Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    44 mijar û 69 peyam
    aramî û bêdengiya li ser tirşikê - tirşik
    aramî û bêdengiya li ser tirşikê
    (11) (2) ecêb (0) (24)
    di mijarê de bigere

    1. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

    2015.04.06-15:21 | elegez

    2. A ku dîsa van rojan pêk hatiye. An jî em bêjin hindik-dengî. Gelo sedem ezmûn filanin, an nivîskarên me tiraliyê dikin û hew.



    2015.12.02-16:49 | azadixwaz

    3. belkî ji ber qetilkirina tahir elçî be.



    2015.12.02-20:23 | xendekî

    4. tiştek normal e ji ber ku vê gavê kurdistana bakur parçeya herî bêaramî ye.

    her roj ewqas tişt diqewimin û tu kes ewqas ji tu tiştî fêhm nake ku kes naxwaze û nikare li ser bûyeran şîroveyan bike. aniha hûn ji min bipirsin ez nizanim bê ka li kîjan navçeyên kurdistanê qedexeya derketina derve heye, nizanim îro çend sîvîl hatin kuştin, çend çekdarên pkkê mirin û hwd. êdî em nikarin bişopînin. û bûyer jî ne zelal in.



    berê ugur kaymazek dihat kuştin û me ji bîr nedikir. me bi salan şîna wî digirt. êdî her roj zarok dimirin, qene em nizanin çend salî bû û navê wî çi bû. an jî gelo bi guleya kê hat kuştin...



    di pêvajoyek wisa de, mirov nikare li ser tiştên din jî tiştek binivîse.

    welhasil ewrên reş in li ser kurdistanê û mejiyên kurdistaniyan.



    2015.12.02-20:29 | simurg56

    5. Bêdengiya hê jî sedemên wê aşkere nebuye ji ber ku tam ji bo axaftin û gotinê wext hatiye. Ne wextê bêdeng-mayînê ye, wextê gotinê ye.



    2015.12.02-22:23 | azadixwaz

    6. aramîya jiber ku heroj kuştin çêdibin tirşikvan şîna wan digrin û kêf tune.. ji xwe kar û barê pkk û ydg-h qet nepirsin..



    2015.12.02-22:38 | shorbevan

    7. Va pêla dilê kevçî naçe tirşikê. Nizane çima. Ya rast berê jî ew qas ne eşq-i tirşik bî, zehf nedinivîsî. Lê niha bêhntengî, qehr, naçarî, bêhêvîtî û hew..



    2015.12.03-03:35 | kevçiyê dil

    8. aramiya ku weke hatÎ gotin, ji ber rewşa berbad a kurdistanê ye. kurdistan dişewite.

    tu tişt nayê ji dilê mirov. ciwanên me her roj her roj tên kuştin.

    ev siyaseta çewt didome tu kes dengê xwe dernaxe..



    2015.12.03-04:24 | brusk56

    9. ew kes ku rabe bêje ez heme û hebûna xwe li ser fikr û ramanên serxwebûnê ava bike dawî jî bêje welle berheq ciwanên Kurd belasebeb tên kuştin şaşîtiya herî mezin e. pkk baş xerab tedikoşe. lê kesên 'kurdistanî' ??



    2015.12.03-09:37 | ciwanqoser

    10. demeke dirêj e ku tirşik bê deng û seda ye. ev jî min aciz dike.. zanim kêfa tu kesî tune ye tiştekî binivîse ( di serî de jî ya min ) ji ber ku tu tiştekî xweş tune ye di vê jiyana kambax de! lê divê tirşikvanên jêhatî vegerin û tirşikê bikin gulistan * min bêriya rojên geş ê tirşikê kiriye. bes evqas bêdengî ! *



    2016.02.18-21:22 | sergijik

    11. piştî mehekê ferhenga şikestî vegeriya..

    bêdengî lê ne aramiya ku ez jî gelek pê eciz bûme loma bila herkes sibehê şûr û mertalên xwe amade bike, wa ye hat mirina zer*



    2016.02.18-21:54 [guhertin:2016.02.18 21:56]| ferhenga şikestî

    12. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

    2016.02.19-01:13 | elegez

    13. tişteke ne balkêş e. jixwe çend heb nivîskaran tirşik domîne dikir. dema ku ew jî dev ji nivîsê berdidin encam dibe aramî û bêdengî. divê kampanyayek bê organîze kirin û ew nivîskarên çalak bi hev re vegerin.



    2016.02.19-10:33 | nazim tolhildan

    14. ew ne ca çi hate serê endazer?e



    2016.02.19-15:36 | cinorek

    15. di wextê min de li ser sikratê bû. piştî çûyina min ji sikratê jî wer bûye *



    bila ev stran jî ji hevalan re be *












    2016.02.25-21:39 [guhertin:2016.02.25 21:39]| berxweda

    16. a ku eva 2 rojê dikewime ye.mirov xemgîn dike.tu tem,kêf û dilxweşî nahêle ber mirov :(












    2016.04.25-20:26 | quşxaneli

    17. Bi vê bêdengîyê dilê min dişewite,

    Canê min diêşe û ez kelogirî dibim..

    Lê ez dîsa jî xwe dixapînim dibêjim: Na na eva bêdengîya pêşîya bagerê ye (:



    2016.04.25-20:30 | hozan serhad

    18. heye gava tirşikvanên mîna min ziyaretiya tirşikê dikin, dixwînin lê bi xwe re nabînin tiştkî binivîsin. (bnr: bimre xwerenedîtin)



    2016.04.25-20:40 | hola êzîda

    19. bêdengîya bê wateye , 8 endam çalakin lê deng ji tukesî na derkevê.



    2016.04.25-20:57 | mijdar

    20. Bêdengiya ku ez jî jê gelek aciz im ://



    2016.04.25-21:17 | biaqila malê

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    zazakî [1]
    çend roj verê ez bawkalê xwu ra persaya. Mi va “bawo şima verê xwu û z...
    hefsar [1]
    navê romana hesenê metê ye ku dixwînim. Ji ser hefsarekî çîro...
    xendekî [2]
    yek ji qedirbilind nivîskarên tirşikê ye. pirî caran nexuya ye lê ...
    keçik çi dixwazin [1]
    xalê min Erich From, Sigmund Freud,Carl Gustav Jung, Rollo May Nisan b...
    keçik çi dixwazin [1]
    pirsa ku wek jineke ez jî bersiva wê nizanim. lê xwestekên herkesî c...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » aramî û bêdengiya li ser tirşikê
    » bêdengiya we me dikuje
    » serserr
    » tirşikê de bikaranîna "bnr" û "vbnr" çawa ye

    Kategoriyên mijarê:: tirsik
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî