Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


44 mijar û 81 peyam
anf vs rûdaw - tirşik
anf vs rûdaw
(10) (8) (1)
di mijarê de bigere

19. Helbet rudaw. Ji ber ku rudaw netewperwer e. Nûçeyên hemû kurdistanê diweşîne. Teqez jî pêşkêşvan dilbixwîn dara favoriyê min e. Berê nizanim lê anha rudaw weke alîgirê çi kesî xuya nake. Nûçeyan objektîf pêşkêşî me dike. Mesela ne alîgirê pkkê ye. Dema behsa ocalan dike nabêje "rêberê gelê kurd" dibêje " serokê pkkê". Ne alîgirê pdkê ye jî. Dema tiştek nebaş bikin divêjin wan jî. Ji bo barzanî jî nabêjin "xelaskerê kurda, rêberê wan û hwd." Berê digot serokê herêma kurdistan û niha nizanim jê re çi dibêjin.

Wekî din di bernameya dilbxwîn dara ya rojava de, çi kêmasî û nebaşiyên rêvebeirya rojava hebin hemuyan dibêjin daku rêveberî wan çareser bike û rojava pêşde here. Algirên danûstandina kurdî-kurdî ne. Ez bi xwe nûçeyan bi saya rudawê dişopînim.

Ji aliyê teknîkî ve jî 10 cara ji anf biqalîtetir e. Muhabîrên wê li bakur hene û bi rihetî karin agahiyan berhev bikin. Heqet anha hate bîramin, ma anf ajansa nûçeya ye, rudaw qenala tv ye. Lê dîsa jî rudaw bêhtir kare xwe bigihîne nûçeyan.



31.01.2021 11:05 | tîrêj zana 21

20. (bnr: "dagir kirin" vs "operasyon kirin")
(bnr: anf vs rudaw)



31.01.2021 14:51 | heval.js

21. Em çima Bi avayek partizanî alîgiriya her tiştî dikin. Ne tenê partî êdî her tişt têde ye. em tora nûçeyan qender werg teqîb dikin.

Ji bo versûsa mijarê fikrê min:

rudaw ji bo hemû kurdan pir giring e. Ji her çar aliyên kurdistanê nûçeyan çêdike. Û ne tenê bi soranî, bi kurmancî jî xeberan çêdike. Înşalla ew ên destpêka zazakî jî bikin. Ber rûdawê televîzyonên başûr tew şûn nedidan kurmanciyê. Lowma rûdaw cûda ye. Di zarokatiya min de med tv hebû ew jî pir giring bû. Lê anf û televîzyon û rojnameyên nêzikê apociyan êdî ne weke berê serkeftî ne.

Lowma ya min di wê versûsê de rûdaw pir pêş de ye.
Êdî rûdaw Mina ajansa fermî ya kurdistanê ye. Niha dema global bûna wê ye. Bila rudaw english li hemû cihanê her roj ji aliyê milyonan kes we be seyr kirin. Bila nûçeyên rojhilata navîn ji televîzyoneka kurdan be parwe kirin.

Û,

Ger versûsek lazîm e dive ew bibe:

(bnr: rûdaw vs al jazeera)



01.02.2021 08:16 ~08:17 | elaziz izzetpasa camii

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik forûm [1]
gelek baş e , me xwest em şevê bi stranek xweş ve bigrin. (vbnr: M...
tirşik forûm [1]
Ser her du çavan.;ddd

Çewan e?...
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Shahen Talabani-Amoza Giyan

(stur: Bi...
tirşik forûm [1]
Tişt nabe xwe neqeherîne , wiha ye , linka youtube bigre û vir va bike...
di dinê de sê tişt hene pir xweş in [2]
(bnr: bêhna axê paş baranê) (bnr: bêhna nanê sêlê) (bnr: Dengê bayê ...
belki ev jî bala te bikişînin
» anfîkator
» rûdawêkî seyr

Kategoriyên mijarê:: nuce anket
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî