bi eslê xwene bi kurdî ye û ji zimanekî dî ye bigerînin û têxin di nêv bîr û ferhenga xwe de.. |
|
29.06.2013 11:48 |
endazer
|
têkiliyên ensest [2] |
|
qijika reş [1] |
|
qijika reş [2] |
|
îtîrafên tirşikvanan [1] |
|
pêşniyarên taybetmendiyan ji bo tirşikê [2] |