20. berê rehberiya turîstan kiriye. |
|
16.11.2014 21:24 |
simurg56
|
21. siyasetmedarê ku min digo qey piştî avabûna hdp'yê û jiholêrabûna bdp'yê dev ji vî îşî berde û neke li pey hdp'yê |
|
13.01.2015 22:55 |
ferhenga şikestî
|
22. simbêlên wî û pora wî wekê sîxên jûjî ne.. |
|
13.01.2015 23:01 |
onitnadna.ii-959d,rojamaniatanosonaip
|
23. min berê jî gotibû û niha jî jî dibêjin; heyfa wî bû ku li rex sirri sakikî yê ku dibêjê rêzeke bêsînor li ber ataturt û ismet inönüyî digirim, siyasetê dikir.. |
|
03.04.2015 19:23 ~19:24 |
ferhenga şikestî
|
24. dibêjin selahattin demirtaş jê re gotiye di vê hilbijartinê de em te nakin namzed.. mala wan ava, ev bûn sê hilbijartin ez di hilbijartinan de deng didim.. di her sê hilbijartinên borî de ligel hemû kêmasî û xeletî û heta belkî dilpîsiyên hdpê min dîsa digo nalel şeytên û min dengê xwe dida hdpê.. ji bo vê hilbijartinê jî dilê min li ser hdpê wasewas bû, mala wan ava bi vê biryara xwe argûmentek saxlem dan dest min ku ez dengê xwe nedim wan.. |
|
04.04.2015 09:30 |
endazer
|
25. (bnr: altan tan bahane deng nedan şahane) |
|
04.04.2015 12:46 |
nazim tolhildan
|
26. hdp xetayek mezin kiriye ku wî nekirine namzed. Ji ber ku sempatiya pirî kurdan ji ber vî zilamê şiqitîbû ser hdp. Dîsa jî ku qeza û bela dernekevin ez ê vê carê jî dengê xwe bidim hdp. Heya careke din xwedê mezin e. |
|
04.04.2015 14:24 |
ceso
|
27. wek nazim tolhildan jî gotiye ku altan tan bahane ye. |
|
04.04.2015 14:35 |
ferhenga şikestî
|
28. Dîs bihata nîşandan wê başbûna... |
|
04.04.2015 14:35 |
lalûte
|
29. altan tan bi xwe dibêje hemû axaftinên xwe dê bihêle piştî hilbijartinê, êz û hûn çima wisa bêsebr in. HDP ne ji ber oldariya wî ne jî ji ber rexnedariya wî , wî vê carê nake namzet. Na HDPê de kesên xwedî nêrînên wî dîsa pir in. |
|
04.04.2015 14:46 |
bijêrvan
|
30. yê ku beriya 5 salan dema gotibûn wê ji hdpê bibe namzetê amedê ez gelek kêfxweş bûbûm. dema min duh bihîst ku vê carê nabe namzet ji 5 sal berê kêfxweştir bûm. |
|
04.04.2015 15:07 |
brusk56
|
31. zanabûna Altan tan bixwe partîyêk e,belkî zemanêkî partîyêkê ava bike,kemasîyeke mezin çebu ji hdp re û ez vê jî bejim ez denga xwe ya dawi didime hdp. |
|
04.04.2015 15:24 |
hûteheftserî
|
32. dema altan tan hatê partîyê, beşdar bû ez pir kehfxweş bibûm. ji ber ku mirovên me pir olperestin bixwe ez jî wisa me.min di got mirovên rexneyên xwe ji hdpê ra ku dikin bi rastî kurden me digotin nizam bdp-hdp ji olê durê, devê van da navê xwedê dernakevê carekî negotine inşallah maşlallh falan bêvan.neysê min got altan tan hat mirovên me edî nikarin behane hincet bivînin ku dengên xwe nedin hdp.wisa jî bu hatina wî nav civak da xweş hat dîtin.ger ku hdp altan tan namzed nîşan nede gere em ji xwe qûna kesîda girê nedin û ji bo kurdan û kurdayetîye kîjan rê xweş be em ser wî rê ye bimeşin |
|
04.04.2015 15:39 |
quşxaneli
|
33. çi dikim çi nakim kêfa min jê re nayê. ger meriv rêvebirinê bide destê wî ew dê şerîatê bîne. mirovekÎ wisa ye. herçiqasî xwe nerm bide xuya kirin jî ez bawer dikim ku ew mirovekî wisa ye. ez qala rexneyên wî yên li hember hdpê nakim lewra li jor brusk56 xweş vegotiye. mêrik li hember partiyê ye hdp naxwaze wî bike namzetê xwe. de îja nebêjin nizanim hdp wî nekiriye namzet êdî argumenteke minî saxlem çêbû, nizanim hdp wî nake namzet loma partiyeke boş belasebep e. mêriv ji hdpê hez nake yabo, meseleyeke evqas hêsan e.. |
|
04.04.2015 16:18 |
mergehez
|
34. tew lo lo. kenê min ji rexneyan hat. |
|
04.04.2015 20:10 |
biruya hayao miyazaki
|
35. jiber ku êdî hdp ya tirkiyê girêdayî çi dozên kurdî nîn e,bi tenê kes girîng in di wê partiyê de.altan tan jî yek ji wan kesan bû ku ji bo hdpê pîçek jî bît kurdînî lê zêde dikir.anko çûyîna wi dê ji bo hdp ê bibît kêmbûna re'yan.welhasilê kelam piştî ewqas îttîfaqa hdpê bi xwe ve rît. |
|
04.04.2015 20:15 |
vêca çiyeeee
|
36. kesên ku di hefteyê de 7 roj û di rojê de 24 seatan qal û behsa demokrasî û pirhêlî û pirdengiyê dikin û serokên partiyên dî ên tirkan bi despotîzmê sucdar dikin, ji rexne, gotin û dijberiya altan tanî eciz bûne.. |
|
04.04.2015 22:41 ~22:46 |
ferhenga şikestî
|
37. - yekî derheqê wî de gotiye altan tan me wekê ker û kerîzan dibîne, esil hdp altan tan û hilbijêrên xwe yên dîndar ker û kerîz dibîne.. di hilbijartinên borî de li amedê heta belkî di nav hemû wekîlên hdpê de yê herî zêde deng standî altan tan bû.. cara ewil dewla serê altan gelek kurdên dîndar dengê xwe dan partiyeka li ser xeta pkkê û dîsa gelek kurdên dîndar yên ji berê de dengê xwe didin partiyên li ser xeta pkkê jî cara ewil bi dilxwazî û bi hemdê xwe dengê xwe dan namzedekî.. belkî sedî %80-90 hilbijêrên hdpê misilmanên sunî ne û dîndar in û ne ji ber îdeolojî û siyaseta pkk/hdp belê seb xatirê zarokên xwe yên di nav refên pkkê de bêyî ku li siyaseta hdpê bnêrin dengê xwe didin, lê ji ber ku hdp van hilbijêrên xwe wekê ker û kerîz dibîne, dibêje em kî jî deynin ber wan, dengê xwe nakin, wê dengê xwe bidinê wekê ku li kurdistanê qela namzedan rabûbe diçin ji quzzê kerê xelkê tînin dikin namzed.. |
|
05.04.2015 03:20 |
endazer
|
38. kesê ku di hilbijartina 2011an de ku min jî dengê xwe dabû, weke hatî gotin, di nav namzetên hdpê de nebûbû yekemîn. hatip dîcle jî leyla zana jî ji wî zêdetir rey standibû. |
|
05.04.2015 09:26 |
brusk56
|
tirşik v3.0 [2] |
|
tehdîdên kurdî [3] |
|
îtîrafên tirşikvanan [1] |
|
tirşik agahdarî [1] |
|
horhorik [2] |