173. ferhenga şikestî tespîtek rast kiriye di derbarê wîde, belê ne yekî qelewe/çîçlazokîye, zikê wî bi pişta wîve zeliqandiye, hew maye bişkê dema paşîn pir nagerîne jî * .. û awê dewara/kerê nan dixwe dîsa qelew nabe.. sedemên qelew nabe dibe ev bin; bavê wî jî zehîfe/ne qelewe, di dema ku bixwede were zêde çixare dikişand, gelo eleqeya ken pê heye an tune timî dikene, pir bêxew dimîne, dîsa wekî kera dixebite, ber binevşa narîn dikebe/di kesire * ... nizanim çima? ez çûm dixtor tu kula reş bi minde nîne.. ger ferhenga şikestî riya kîlo girtinê berfireh nîşan bide mala wî ava.. lê min vî tiştî jî dît min heft meh xwe li farqînê da erdê min ferqkir hinek qelew bûme paşê wekî balonê tefiyam |
|
27.07.2016 01:20 ~01:38 |
shorbevan
|
174. tirşikvanê ku ez jî xwedîyê heman xemê wî . |
|
27.07.2016 07:29 |
mijdar
|
175. Herkes dikare kîlo bigire bila reşbîn nebe. |
|
27.07.2016 22:45 |
ferhenga şikestî
|
176. nivîskarê dibe ku mîgren pê re hebe. Here lînkê |
|
17.08.2016 23:05 |
berxweda
|
177. nivîskarê bi îhtîmalek hindik dibe mîgren pêre hebe.. lê niha serê wî ji xeynî bi nezanî/awê dewara bikaranîna alkolê û rojên lehda jî ji zêde razanê serê wî yê çar goşe na êşê |
|
17.08.2016 23:25 |
shorbevan
|
178. Nivîskarekî tirşikê ye. Ji xeynî peyamên vî tu hevnasîyek me nîne dîsan jî ez dikarim bêjim baş dizane bitirşikênî. Kifşe ku tirşikê hez dike.niha di têhevê de bêtirî pênc hezar peyamên vî û mijarên ku vî vekirîye heye. qasek min li nivîsandina vî ê berê çav lê gerand birastî vêga li gorî demê berê nivîsandina xwe gelek rast kirîye. Ji tirşikê sûd girtîye nexwe. Aqûbet li serê me hemûyan be. |
|
18.08.2016 00:16 ~00:29 |
rûbar
|
179. piştî ku demeke dirêj bû ez dûrê tirşikê ketibûm û ez dîsa vegerîyam, ji min re peyama xêrhatinê şandîye û ez gellek bextewar kirim e.. |
|
06.09.2016 00:07 |
bûtîmar
|
180. di derbarê wîde kî dibêje çi bira bibêje xwedê heye nivîskarekî jîr û jêhatiye ew nabêje ji xeynî xêrnexwaza her kes dibêje shorbevan/77381 |
|
29.09.2016 19:44 |
shorbevan
|
181. zanyarê roniya serokatiyê têde heye lê çavê wî ne li mevkî û meqamaye, naxwaze serê xwe bi kesên bîna nazim tolhildanre biêşîne û naxwaze nazim tolhildan bi serokatiya xwe serbilinbike, sihûda nazim çiye serokek wisa bibîne... /94915 |
|
15.10.2016 14:26 |
shorbevan
|
182. kevne-nivîskarê tirşikê ku weke mayînde ji tirşikê hat bidûrxistin. |
|
16.10.2016 22:33 ~22:35 |
simurg56
|
183. nivîskarê ku derbarê wî de tenê çaraserî astengkirin bû û jixwe ew jî ji aliyê rêveberiya tirşikê ve hate kirin. ji ber wê, ji bo sexsê xwe, ji modersyona tirşikê re spas dikim. ji her peyama xwe ve zirar dida tirşikê, hindirê malperê vala dikir û gelek nivîskar ji tirşikê sar dikir. bawer dikim ku ji bo shorbevan xwe jî ya xêr ev e. ji ber ku her polemîk, her peyama wî ya bê armanc û ne pêwîst zirar dida sexsê wî xwe jî, kesayetiya wî dejenere dikir. |
|
17.10.2016 12:45 |
nazim tolhildan
|
184. gidîî dinyayê, kî digo rojek wê bê û ez ê bêriya shorbevan bikim? ;) |
|
20.10.2016 02:53 |
endazer
|
185. ji ber ku herkesî pê bawer dikir ku niyeta wî ne xerab e, ev çend sal bûn herkesî tehamaulî dikir lê wî fêhm nekir û xwe rast nekir. |
|
20.10.2016 22:01 |
simurg56
|
186. rihma wî li xwedê be..peyama wî a dawî eve; |
|
30.10.2016 12:03 ~12:07 |
bernadim
|
187. kevne-nivîskarê ku bi navê bernadim, vegeriyaye tirşikê. û peyamek dirêj şandiye, bi riya bernadim. serî de vê bêjim; min peyama wî nexwend. ji ber ku piştî hewldana xwendina 2-3 hevokan dîsa serê min jê êşiya ji ber ku tê de ne rê û rêbaz ne jî rêziman heye. mîna îspata mafdariya astengirina shorbevan e. |
|
30.10.2016 16:39 |
simurg56
|
188. jibû simurg56; te bixwenda û fehmbikira niha te serê wî û yê xwe jî nediêşand.. |
|
31.10.2016 16:55 |
bernadim
|
189. Nivîskarê ku çi hewce be sergijik di derheqê wî de gotiye. Seeta wê xweş be. Piştî vê bûyerê gotina " tirşik ya herkesî ye " pûç û vala derdikeve. Herkes bi armancên cûda cûda li vir e. Hîn nivîskar dixwazin tirşikê mezin bikin , hîn nivîskar dixwazin agahiyên kurdî bi dest bixin , hînek jî dixwazin troliyê bikin. Em dikarin sedeman bi vî awayî rêz bikin. Ku moderasyona tirşikê dibêje bila herkes peyamên kêrhatî , sûdewer û nizanim çi quzzulqurt binivîse bêriya erêkirina çomezbûnê bila ezmûnek çêke û li gorî encamê nivîskaran hilbijêre. Belkî wê çaxê bigihêjin daxwaz û armancên xwe. Û wekî din jî nivîskarek nivîskarekî din aciz kir ew bûtona astengkirinê belasebeb ne li wir e. Bila zilamên me yên qerase shorbevan asteng bikirana û jê xelas bibana. |
|
14.11.2016 11:02 ~11:07 |
biaqila malê
|
190. wey mala minê. îşê xwedê binêre ku du heb nivîskar ji sorbevan xwedî derketine û mixabin herdû jî jin in. dibêjim mixabin ji ber ku, we çi zû gotinên sorbevan yên derbarê jinan de gotibû ji bîr kir. hun çima ev qas dijminê xwe ne? qîzê hun li pey çi ketine sergijik û biaqila malê, derdê we çî ye? wellehî metel mam!! |
|
14.11.2016 13:42 |
nazim tolhildan
|
191. Nivîskare ku kes jê re negotiye milyaket e an profeminîst e . Di peyama jorîn de gotinên gelekî nexweş li dij jinan gotiye , rast e. Û têra xwe hatiye lînç kirin jî. Qansî tê bîra min min jî du sê reşik dabû peyamên wî yên bi vî rengî û min jê re jî gotibû. Ew jî wekî piraniya mêran difikire lê pirsgirêka wî durûtiyê nake , eşkere dibêje. Tabî ev nayê wê wateyê ku em piştgirî didin fikrên wî. Tiştekî wisa ne pêkan e. Di dûrxistina wî de tiştên hatibû gotin : |
|
14.11.2016 18:59 |
biaqila malê
|
tirşik v3.0 [2] |
|
tehdîdên kurdî [3] |
|
îtîrafên tirşikvanan [1] |
|
tirşik agahdarî [1] |
|
horhorik [2] |