Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 24 peyam
kesên ku çeqçeqê ji qêjik tênin - tirşik
kesên ku çeqçeqê ji qêjik tênin
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Ew kesin ku benîşt (qajik) dicûn çeqçeqê, qîçqîçê jê derdixin. Dengikî ecêb e. Bona çeqçeqê divê mirov pîspor be. Karekî zor e. Ne careke tenê, çiqas cara devê xwe levdê, divê ew denk derbikevê. Herkes nikarê pêk bênê. Ew kes axlebe(bi gelemperî) keç û jinên ber tenûrê ne. Rojê 10-16 saetan qajik dicûn. Berî razin, dikevine nav cihê xwe , serê xwe dideynine ser bêlgih û peyre jî qajikê xwe ji devê xwe derdixin. Dirazihin.



Dema ku qajik ji devê xwe derdixin , dixine gilok(girover) û carna dideynine ser yazma li serê xwe , çarna kevîka yazmê lê dipêçin, carnan jî dîse dixine amlelajê de .



Jo bo van kesan benîşt Mîna alete muzîkê ye. Çeq û çeq, çeq û çeq, çeq û çeq, qîç û qîç , qîç û qîç. Pet û pet .... kesên kû bêhtir deng derdixistin, binavdeng bûn di gund de.



Carna jî, wî qajikî dipivênin. Mîna nehîteke balonê mezin dibe. Hey maşallah ji azameta xwidê re.



Biçûçikayî ez gelekî dihesidîm van kesan. Min qajik dicû dicût dicût heta qederekê. Hema ku dengikî Biçûçik jî ji qajik derdiket çiqa kêfa min dihat (: .



Dûvre min xwe li balonê jî diceriband, min ew qajikê spî piv dida û baloneke mezin jê çêdikir. Hema bêje balona min bi qasî balona wan keçikên mezin , mezin dibû. Hê ez di wê kêfê de , min dimeyzan hema ew balon cêhde dipeqî (diteqî) û ew qajik bi behvila (poz) min, rûyê min, zenîya min û levên min ve dizeliqî. Belê, zanîn ne mezinbûna balonê bû, zanîn ew bû ku pîştî pivandinê nehêle balon bipeqînê.





Edît: erê, min hinekî bi zer ve zêde kir. Wekî dî, birastî ji ev mirov hene.



16.05.2016 12:55 ~13:21 | gumgumok

2. Kêm in. Ez jî yek ji wan kesan im ku ji qajik hez dikim û hinek deng jî jê derdixim lê ne qasê li jor hatî behs kirin. Qajik tişteke xweş e lê divê mu bizane ka li ku derê nayê cuyîn.



16.05.2016 13:01 | azadixwaz

3. kesên ku min jî xwestiye wekî wan bikim lê gelek zore seetê carek dikim çeqeçeq an nakim lê hinek kes 2-3 çirkeyê carek dikin çeqînî (xatiyeka min wisaye ger di teşbîhêde xeletî nebe wekî qavika çeq û puf peq *



16.05.2016 14:15 ~14:16 | shorbevan

4. (bnr: îmana min jê diçe)

Lê vê mijarê reqlameke berê anî bîra min: Di reqlemê da digot :sakız çiğnemek zor iş (cûtina benîşt karekî zor e)

Reqlemê da bona cûtina benîşt mamoste hatibû girtin û ewî cûtina benîşt hînê mirova dikir.



16.05.2016 20:40 | bûtîmar

5. (bnr: ka here lê/o bermêsê/o çeq çeqa te)



17.05.2016 00:24 ~00:25 | gulêê

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [1]
Bersiv ji bo peyama hothorik; 1- sond bixwe daku careke dîtir...
mêrê ku ji jina xwe re taştê amade dike û dibe ser nivînan [20]
Li gundê me xendekê xalê reşîd hebû, du zarokên wî li ...
dopamîn [1]
Di kesên şîzofrenîk de ew norotransmîtter bilind dibe, ew jî d...
sendroma kluver-bucyî [1]
Sendroma ku ligel Atrofiya bîlateral a amîgdalayê herî kêm bi ...
sendroma eisenmenger-î [1]
Xwîna paqij û lewitî di dil de li nav hev nakeve lê car caran berevajî...
belki ev jî bala te bikişînin
» kesên dema ku li malê tenê dimînin dengê stranê bilind dikin û dest bi dansê dikin

Kategoriyên mijarê:: yendin jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî