Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


19 mijar û 25 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; ferqa biwêj û gotinên pêşiyan
peyamên çepikkirî

92336. min bala xwe dayê di tirşikê de û di derûdora min de gelek kes ferqa ewana nizanin û carinan tevlihev dikin. loma min xwest di vÊ peyamê de rave bikim bê ka ferqa wan çi ne...



-gotinên pêşiyan bi giştî bi hevokî ne ango ji hevokan pêk tên lê biwêj bi lêkerekê raderê pêk tîne

- biwêjan rewşekê radigihînin lê gotinên pêşiyan rewşekê ranagihînin

-di gotinên pêşiyan de şîret û tewsiye heye lê di biwêjan de tune ye

-wateya gotinên pêşiyan rast in ango reel in lê wateya biwêjan mecazî ne

mînak:

-gotina kevirê havînê biavêje kadînê gotineke pêşiyan e, bala xwe bidin; ji hevokekê pêk hatiye, têde şîretek heye û wateya wê jî rast e



- gotina guh dirêjkirin biwêjek e, rewşekê radigihîne( dema mariv bi baldarî guhdarîya yekî dike, ev rewşek e) bi lêkera kirinê bûye rader, têde tu şîret nîn e û mecazî ye ji ber ku guh dirêj nabe, qest jê guhdan e..



08.06.2013 14:50 | simurg56