Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


22 mijar û 48 peyam
anf vs rûdaw - tirşik
anf vs rûdaw
(10) (8) (1)
di mijarê de bigere

1. xwelî li seriya kurdan e.şûna propagandayên yekitiyê bikin ketine rika hevdu lê disa ji li gorî min rûdaw ji anf ê bi insaftirrê.



1-anf dibeje;

Şerê di navbera şervanên YPG'ê û çeteyên DAIŞ'ê de bi dijwarî berdewam dike. YPG’ê li Rebîa bi pêş ve çû.



Piştî ku serê sibehê êrîşa giran a çeteyên DAIŞ'ê ji aliyê şervanên YPG'ê ve hate şikandin êrîşên bi topên hawanan û doçkayan zêde bûn. Berpirsyarê YPG'ê yê li Rebîa da zanîn ku berî nîv saetê çend mewziyên çeteyên DAIŞ'ê ketine destên YPG'ê û hêzên YPG’ê pêş ve diçin. Li ser pêşveçûna şervanên YPG'ê, çeteyên DAIŞ'ê neçar man xwe vekişînin. Di şerê ku ji duh êvarî de şer bi dijwarî berdewam dike de derbarê kuştî û birîndaran de agahiyên zelal nehatin bidestxistin.



Her wiha li aliyekî din hate ragihandin ku beriya nêzî 20 deqeyan li gundê Tawîs hêzên Pêşmerge li gel şervanên YPG’ê li hemberî DAIŞ’ê şer dikin. Hêjayî gotin ye, gundê Tawîs dikeve hemberî gundê Siwêdiyê yê Rojavayê Kurdistanê ku şêniyên wê Ereb in û 17 km ji bajarokê Rebîa dûr e.



2- rûdaw dibeje;



Şingal (Rûdaw)- Hêzên Pêşmerge ji sê aliyan ve bajarokê Şingalê girtine û çekdarên DAÎŞê jî di nava malan de şer dikin.



Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li bajarokê Şingalê ragihand ku, hêzeke mezin ji Pêşmerge derdora bajarokê Şingalê ji sê aliyan ve dorpêç kiriye, çekdarên DAÎŞê çûne nav malên li navenda Şingalê û li wê de şer dikin.



Fermandarekî Pêşmergeyên Zêrevanî li eniya şer bi rêya telefonê re ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: “Pêşmerge niha di pêşengiyê de ne ber bi bajarokê Şingalê ve. Leşkerên taybet ê Gulan bi çekên giran li pêşe di êrîşa Hêzên Pêşmerge li ser çekdarên DAÎŞê li Şingalê.”



Ji aliyek di ne fermandarekî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ji Rebîe bo Rûdawê ragihand ku, hêzên wan li Şingal û Rebîe mil bi mil ligel Pêşmerge şer dikin bo girtina bajarokê Rebîe yê li ser sînorê navdewletî yê Sûriyê û bajarokê Şingalê.



Herwiha li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, li gundê Wankê yê ser bi bajarokê Til Kêf ve, niha Pêşmerge di pêşengiyê de ne.



04.08.2014 16:26 | karmatî

2. şûna bibejin hêzên kurdistanî mixabin yek dibeje pêşmerge yê din ji dibeje ypg.



04.08.2014 16:27 | karmatî

3. bêinsafiya anfê li pêş e. nuçeya dagirkirina şengalê jî bi gotinên weke dijunan li pdkê dabu. bi hawarî medyayeke kurdistanî heye.



04.08.2014 23:01 | azadixwaz

4. herdû ji hev xerabtir in. berê anf gelek baştir bû, rudaw rasterast dijminatiya pkkê dikir. lê aniha zimanê herdûyan jî têra xwe nebaş e.



05.08.2014 00:01 | brusk56

5. her du jî çapemenîyên kurdan herî navdarin. lê mixabin her du jî ji hev xêrabtirin derdora kurdan ev qas dijmin ji wan re ne bese divê dijminîya hev jî bikin xwelîserno



05.08.2014 09:53 | birazî

6. her du ajansên ku dema saet bibe 12ê şevê, weşanawan disekine. hema bêje êdî qet naxebitin. lê anf dîsa çêtir e. heta sibehê jî carina dîsa 2-3 nûçe radigihîne.



08.08.2014 09:25 | simurg56

7. ajansên ne wek qehremanên leşkerên kurdane. cengewarên kurd li enîyê piştgirîya hev dikin lê mixabin ev herdu ajansên navdar piştê ve li hev didin. (bnr: xwelîserîye şerê biratîyê)



08.08.2014 10:56 | birazî

8. ajansên bi xwe jî eniya şer in lê ne dijî daîşê, dijî hevudin.



08.08.2014 11:14 | azadixwaz

9. ajnsên di nav vî şerê qirêj de dev ji weşandina nûçeyan berdaye û li hev ketine û dijminatiyê li hev dikin.



08.08.2014 11:43 | renas

10. Ne RÛDAW, RÛDEREW...



14.08.2014 16:51 | veyseltirpan

11. berhevdana ku min îro fêm kir ku anf gelek baştir e. ne di reş kirinê de. ji hêla rastiyê de.

îro rudawê nûçeyek weşandiye ku tê de tu çavkanî tune ye û dibêje wê pêşmerge û leşkerên emrîkayê bi operasyonek hevbeş şengalê ji daîşê pakij bikin, lê pkkê gef li wan xwariye û destûr nedaye. ji ber wê jî operasyon çênebûye û pkkê nehiştiye şengal bê rizgar kirin..

tiştek nabêjim..



14.08.2014 17:29 | brusk56

12. rûdaw;



Washington (Rûdaw)- Şeva borî bi dema Hewlêrê, hejmarek ji efser û leşkerên artêşa Amerîka ligel Pêşmerge çûn ser Çiyayê Şingalê, da pilanekê danin bo mebesta êrîşkirinê li ser çekdarên rêxistina DAIŞê û derxistina devera Şingal ji dest wan, lê gerîleyên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) gef li wan efserên artêşa Amerîka û Pêşmerge xwarin ku, nabe ew êrîş bikin û pêwîste berî niha hemahengî ligel wan kiriba û piştire êrîş bikin. Efserên amerîkî jî bi hemû awayan ev yek red kirin.



Li gor çavkaniyeke hikûmeta Amerîka li Washingtonê, gefê gerîleyên PKK, ew hewla hêzên taybet ên artêşa Amerîka têkbirin, bo derxistina devera Şingalê ji dest çekdarên DAIŞê. Ji ber ku Amerîka bi ti awayekî neamade ye ku hemahengiyê ligel PKK bike, ji ber ku heta niha navê PKK di nav lîsteya terorê ya Amerîka de ye.



li gor daxuyaniya fermandeyekî Pêşmerge li devera Şingalê, Yekîneyên Parastina Gel (YPG), ku baskê leşkerî yê PKK ye li Rojavayê Kurdistanê, niha li Çiyayê Şingalê navendeke perwerde kirinê vekiriye bo endamên Tevgera Çaksazî ya Ezdî, ku ew tevger dibîne êzdî ne kurdin û neteweyek cûda ne, herwiha di hemû hilbijartinên devera Şingalê de, hevrikiya listeyên hevbeş ên Kurdî kiriye, herwiha dijatî di navbera gelek endamên wê tevgerê û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) de heye.



Li gor daxuyaiya wî fermandeyê Pêşmerge, piştî girtina devera Şingalê ji aliyê çekdarên DAIŞê ve, hêzke ji Pêşmerge piştî 3 rojan, wate roja 6ê tebaxê, rêyeke rizgar bûnê bo 10an hezar kurdên êzdî vekir, ku ji bo xweparastinê çûbûn Çiyayê Şingalê û li wê de asê mabûn.



Ew rê, ji Çiyayê Şingalê dest pê dike û di bajarokê Sinûn ê ser bi qeza Şingalê ve derbas dibe bo Rojavayê Kurdistanê. Li wê de jî kurdên derbedr ên êzdî carek din di deriyê Sêmalka ve derbarî qeza Zaxo li Başûrê Kurdistanê dibin.



Piştî vekirina wê rêyê ji aliyê Pêşmerge ve, ku Pêşmerge bi hemahengî ligel YPG çûbû devera Şingalê û beşek ji wan bi helikopter li deverê daketibûn. Gerîleyên PKK û YPG, piştî ku Hêzên Pêşmerge ew rê vekirin, çûn ser Çiyayê Şingalê. Niha ew dixwazin baweriyê bi xelkê deverê bînin ku wan xelkê devera Şingalê parastine û Pêşmerge ew neparastine û naparêze jî. Herwiha çend carekê jî ajans û televîzyonên ser bi PKK ve, di her du rojên yekem ên girtina Şingalê ji aliyê DAIŞê ve, belav kirin ku wan bajarê Şingalê ji dest DAIŞê derxistine, lê ew bajar hê di bin destê DAIŞê de ye.



Kurdên êzdî di derbedriyê de di rewşek gelek xirab de dijîn, heta niha zêdetirî 115 hezar bi rêya deriyê Sêmalka re gihiştine parêzgeha Dihokê. Ew dixwazin rojekê zûtir vegerin gund û bajarokên xwe.



Şeva borî, ajansên nûçeyan ên cîhanî belav kirin ku, artêşa Amerîka li ser Çiyayê Şingalê daketibû da êrîşî çekdarên DAIŞ li Şingalê bikin, lê li gor zaniyariyên piştrast ên Tora Medyayî ya Rûdawê, ji çavkaniyên agehdar ên hikûmeta Amerîka û çavkaniyên Kurdî, ew êrîşa ku amadekarî bo dihat kirin û navendên medyayî li Amerîka jî xwe bo wê amade dikirin, li ser Çiyayê Şingalê hat tekbirin, bi sedema gef û astengiyên gerîleyên PKK û YPG.



Amerîka û welatên rojava, piştî êrîşa DAIŞ li ser Şingalê û navçeyên din ên Rojavayê Kurdistanê, ragihandin ku ew alîkariya Pêşmerge dikin, bo bergirîkirin û rûbirûbûna DAIŞê. Lê PKK û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), ku baskê siyasî yê PKK li Rojavayê Kurdistanê ye, dibêjn ku divê ew piştgirî li her sê kantonên wan jî li Rojavayê Kurdistanê bê kirin. Ew her 3 kanton heta niha ji aliyê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriya (ENKS), ku mezintirîn eniya siyasî ye li derveyî PYD, êtîraf bi wan nekiriye.



Kantona Cezîrê di 10ê tebaxê daxuyaniyek belav kir ku tê de rexne li rêxistinên mafên mirovan û rêxistinên ser bi Neteweyên Yekbûyî ve kirin ku re piştgiriya hikûmeta Herêma Kurdistanê li dijî DAIŞê dikin, lê piştgiriya kantonên wan li dijî DAIŞê nakin.



anf ;



Hêzên Parastina Herêma Şengal girêdayî propagandayên reşkirinê yên ji aliyê hin derdoran ve tên meşandin û nûçeyên reşkirinê daxuyaniyek dan.



Hêzên Parastina Şengal ên ji Yekîneyên Berxwedana Şengal, HPG û YPG’ê pêk tên girêdayî ziyareta leşkerên DYA û Ajansa Pêşketina Navneteweyî ya DYA (USAÎD) a di 13’ê Tebaxê li Çiyayê Şengalê pêk anî daxuyaniyeke nivîskî weşand.



Hêzên Parastina Şengalê di daxuyaniyê de wiha got: “Di 13'ê Tebaxa 2014'yan de komek leşkerên Amerîkî û saziya Ajansa Pêşketina Navneteweyî ya Amerîka (USAID) bi 3 helîkopteran hatin Çiyayê Şengalê. Me wekî Hêzên Parastina Hevbeş, HPG, YPG û Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ), ewlekariya vê komê pêk anî. Ji bo bernameya wan a kar me alîkarî da wan. Dîsa me di der barê dê çawa alîkariya mirovahî bi awayekî ewle bê belavkirin û bigihîje gelê Şengalê nîqaş kirin. Bê ku pirsgirêkek derkeve bi awayekî kêfxweş ji cem me veqetiyan û çûn. Lê di vê navberê de gelê Şengalê li hemberî pêşmergeyên ku bi vê komê re hatibûn çiyê, nerazîbûnên xwe nîşan dan. Nexwestin pêşmerge li vê derê bimîne. Li ser vê yekê hêzên me ji bo di nava pêşmerge û gel de alozî dernekeve ketin navberê.”



Di daxuyaniyê dehat diyarkirin ku daxuyanî ji rastiyê dûr in û wiha hat gotin: “Di der barê vê yekê de hin derdor daxuyaniyên berevajî didin û dixwazin bibêjin hêzên hevbeş alîkariya mirovahî asteng dikin. Bi vî awayî me nîşan bidin. Lê tu bingeha van îdîayan tune ye û ev daxuyanî ji rastiyê dûr in. Wek berî niha bi du rojan jî me daxuyanî dabû, Çiyayê Şengalê di bin ewlekariya Hêzên Hevbeş (HPG, YPG, YBŞ) de ye. Hemû derdorên alîkariyê dikarin di binê vê ewlehiyê de alîkariyan bigihîjînin gelê me.





nîşe: ji bo xwelî li seriya kurdan ji kerema xwe re binere jor



tişta ecêb ev e ku gerilla û pêşmerge bêyi paritzaniye bikin bi hevre welêt diparêzin lê mixabin medyayên ku girêdayiyên an ji alîgirên parityan fitnê dikin.sed caran heyf..welleh heyf!!!



14.08.2014 17:36 | karmatî

13. her dû ajans jî bangeşeya xwe dikin lê rûdaw -bi dîtina min- bêhtir derewa dike.



14.08.2014 21:21 | kurê xelkê


15. anf bîyo qina herî. inş rudaw nêbeno. yanî eke do bibo wa tayêk erê bibo. nêşkena pey zûran bivîyara êdî. stop.



21.10.2015 15:24 | ladyzazarus

16. (bnr: endazer vs shorbevan)

(bnr: dijber vs shorbevan)



anfyî ji bû bi gihîjin serkeftina rûdawê ya niha divê gunikê anfyîyan herî kêm kîlokî be.



21.10.2015 15:32 | shorbevan

17. niha xwendin û temaşe kirina rudawê û temaşe kirina (bnr: a haber)ê ne cûdaye, eynî ye.



30.01.2021 15:33 | heval.js

18. Kanalê Rudaw, BBC ya Kurdan e. Mirovên mejîgû kû vê mijarê vekirîye bila pêşî agirê kû bi qûna wan ketîye biwemirînin û paşnê zimandirêjîya Rudaw ê bikin.
Hey law ehlaqsizno, hew law bêbextno, hew law agir bi mala we neketîyo...!!!
Kengê rêxistin û partîyên we yên kû "ortaq vatanci û demokratik Turkiyeci" daxûyanîyan didin û derdikevin li ber qamerayan, dîsa qamera û mikrofonên Rudaw Tv û K24 li pêşîya wan quneknan heye.. Ji bilê wî te çend caran mîkrofonên ANF ya kû di bindesta Yalcin KÜCÜK û Mît û ît`en dewleta dagirkerdaye de li ber wan dîtîye. Eja niha biqeşte here



31.01.2021 06:22 | kurêbavêxwe

dengdanên dawîn (yên din..)
threads [1]
Hevqedera tirşikê ye bawer kim. Nişkave bilind bû paşê nişkave têk çû....
kolaya zer [1]
Piştî Emerîkayê ji ber şerê cihanî yê duyemîn ambargo li ser Almanîya...
bayê xerbî [1]
Hevrikê keloş e ^^...
bayê xerbî [1]
Tirşikvanê ku sala 2020'an de bûye nivîskar lê hîn hala mîjara xwe ven...
xabi alonso [1]
Di nav lîstikvanên fûtbolê yên efsanewî yên Spanya û (vbnr: Real Madri...
belki ev jî bala te bikişînin
» anfîkator
» rûdaw türkçe

Kategoriyên mijarê:: nuce anket
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî