1. şairê helbestên kurmanciya gewr.. stûnê peyva kurdî.. hechecîkê gotinên wenda û jibîrçûyî.. hê di xweşlawî û xweşhaliya xwe de wekê gilgamêş bi dû giyayê nemiriyê ket ew jî.. wekê hemû hunermendên çak ên berhemdar ew jî bi lepên penceşêrê ket li hespê xwe yê xweşik siwar bû û lêda çû..
jiyangerî:
arjen arî di sala 1956'an de, li herêma mehsertê, li gundê çalê hatiye dinyayê. di sala 1979'an de enstîtuya perwerdeyî ya amedê beşazimanê tirkî qedand. weke gelek helbestvan û nivîskarên kurd wî jî bi tirkî dest bi helbestê kir. di sala 1976'an de li nisêbînê ji ber belavkirina belavokekê hate girtin. wê demê polîsan dest danîn ser helbestên wî yên bi tirkî û kurdî. qasî hefteyeké di hepsê de ma. ew berdan, lê helbestên wî ta niha di mexzena dadgeha nisêbînê de hepsî ne. di gel ku weke cara pêşîn di kovara tîrêjê de helbestên wî hatin weşandin, ya rast, helbesta wî ya ewil di belavokeke ku li herêma mêrdînê hate belavkirin de weşiya. ew helbest ji sê malikan (beytan) pêk dihat.
malikek jê ev bû:
du mirin kirin mahne,
rakirin ling nisêbînê
xewa sibê bela kirin,
avêtin nav tirs û xwînê.
her wisa, beriya 12'ê îlonê helbestên wî ji hêla paleyên tevrika pembû ve bi stranî dihatin gotin. wek:
tewrik tewrik tewriko, tevriko
ber tayê pembû xweş biko, tevriko
roja me jî hindiko, tevriko
maldar bi qurbana mi ko, tevriko
tevrik tevrik tevriko, tevriko
an jî:
roja pala erzan e
kufletê mal girina
mala te xera bibe maldar
ma qey tu pê nizane!
piştî 12'ê îlonê de ew li welêt ma, helbestên wî di kovarên li derveyî welêt wekî berbang, kurdistan press, nûdem, çira, pelîn û rewşenê de hatin weşandin. di sala 1992'an de li navçeya nisêbînê li ber deriyê mala xwe rastî êrişeke çekî bû û birîndar rakirin nexweşxaneya zanîngeha dîcleyê. ji wê bûyerê de arjen arî li amedê dijî.
helbestvan arjen arî ku demek bû ji ber nexweşiya pençeşêrê (kanserê) li nexweşxaneyê dihate dermankirin di 30'ê kewçêra 2012'an de li amedê çû ser dilovaniya xwe.
nivîsarên edebî û helbestên wî yên cuda:
1980 îro dîsa, ev leşkerê rom û wer, bi navê o. dara, tîrêj, 2.
1992 çîroka sêzdeh şev û sêzdeh rojan, nûdem, 2.
1992 sibeha îlonê û çarîn, nûdem, 3.
1994 kevokê û masîko, nûdem, 10.
1994 kurik û kulîlkên bihara derengmayî, nûdem, 11.
1995 ne axperest im, çira, 3.
1995 tovreşîn im, nûdem, 16.
1996 wargeh, çira, 5.
1997 dilodîn, nûdem, 21.
1997 ji bîr nebûbê, çarîn û heta ferwerdîneke din, nûdem, 24.
1998 name, nûdem, 28.
2000 berê min ketiye xozatê, nûdem, 34.
2007 min rahiştiye serê xwe, nûbûn, 94.
2008 piçek zaroktî, nûbûn, 98.
2008 nûçeyek xwezî û kezî, nûbûn, 102.
2008 ji klasîkiyê ber bi futurîstiyê ve reşîdê kurd, nûbûn, 104.
2008 birîna reş, nûbûn, 105.
2008 qismet, nûbûn, 106.
2008 ji kişweran payiz e niha!, nûbûn, 107.
berhemên wî:
1999 ramûsan min veşartin li geliyekî, weşanên avesta, helbest.
2002 ev çiya rûspî ne, weşanên avesta, helbest.
2003 destana kawa, weşanên elma, helbest.
2006 eroûtîka, weşanên lîs, helbest.
2008 bakûrê helbestê / antolojiya helbesta bakûr, weşanên yekîtiya nivîskarên kurd-duhok, antolojî.
2008 şêrgele, weşanên avesta, helbest.
2009 çil çarîn, weşanên enstîtuya kurdî ya amedê, helbest.
2010 bîhoka li pişt sînor, avesta, çîrok.
2011 payîza peyvê, weşanên belkî, amed, helbest.
2012 kulîlkên be'îvan, weşanên ronahî, amed, helbest.
2012 gorî û bindest, weşanên ronahî, amed, helbest.
|