16. çalakiya ku ji tehmînên min ên berê jî zortir û dijwartir e. yabooooo bû deh roj e ku dest bi hewildana (bala xwe bidin, nabêjim dest bi terikandina, dibêjim hewldana) terikandina cixareyê kiriye,ne can dimîne ne rih dimîne ne jî xwîn dihere mejiyê im ê belengaz.. ez her şev dema têm malê ewilîn dikevim serşoyÊ serê xwe dişom û dibêjim sibe rojeke nû ye û êdî cixare tune ye, neyse dibe serê sibê dema ji mal derdikevim diçim li karî jî pakêta xwe nakim li bêrîka xwe, dema digihîjim nexweşxaneya ku têde dixebitim, taştêya xwe dixwim û dema ku xelas dibe dîsa wek her car kurmê cixareyê hemû laşê min dîl digire nikarim xwe ragirim diçim bûfeyê cardî distînim.. roja din dîsa wisa, roja din dîsa wisa.. |
|
23.08.2014 09:29 |
ferhenga şikestî
|
xemakê [2] |
|
têkiliyên ensest [1] |
|
tirşik forûm [1] |
|
wunken [1] |
|
bugs bunny [1] |