2. Wek gotina seyda seîdê kurdî "bêhêvîtî dijberê her cure geşedanêye(yeis mani-i her kemaldir)" ev sernavê hanê jî nîşaneya bêhêvîtîyê ye. Belê raste geşedana kurdî di bakur de qels e û di nav xetereyê de ye lê eve naête wî ma'nê ku kurdî ber bi mirinê ve diçe. Ger em tene wek dildarên tirşîk ê jî bi zimanê xwe xwedî derkevin îzna xwedê wê rewşa kurdî hêj geştir be. Tiştek ne zehmete ku em di nav gelê xwe de xebatên geşedana kurdî bikin, di qada tora medya yê bikaranîna kurdî bikin karekî sempatîk. Binêrin di nav kurda de xîretkêşên wek damezrînerên tirşîk ê heye. ma qey avakar û nivîskarên tirşîkê hêvî nadete dilê me. Bi min xwe piştî ku tirşîk ava bu ez zêdetir ketime xwendin û xebata kurdî. Ez bawerim di vê mijarê de ez ne tenê me. Û îzna Xwedê hindî ku em di jîyane xwe ya civakî de kurdî bikarbînin wê rewşa kurdî baştir bibe înşaallah... |
|
25.03.2016 00:10 |
azad30
|
qijika reş [1] |
|
qijika reş [2] |
|
îtîrafên tirşikvanan [1] |
|
pêşniyarên taybetmendiyan ji bo tirşikê [2] |
|
xemakê [2] |