Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


14 mijar û 20 peyam
1 gulan 2021 kampanyaya danasîna tirşikê - tirşik
1 gulan 2021 kampanyaya danasîna tirşikê
(31) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Kampanyayek danasînê ye ku ger tirşikvan jî piştgiriyê bidin dê li ser twetterê di 1ê gulanê demjimar 20.00an de were lidarxistin.

Here lînkê

Li ser twîterê min peyam ji çend kesên kurdînivîs û xwedî şopîner rica kir ku piştgiriyê bidin danasînê. Hin ji wan erênî bersiv dan û hinek jî li hêviya bersiva wan im. Ger hûn jî peyam ji kesên weja re biavêjin dê baş be.

Ji bo tagê pêşniyarên we hebin, ji kerema xwe li vir binivîsin. Herwiha ji niha de dest bi çêkirina post û afîşan bikin û li vir parve bikin. Ji niha de mala we hemûyan ava.

(bnr: 1 gulan 2020 kampanyaya danasîna tirşikê)



25.04.2021 01:33 | tîrêj zana 21

2. Kampanyaya ku meraq dikim, wê çend tirşikvan beşdarî bibin, li gorî wê da em bêjin hêjaye em li ber xwe bidin an na *



25.04.2021 03:54 ~03:54 | merwano

4. bo wê xebatê ezê jî odeya behsa vê kampanyayê bikim û çiqas destê min jî warê bibim alîkar. dest xweş tîrêj zana 21



25.04.2021 15:51 ~15:51 | doesntmatter

5. kampanyaya ko min jî afîşek jê re çêkirîye

Here lînkê



25.04.2021 17:36 ~17:44 | pîroz

8. Kampanya ku xwudê hez bike wê serkeftî derbas bibe. Hama bi vê çalakiyê du nivîskarên mayînde werin jî besî me ye. Va min afîşek din jî amade kir.

Here lînkê

Li benda piştgiriya tirşikvana me û hêj bo tagê pêşniyar nehatine.



26.04.2021 00:41 | tîrêj zana 21

9. Gelo admînê hesabê twittirê kî ye, ji kerema xwe re bila seriyekî li hesab bide herî dawî 7 adarê parvekirin kiriye. û her wiha haya wî ji kampanyayê heye?

roja kampanyayê ew tiştekî parve neke, her tişt bê wate dimîneಥ_ಥ



26.04.2021 12:14 | merwano

10. min jî afîşek çÊkir Here lînkê



26.04.2021 14:45 ~14:46 | asîmanê sêwî

11. sala din 1ê gulanê de gelek fenomenê twittirê, stranbêj, hunermend, nivîskar û vir de wê de.. alîkariya kampanyayê kiribûn, ser çavan, mala wan teva jî ava.

aniha ez liqayî vê wêneyê bûm. û ez fikirîm, gelo piştî ku Deno li vir qeyd nebû û car caran seriyek li vir neda, mînak em bêjin, di derheqê karê xwe de(şano, lîstikvanî...) çend tişt nenivîsandin, çi wateya wê ma ku bêjê ''tirşik xweş e''?
Here lînkê

bila deno dilê xwe negirê, ne tenê ji bo wî ev tişt derbasdar e.
pîştî ku kesê em bêjin rewşenbîr an jî her çi bin, li peşiya gel nebûn rolmodel(!) wê gel çima biya wî bike?



28.04.2021 17:57 | merwano

12. Li ser Instagramê agahiyên kampanyayê hat parvekirin. Hûn jî dikarin li ser hesabên xwe parve bikin.

Here lînkê



29.04.2021 13:07 | xelîl

13. pêşniyareke min heye ku heya sibe bial herkes logoya tirşikê di hesabê xwe de yê twittirê de bi kar bînê, da ku ji niha de bala gelek kesan bikşînê. min yê xwe yê tirşikê jî guhart, hinekî amatoriye lê kesên bixwazin dikarin bi kar bînin.
Here lînkê
Here lînkê
Here lînkê

edît: yaw ji bo xwedê admînê hesabê tirşikê yê twittirê di kîjan şikeftê de be bila derkevê, bê hesabê twitirê her tişt bê wate ye.
ma rast e kes wî nas nake, an jî kesê ku hejmara simurg56 bi wan re hebe, bila bêjine wî, aniha ew dizane.



30.04.2021 20:26 ~20:30 | merwano

14. 1 gulan 2021 kampanyaya danasîna tirşikê/132651 fikrek baş e. Min pêk anî.



30.04.2021 21:56 | tîrêj zana 21

15. aniha ji hesabê twittirê yê tişikê bersiv hat ji min re, mala xwedê ava.
bnr: bes lêxin, zilam hat



30.04.2021 23:12 | merwano

17. 1 gulan 2021 kampanyaya danasîna tirşikê/132656
Sibe dusibe, dîtin ko kes nema vî zimanî dipeyive, wê demê hepkî hişê wan weri serê wan. Ew jî dîsa ji bo zikê xwe. Heta niha pişta xwe li ser xelkê reben û bi zimanê wan qewîn dikirin. Vêca pala wan ê ji nivşekê vala bimîne û biqelibin erdê!
em dibînin ko îro sîyaseta qirêj a çend salan encam dide û zimên ketîye sikretê. Hejmara axiverên wê roj bi roj kêm dibe. Qala nijada nûh nakim, ew yekcar xwe lê nakin xwedî!



01.05.2021 02:41 ~02:42 | pîroz

18. gavek tam di cî de ye. di van rojên karantînayê de, bawer dikim ku wê vejînek bi xwe re bîne.



01.05.2021 12:26 | simurg56

19. min ji bo kampanyayê afîşek amade kir, û birayê @xelîl jî yek amade kir, em ê herduyan jî bi kar bînin
Here lînkê



01.05.2021 13:33 | merwano

20. Fikreke gelekî baş e. Twittera min tuneye, ku ez vekim ez ê jî tevlî wê bibim.
Fikreke min jî heye divê em xwe bigihînin kurdên her sê parçeyên din û yên Ewropayê. Yanî bi me tenê be nabe, ew ê kêm bimîne.
Edît: min par peyam ji kurdên parçeyên din re şandibûn, ji hesabên zêde şopînerên wan hene re. Lêbelê kesek nehat :(



01.05.2021 13:40 ~13:42 | xabûrî

21. min ji kesê navder, mîna hunermend, rojnemevan, stranbêj û hwd. re peyam şandin, hevîdarim wê piştgiriyê bidinಠ_ಠ



01.05.2021 14:11 | merwano

22. Divê berê kampanyayê tirşik bi mijaran geş bibe. Bila nivîsakarên nû fêm bikin tirşik tiştekî çilo ye?



01.05.2021 15:11 | kajav

23. kampanya ku 2 demjimar jê re maye. telefon û padên xwe şarj bikin, îşev heya dereng em li twitterê ne. hemû kadroya tirşikê bila li wir amade be 'yoqlama' heye*



01.05.2021 17:58 | tîrêj zana 21

24. kesên ku twittirê li ser webê bi karr tînin aniha dizanin, twîtên xwe wek taslaka eyar bikin , di heman seatê de wê otomatîk bên weşandin



01.05.2021 18:02 | merwano

25. Qampanyaya ku îsal ji ber kar û barê dinyayê nikarim bi awayekî çalak beşdar bibim. Her çiqas tirşikvanek bê xîret bim jî her tim hewl didim di danasînan de cîh bigirim. Anha jî qansî ji destê min tê twîtan rt dikim:/



01.05.2021 20:52 | biaqila malê

26. kampanyaya ku bi saxî û selametî qediya ye. hem ji hesabê xwe û hem jî ji yê tirşikê heta ji min hat, min alikarî kir. di ser halan de mêvanê me hatin. mêvanê ku ev salekê nedihatin, ji ewqas roja 1ê gulanê dîtibûn ಠ_ಠ
lê bi dizîka car caran ez ji ber wan baz didim û min tiştin dinîvîsandin.

heta danasîneke din xwedê mezin e *



02.05.2021 00:36 | merwano

27. Kampanyaya ku weke de facto bi dawî bû lê bandora wê hêj berdewam e. Bi qasî ji dest min hat min piştgiriyê da vê xebatê û xelkê vexwand tirşikê.

Bo piştgiriya tagê min daxwaz ji çend kesên twîrerê kir ku piştgiriyê bidin me û ew jî min neşikandin û peyamek avêtin. Ji loma spasiyê li hemdê bedel boselî, ibrahim halil baran , ehmed pelda û hemû kesên bi me re alîkar bûn, dikim. Herwiha denozer72 jî li peyama min venegeriya û piştgiriyê neda.

Axir, dibe ku em neketin nava tt yan lê belê di nava tayma kurdînivîsa de me deng veda. Bala gelek kesa kişand û gelek ji wan jî xwe li tirşikê tomar kirin. Ev bereketa peyama ya tirşikê jî encama vê danasînê ye. Îroj kete dîroka tirşikê. piştî salan ezê vê rojê vekim û yeko yeko peyaman bixwînim. ( belê ev taybetmendî di tirşikê de heye) mala hemû tirşikvan û kesên beşdar bûn ava.



02.05.2021 01:00 | tîrêj zana 21

28. iamhaks jî piştgiriyê da vê danasînê, dilê me nehişt û parve kir.

Here lînkê

Here lînkê



02.05.2021 02:02 | yûsiv

29. çiqas destê me hat me piştgirîya xwe da danasîna tirsik.net ê. kesên ku piştê vê kampanyayê hatine bi xêr hatine. salek berê îro ez jî bûm nivîskar û bawerim ezê berdewam bikim



02.05.2021 02:05 | doesntmatter

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
nifşa z-yê [5]
Yek ji wan jî ez im. Lê ez ne wek wan im! Tesîra medyaya civakî û în...
ekşi sözlük [1]
Ji her 10 entryên wê 5-6 heb aîdî nijadperest û kanzîya ne. Ca...
2024.05.17 li hev hatina aynur dogan û şivan perwer [1]
Demek berê li ser medyaya civakî nûçeyek hatibû belavkirin ku di navbe...
ibrahim halil baran [1]
Mêrikê ku bi awayekî rast îdrak nekiriye selo çima ewqas ceza xwariye?...
ibrahim halil baran [1]
Derbarê meseleya sirri sureyya onder rast e. Dibêjin ku de...
belki ev jî bala te bikişînin
» gulan
» 2021
» kampanyaya rakirina zayendên zimanê kurdî
» danasîna tirşik'ê li ser ferhengên din
» tirşikê bixwin lê nebin tirşikçî

Kategoriyên mijarê:: tirsik tirsik tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî