1. derd û kula tirkan e.. |
|
28.02.2015 15:29 |
ferhenga şikestî
|
2. Kirineke populer a kurdan e. E bavo, ha ji ber dewlet enerjiya me difiroşe me em wisa dikin ma çima nexwe em heman tiştî li ava şaredariyên me jî dikin? |
|
28.02.2015 17:54 |
azadixwaz
|
3. Ceylan ceylana me ye, av ava me ye. Ma çima em ê pera bidin. |
|
28.02.2015 17:57 |
xendekî
|
4. na, we nav neçê lê kirîye. Ma ceyranê merîya jî li merîya qaçax dibe? |
|
16.01.2018 06:58 ~07:04 |
aqilkêm
|
5. ev mijarek wusa ye ku, |
|
16.01.2018 11:50 |
kurdokercewsî
|
6. Dema ku li bajarên Tirkan ji bo ceyranê hewldan tên dayîn, li navçeya xweş û şêrîn Farqînê siyasetmedarê kurd Dr. Yûsûf Azîzoglû şaredar e. Azîzoglû, kesekî welatparêz û şareza bûye. |
|
17.01.2021 22:30 |
asîmanê sêwî
|
7. dema em li gund bûn cêrancî bata diqêrîyan digotin : gur hat .!! Me navê wan kiribû "gur" |
|
10.03.2021 00:44 |
yaqûp
|
8. Girînge ku kurd dev ji vê tiştê berdin. Gellê Kurd herî zêde dibêje ji bo ku em pere nedin dewletê ceyranê qaçax girê didin. Lê ev gotina jî wek vê hereketî nexweşe. Sedema wê ,firotina ceyranê ji destê dewletê derket hat taybetkirin û herêmekî da yên ku perê xwe didin serva jî perê yên ku ceyrana xwe qaçax girê dane jî didin. |
|
10.03.2021 23:01 |
pêşewa
|
9. Bênamûsa dixwazin pêşî lê bigrin.. xwedê ne biwanrebe, dinêzde yekî li tara serîyê wan bixe.. |
|
11.03.2021 23:17 |
shorbevan
|
10. mîjareke ku kurdên tirkînivîs li ser vê mîzah û aforîzma çê dikin |
|
12.03.2021 15:19 |
doesntmatter
|
11. Li gelek bajara saetên ceyranê dixin binê erdê bo ku qaçax çênekin. Li Batmanê li mehla me jî çêdikin va çend meha. Em ê dîsa tiştekî bibînin bawerke. |
|
09.07.2021 11:28 |
xwelî li ser
|
12. Mixabin kurdên me ev ji xwe re kirine edetek û wekî ku tişteke pir baş dikin pê pesnê xwe didin û di nav civatan de li ser henekan dikin, dibêjin, dikenin. Belkî bi vê rêyê pereyên wan ên ji bo ceyranê hindiktir diçe lê tişta dijîn hew hetiketiyek e ku hay jê nînin. Yan jî êdî dane navê û nayînin ser xwe. |
|
22.04.2022 20:33 |
xeyda
|
13. Bi raya min nirxandina ango rexneya li jor hatiye kirin hebek zêde bûye. Di xala ji bo dema tiştek qaçax ango belaş dibe çavbirçîtiya me hema ji her derê me difire de rast e lê, qaçaxbûna her tiştî bi gelek pîvan û qadan ve pêwendîdar e. Civakî, siyasî, cografî û nizamçikan ve girêdayî ye. Tevî ku ne tiştek nû ye jî ev meseleya kurd û qaçaxçîtî ye. ne tenê di nav henek û pesnan de cih girtiye, di warê girî û keserê me de, di nav wêje û çîrokên me de jî cihek qewî ji xwe re çêkiriye vê mijarê. |
|
23.04.2022 14:15 ~2022.04.24 01:49 |
rizgarm
|
14. benîştê devê tirkan e. jixwe bi qasê dizanim dewlet heqê wê ceyrana qaçax dîsa ji wê herêmê distîne. yanî dema tu heqê ceyranê nedî, cîranên te şûna te didin. loma dizehî an jî bi angaşta wan tolhildan, ne ji dewletê lê ji cîranan tê kirin. lewma ev tişt êdî bêwate ye û zerarê dide gel bixwe. di ser de jî di çavê tirkan de hemû kurd wek diz tên dîtin. |
|
24.04.2022 15:27 |
simurg56
|
15. Xwedê dizê herî mezin ew Tirkên xwedî kargeh in ku ji Kurmanca bêtir ceyranê qaçaxê dişûxûlînin lê kes dengê xwe dernaxîne. |
|
25.04.2022 16:07 |
pîroz
|
16. ceyrana qaçax û tiştên din yên qaçax an belaş zirarên gelek mezin û metirsîdar li ser kesayet û civaka kurdan çêdike. gelek caran karê ku mirov dike dibe parçeyek ji karakterê mirov. pêşiyê belkî ji neçarî diziyê dikî pişt re dema ew şertên te neçar dikin an bêgav dihêlin ji ser te rabin jî ew dizî, ew hesta bêyî ku karekî bikî tiştekî bi dest dixî bi te şirîn tê û tu naxwazî dest û dilê xwe jê bişû, ew tişt dibe parçeyek ji kesayeta te, ne tenê di ceyranê de di tiştên din de jî hewl didî diziyê bikÎ û li rêyên neqanûnî digerî, an destpêkê li hemberî dewletê vê yekê wek mafekî dibînî lê pişt re heman tiştî li hemberî kesên ji rêzê jî dikî, eger keysa te jê hat diziya wan jî dikî, di bazirganiyê de, di siyasetê de, di têkiliyên xwe yên bi mirovan re ev kesayeta te xwe dide der. û tu nikarê xwe jê xilas bikî, bi qewlê gotineka pêşiyan devê elimî viran qûna elimî tiran çênabe heta kurê kuran anku ev taybetî heta du nefşan wek dohnê teniyê wê bi te ve bimÎne. |
|
26.04.2022 14:21 |
endazer
|
kîrê kerê di qûna kêçê re kirin [3] |
|
kîrê kerê di qûna kêçê re kirin [1] |
|
de were vî kerî di vî deriyê re derbas bike [2] |
|
hirç û govend kêç û pornografî [2] |
|
secrets of the neanderthals [2] |