80. Min duhî di kanala YouTube'ê ya tirşikê de filma bi navê Kûsî Jî Difirin dît bi jêrnivîsa Kurdî bawer bikin ez pir hestdar bûm min pêşîyê de jî temaşe kiribû lê vê carê min bi zelalî fam kir. Ji nû ve temaşe kirinê bandorek mezin li ser min kir dibe hûn bawer nekin lê ez bi dilê xwe yê hişk jî kelogirî bûm ne tenê ji ber sahneyên hestdar gava min sahneyên normal jî temaşe dikirin dîsa hestdar bûm kîna dilê min de û hestên min yên nîjadperest dîsa vejîyan. Axir dixwazim bêjim ezê xwe bi çi awayî gehênim zêdetir filmên bi jêrnivîs ên Kurdî an jî yên bi dûblaja Kurdî? Li tirşikê fêr pir tiştan bûm hêviya min ew fêr gelektir tiştan bim. |
|
21.10.2022 20:30 |
bayê xerbî
|
81. niha di beşa fîlman de pirsgirêk heye, loma mirov nikare hemû bi rêzokekê lêkole. yên xwedî ajimera telegramê dikarin hemû bê kuflet temaşe bikin: |
|
21.10.2022 22:38 |
biruya hayao miyazaki
|
82. koma ku piştî pandemiyê dev ji wergeriyê berda. demekê wilo bû ku her hefte kêmanî 3-4 binnivîs diketin destê simurg. ez bixwe jî êdî li xwe nabînim wergerînim. dibe ku ji ber karûbarên jiyanê jî be. |
|
22.10.2022 15:52 |
xelîl
|
qijika reş [1] |
|
qijika reş [2] |
|
îtîrafên tirşikvanan [1] |
|
pêşniyarên taybetmendiyan ji bo tirşikê [2] |
|
xemakê [2] |