Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


44 mijar û 73 peyam
teoriya werarê - tirşik
teoriya werarê
(17) (4) (4)
di mijarê de bigere

15. teorîya ez pê bawerî tînim û raste em mirov ji ajalan hatine çewa? ev tişt hişê meriv nagre wekî nepêkan xuyabike jî pêkane lê hişê meriv vî tiştî nagre helbet di rojek du rojande nebûye şert û merc li gorî ku jiyan bibe bi tesadufî be jî bûye bifikirin çend sal emrê kaînatê wê hebe? bê dawî vaye çend sale heye bê dawî? an bi dawî lê hişê meriv nagre, îro kurmê ji dara çêdibin, an yên ji termekî çêdibin,yên ji di zikê fêkî û mêweyande çêdibin şert merc li gorî bûyîna wane ewjî di afirin/dibin, kurmikê qozê werivandina wî li ber çave.. vî tiştî kes înkar nake guherandinek heye di jîndarade şert û merc yanî mesela radyasyon û tiştek wisa hebe zarokên meriv bêguman bi awakî ewê hinek biguherin.. (niha eleqeya wî pê tune ev tişt hat hişê min ji kerê û histirê hesp çêdibe an dibe ji kere û hespê hêstir çêbibe ev çi meseleye min fehm nekir..) yanî salên berê nizanim çend milyar sal berê jibû jiyanê şert û merc hebûyê û guherandin hebûye, kesên bibêjin meymûn çima niha naguherin? niha rewşa cîhanê ne wekî hezar sal berêye(küresel ısınma û filan) dev ji milyar salan berdin,... îtîraf bikin hûn ji meymûna hatine pêxemberê me dibêje "yê eslê xwe înkar bike ne jimeye" ji kerema xwere înkar nekin *



06.04.2016 01:33 | shorbevan

16. (bnr: mîtokondrî)



25.04.2018 02:43 | endazyar

17. teoriyeke hem bi zanistê fîzîkê ve hem bi zanistê kîmyayê ve hem jî bi zanistê erdnîgariyê ve li hev hatiye, bi wan re ahengdar e.

teorî/106412



27.04.2018 15:58 | endazyar

18. teoriya ku raste. teoriya werarê teoriya ku mirov ji adem û hewa çêbûne derewand. mirov ji meymûnan çêbûne. gelek mirov ji ber baweriyên xwe yên dînî nikarin vê teoriye qebûl bikin, dixwazin bawer bikin ku allah adem û hewa bi şiklê mirovên îroyîn çêkir tevî kîr û qûz û daniye ser topa dinyayê, yanî teoriya werarê ne îslame, û:
(bnr: daîş ne îslame)
(bnr: koletiya seksê ne îslame)

alhamdulîla misilman



27.04.2018 16:58 | hola êzîda

19. Mijara ku buye sebep ku hola êzîda dîsa dev biavêje îslamê û dîsa tirşîkê provake bike.
2 heb gerstêrkên gerdûnê bişewitin jî wê rebeno dîsa sucê biavêje îslamê.



27.04.2018 20:17 | azad30

20. mijara ku buye sebeb ku azad30 dev biavêje hola êzîda jiber wî gotiye gelek bawermendên îslamê ji ber sebebên îslamî teoriya werarê qebûl nakin. ê ma qey derew e? û ne tenê hinda misilmana ev tişt heye, mesela ba xaçparêzên jî heye. Li amerika nîvê civakê red dikin. Ji bo propaganda xwe bikin creation museum vekirin. û gava ev tişt tê gitin, çima xaçparêzek ranabe û navêjin „yaw hûn dev diavêjin xacparêziyê“?



28.04.2018 21:48 | hola êzîda

21. (bnr: kurdobacteria)



09.08.2018 18:29 | mirovekirind

22. teoriya ku roj bi roj di aliyê zanistî de dibe yekane ravekirina jiyana li ser rûyê dinyayê. ez dixwazim di vê nivîsê de li ser çend rexneyên şaş ên ku li hember vê teoriyê tên kirin bisekinim.

1- Meseleya formên navber e ku tim û daîm afirînerîparêz (yaratılışçı) qala vê yekê dikin û dibêjin bila zanyarên vê teoriyê çend formên navgîn nîşanê me bidin. di rastiyê de ev arguman û îdîa tenê ji bo afirînerîparêzan wateya xwe heye, ji bo zanyarên ku li ser vê teoriyê xebatan dikin pirsgirêkeke wisa tune ye ji ber ku jixwe her zindî û her tiştê ku xwedî jînekî ye bi xwe formeke navber e û mîrasa xwe vediguhêze yê piştî xwe. tişta ku afirînerîparêz dixwazin herhal tiştekî ecêb e, yanî jîndarekî ku serê wî weke şêr e lê bedena wî weke gur e? an jî teyrekî ku serê wî weke dînozoran e û bedena wî weke teyran e? tiştekî wisa ne mumkune jixwe. teoriya tekamulê bi vî awayî pêk nayê jixwe. û teoriya werarê ne pêşketine jî, lihevhatina şert û mercan e. teorî tim û daîm ji basîtbûnê ber bi kompleksbûnê diçe, -bala xwe bidinê nabêjim mukemmelbûnê, ji ber ku ev îdîa jî ji aliyê afirnerîparêzan hatiye kirin û îdîayekî ne rast e- kompleksbûn ne mukemmelî ye, tenê xwelihevanîna ji bo şert û mercan e. herwekî tunebûna dînozoran meriv dikare ji vê rewşê re bike mînakeke baş, dînozor di dewra xwe de jîndarên herî pêşketî yên dinyayên bûn û nêzikî 180 mîlyon salan li dinyayê hukim kirin. Piştî ku 65 mîlyon sal berê meteorekî li dinyayê ket û bû sedema tunebûna dînozoran, helbet hemî dînozor ji ber vê yekê nemirin, piştî ku meteor li dinyayê ket atmosfera dinyayê bi xazên jehrdar tijî bû rêjeya oksjîjenê gelek kêm bû, loma jîndarên ku bedenên wan mezin bûn ji kêmbûna oksîjenê hêdî hêdî mirin, peyre jî yên ku bi goştên wan zikê xwe têr kirin ji birçîna mirin lê jîndarekî weke mişk (ne mişkê îroyîn lê ji bo ku mijar tevlihev nebe em jê re bêjin mişk) ji ber ku bi oksîjen û xwarineke hindik jî dikaribû bijiyana loma nemirin û jiyana xwe dewam kirin ku bûn bavê hemî jîndarên bimemik ên îroyîn. piştî ku meteor li dinyayê ket berê teoriyê zivirî û êdî kêmoksîjenxerckirin û kêmxwarin bû avantaj, yên ku bi vê avantajê re li hev kirin jiyana xwe domamdin û yên ku nekirin jî tunebûn, qismekî dînozoran jî vê avantajê bi kar anîn û her ku çû bedena xwe biçûktir kirin û ku îro em ji wan re dibêjin "mirîşk". belê ev ne tişteke komîk e, mirîşk bi her aliyê xwe ve dînozorên modern in û ji nifşa wan tên.

2- tevlihevkirina argumanan û bikaranîna safsatayan. yek ji îdîayên afirînerîparêzan jî ew e ku dibêjin fosîlên sexte hene û îhtîmala wan fosîlên ku tên dîtin ajalên astengdar (özürlü) bin (yanî wexta ku ji diya xwe dibin bi rêya mutasyonan bi awayekî kêm, qels an jî astengdar hatibin dinyayê). ev herdû îddîa jî qels in. lewra hetta îro afirînerîparêzan tu argumanek teoriya werarê bi rê û metoda zanistî têk nebirine. wexta ku argumanekî teoriyê hatiye têk birin, ev yek jî dîsa ji aliyên zanyarên biyolognasên werarê ve hatiye kirin, û wexta fosîlek tê dîtin di gellek testan de derbas dikin hetta ji cureyekî çend fosîl neyên dîtin qada zanistê pişta xwe zû bi zû nade wê fosîlê, herwekî wextê cara yekem fosîlê homo floresiensis tê dîtin zanyar pêşî dibêjin herhal ev bixwe însan e lê ji ber nexweşî an jî tiştekî din cûce maye, lewra serê wan û lingê wan piçekî mezin û bejna wan jî li dora metreyekî ye. lê piştî ku bi dehan fosîl tên dîtin testên berfireh dikin û ferq dikin ku ev bixwe ne însan e û cureyekî nû yê prîmatan e. hetta roja îro jî afirînerîparêzan yek argumaneke zanistî li hember teoriyê ava nekirine û yek rêzikek jî ji vê teoriyê têk nebirine. teoriyeke ku ji 160 salî zêdetir e bi gavên saxlem zelal dibe ji hêla afirînerîparêzan ve bi vîdeoyên yûtûbê xwedêgiravî tê têkbirin. bi vî awayî xwe dikin rewşekî nebaş mixabin û li qada zanistê dikevin rewşeke komîk, hetta niha bi deh hezaran cerb hatine kirin û bi deh hezaran fosîl hatine dîtin û bi deh hezaran meqale hatine nivisîn ku heta îro ji xeynî yên ku dîsa ji aliyên biyolognasên werarê ve hatibin têkbirin tu yek jî têk neçûye.

3- di vir de jî ez dixwazim li ser şaşiya matematîka nivisîkarê ku di peyama teoriya werarê/87204 xwe ya li bin vê mijarê nivisiye de bisekinim. ez bawer im ev ne fikrên wî ne dibe ku wî jî wan gotinan ji malpereke afirînerîparêz wergirtibe. gotinên wî yên ji aliyên matematîkê ve şaş ev in:


di gerdûnê de her atom bibe amînoasîdek û ji destpêka gerdûnê, ji roja big bangê heta niha her saniye pêkanîna vê amînoasîdê biceribîne, dikare 10^80 x 10^18= 10^98 ceribandinan bike. ev tê wateyê her atoma di vê gerdûnê de bi dil û can hewl bide proteînek wisa pêk bîne, dîsa jî nikare.

bihêlin karîna vê gerdûnê, li gorîî vê hesabê bi katrilyonan gerdûn jî biceribînin dîsa nikarin. (katrilyonek gerdûn dikare tenê 10^98 x 10^15 = 10^113 ceribandinan bike)


heval gellek tiştên tevlihev nivisiye ku ez naxwazim ji nû ve wan hejmarên dirêj li vir binivîsim. lê teknîkeke ku sedîsed li dijî matematîkê ye. lewra di pêkhatina îhtîmalan de qala "demê" kirin argumanekî afirînerîparêzan e û ne rast e. lewra îhtîmala çêbûna tiştekî ji milyonî yek be ev nayê wê wateyê ku wê ev tişt piştî mîlyon ceribandin çêbe. nayê wê wateyê ku wê çêbe û nayê wê wateyê ku wê hîç çênebe jî. tenê îhtîmala pêkhatina wê dibêje. em şaşiya wê argumana şaş bi mînakek din bibêjin da ku baştir bê fehmkirin. wexta ku meriv pereyekî hesin bavêje hewayê îhtîmala wî ya tûra an jî nivîsê ji 2an 1 e. lê ev nayê wateyê ji bo ku ev îhtîmal pêk were tu pere du caran bavêjî. tu tenê carekî jî bavêjî wê ji herdûyan yek pêk were yanî di carekî de! û dibe ku heta qiyametê jî wî perê bavêjî hewayê û her carê dîsa nivîs were. îhtîmala 1/2 tenê ji bo carekî ye, wexta ku te xwest îhtîmala dû car pereavêtinê hesab bikî lazim e ku tu wan li hev bixî yanî 1/2×1/2 ye her wekî tişta ku heval li jor jî qal kiriye ev e lê bi awayekî şaş daye pêş xwîneran tişta ku heval qal dike li ser hev ceribandina vê îhtîmalê ye û wer xuya ye bi lîstikên aqil dixwaze berê me bide mecrayên şaş* tiştekî wisa tune hevalno teoriya werarê bi van agrumanên şaş ên weke îlluzyonê ne têk naçe û hebûna îhtîmalekî tenê vê yekê isbat dike, eger îhtîmal hebe wê ew tişt muheqqeq çêbe û ji xwe heval li jor ji bo çêbûna amînosîtê ku ji ber xwe ve çêbe îhtîmala wê çî ye destnîşan kiriye. yanî îhtîmal heye û herhal ku îhtîmal hebe îmkan jî heye û helbet wê rojekî çêbûna.



02.12.2019 21:38 ~23:46 | ceso

23. Teoriya pêk hatina werarê ravedike ye. Charles darwîn sala 1859 da avêtiye holê. Ji ber ku Ji bo çewt kirina vê teoriyê tu delîlên zanistî nehatiye dîtin, îro jî derbasdar e. Ger rojekî bi delîlên zanistî were çewt kirin, wê demê "teoriya werar"ekî din çê bibe. Wek her teoriyên zanistî, heta were çewt kirin, rast tê qebûl kirin û beşên zanistê gorî qebûl kirina vê teorriyê tên avakirin.



06.09.2022 20:53 | pêşewa

24. Werar ew teorî ye ku dibêje, cureyên zindîyan bi demê re pêş dikeve û sedema şibîna cureyan jî ji ber hemû zindî ji heman pêşîyê (bavik) çêbûne. Ger mînak bidin, pêşiyên mirov û şempanzeyan heman bûn û bi demê re, ji ber sedemên xwezayî ev her du cure ji hev cuda ketine.

Yekem car ev raman, ji aliyê xwezazanê navdar ê îngilîzî charles darwinî ve di pirtûka wî ya bi navê the origin of species de hatiye vegotin. Darwin di pirtûka xwe de berfirehî behsa vê meseleyê kiriye û gotiye: Bi saya hilbijartina xwezayî cureyên ku baştir liberxwe didin, zêdetir dijîn û pêş dikevin. Cureyên ku nikarin liber xwe bidin jî yeko yeko ji dinyayê xatir dixwazin. Bi saya vê yekê jî genên me, her car bi saya hilbijartina zayendî, derbasî nijadên li pey dibin. Her wiha Darwîn balê dikşîne û dibêje bi demê re cureyek dikare biguhere û li gor cureyên xwe yên berê cuda bibe. Ev ramanên Charles Darwinî hin jî bingeha werarê ava dike.

Werara mirovan tê texmîn kirin 7 mîlyon sal berê destpê kiriye. Di vê pêvajoya werarê de taybetmendiyên mirovan, ên wek hiş û laşî her car guheriye, ketiye şiklekî nû an jî veguheriye şiklekî din. Me him taybetmendiyên nû qezenc kiriye him jî hin taybetmendiyên xwe qeyb kirine. Sedema herî sereke yên van qezenckirin û qeybkirinan jî, adaptasyona me yê li xwezayê ye.

Em mirov, bi mîlyon salan pêşketinê û bi hin jêhatîbûnên me, bi demê re, em ji zindiyên din pêşketîtir bûne û me serdestiyeke giran danîye li ser zindiyên din. Ev jehatibûnên me jî bi kurtasî ev in:
1- Bikaranîna alav û amûran.
2- Pêşxistina ziman û afirandina zimanên nû.
3- Bi saya zimanan, di nav xwe de danîna têkiliyên xurt.
4- Fikirîn û lidar xistina planan

Di derbarê werara mirovan de gelek lêkolînên zanistî hatine kirin û gelek teorîyên cuda hatine vegotin. Teorîya zêdetirîn tê qebûl kirin û teorîya zanistvan zêdetir li disekinin ew e ku pêşiyên prîmat û mirovan yek in. Ango mirov û prîmat ji heman zindiyê (hominîn) çêbûne û piştî demeke ji hev veqetiyane û li gor demê, li gor şert û mercên xwezayî xwediyê taybetmendiyên cuda bûne.

Yekem hominîn ku pêşiyên mirov û şempanzeyan in, nêzî 7 mîlyon sal berê cara yekem li Afrîkayê jidayîk bûne. Ev pêşiyên me û şempanzeyan, zêdetir dişibiya şempanzeyên îroyîn. Bi demê re, li gor şert û mercan û adaptasyona li xwezayê, cureyên homînînên nû derketin û bi pêş ketin. Di nav van cureyan herî zêde jî cureyên wekî Australopithecus, Homo habîlîs, Homo erectus, Homo heîdelbergensîs, Homo neanderthalensîs û Homo sapîens tê zanîn. Dema em yek bi yek li van cureyan dinêrin em baş dibînin ku di navbera van cureyan de cudahiyên wekî, mezinahiya mejî, çene û diranan, cudahiyên anatomîk û çêkirina alav û amûran derdikeve pêşiya.

Hemû homo (bi latînî tê wateya mirov) û pêşiyên me yên curbicur yek bi yek ji sehneya dîrokî wenda bûn lê yek tenê xwe xilas kir… Homo sapiens… Homosapiens bi saya têkiliyên di nav xwe, bi saya bikar anîna alav û amûran, bi baştir bikaranîna hişê xwe û bi adaptasyona xwe yê li xwezayê kir ku berdewamî jiyanê bikin. Bi saya van taybetmendiyên wan jî em mirovên nûjen, ala homoyan bi xwe re digerînin.

Ji pêşiyên me yên yekem ku li Afrîkayê jidayîk bûne heta mirovên nûjen nêzî 7 mîlyon sal derbas bûye. Ev pêşiyên me, li gor prîmatan baştir dikaribûn li ser piyên xwe bisekinin û bimeşin. Dibe ku ev yek di werara me de xala herî krîtîk û girîng be.

ger hûn bixwazin Di derbarê werarê de zêdetir nivîs bixwînin, çav lê Here lînkêê bixin.



18.02.2024 15:26 ~15:28 | yûsiv