Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


17 mijar û 19 peyam
dedaş - tirşik
dedaş
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. şirketa anonîm a belavkirina elektrîkê a dîcleyê ye. li alîyê bakurê Kurdistanê dilxwede karê belavkirina elektrîkê kirije destê vê şirketê lê mixabin bi hiqûqa dijmintîyê îş dikin. li tirkî elektrîka herî buha ev şirket difiroşe. dilxwede dibêjin xelk elektrîka neqanûnî bikar tînin ji ber wê dewlet jî çav li kirinên vê şirketê digire. herroj sizayên elektrîkê li xelkê dibirin, elektrîka xelkê dibirin, xelkê di bin deynan de dihêlin; niha dewlet li bakur xurt bûye hol hola vê şirketê ye mixabin. berê nedikarîn evqas rihetî xelkê siza bikin.

binesazîya elektrîkê li Cizîrê wilê xirab e wilê xirab e heta hûn bêjin. hinga zivistan destpêkirî ve elektrîka me herro diçe, îro ev 20 car e diçe û tê. em nikarin tiştekî jî bikin ji bilî nifiran.



29.12.2019 20:56 | xendekî

2. şîrketa ez her roj xeberan ji wan re didim. bihesibînin li qezê hêla bajêr û hêla tokiyê heye. li hêla tokiyê ceyran nare lê li bajêr wek dojehê ye.

nalet li hezar bavê wan bê..



29.12.2019 22:54 | berxweda

3. ceyrana bajarên wek şirnex, mêrdîn, sêrt, diyarbekir, batman û urfayê di destê vê şîrketê de ye. 2010an dewletê xwest ji destê xwe derxîne ji ber ku rêjeye ceyrana qaçax li vê herêmê zêde bû, tim zirar dikir. di nav 9 şîrketên teklîf ji bo îhaeyê dane, ceylan karail group bi ser ket. lê di şertnameya Îhaleyê de şertên giran yên wekê; her sal divê rêjeya ceyrana qaçax ji sala berê kêmtir be yanî eger îsal %85 be divê sala bê %60 sala bêtir %40 be. eger şîrket nekare vê rêjeya ku dewletê wek şert daye ber bicih bîne wê zirara ceyrana qaçax ji berîka xwe bide. neyse ceylan-karavîlê dît ku nikarin bi dewletê re serî pê bikin, xwe ji îhalê dan alîyekî, tabî temînata wan jî şewitî. dewletê jî rabû şertên giran yên îhaleyê sivik kirin, yanî rêjeya ceyrana qaçax ku divê ji aliyê şîrketa îhale standiye bê kêmkirin her sal wek %5-10 filan ji nû ve diyar kir û îhale jî bi awayekî da şîrketekî bi navê İşkaya doğu ortak girişim grubu ku ya karsazeke nêzî akpê,yê bi navê abdullah tivnikli ye ku par ji ber penceşêrê mir.
2015an piştî teyyîb di axaftineka xwe de ji bo kurdan got; ji xwe perê ceyranê jî nadin Here lînkê şîrketê êdî bi hemû derfetên dewletê cih li xelkê ku ceyrana qaçax bikar tînin teng kir. du-sê salan ceyranê qaçax bikar bînî carekî bêyî girtin û ceza ji te re bê, ji hemû ew pereyê ku heta hingî te nedaye zêdetir didî. ji loma bi ya min no ceyrana qaçax no cry! ;)



30.12.2019 03:03 ~03:11 | endazer

4. Tam bênamusin xwedê neke yek bê girtin hem ceza didin hem jî wî makînê hildidin û nizanim çiyê wî dixin makîneyek din bi vî awayî cezayek din jî didin. Van salan da jî zordestîya devletê jî girtinê paş xwe û diavêjin ser mala.



30.12.2019 17:54 | azad30

5. îşev dîsa li ser kar in, sibî ve li Cizîrê ceylan diçe û tê, niha jî nîn e.

(bnr: girtina ceylana qaçax)



11.01.2020 20:19 | xendekî

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» dedaş

Kategoriyên mijarê:: jiyan teknoloji jiyan teknoloji jiyan teknoloji
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî