Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    26 mijar û 31 peyam
    nazim tolhildan - tirşik
    nazim tolhildan
    (39) (15) ecêb (1) (35)
    di mijarê de bigere

    1. nivîskarê ku di van rojên reş ê tirşikê de, bi peyamên xwe tirşikê ji valemayînê xelas dike ye.

    mîsyonekî dîrokî standiye ser milê xwe, nivîskarekî pir stratejîk e, gogbazê defansê ye *



    2014.01.20-13:53 | brusk56

    2. nivîskarê ku van rojan herî populer e. hejmara peyamên wî ji 200an jî derbas bûye, maşelleh. bi qasê ji profîla wî tê fêhmkirin, avahîsaze. baş dinivîse xweş dinivîse. hêvî dikim domdar be.



    2014.01.21-20:29 | simurg56

    3. nivîskarê ku piştî peyamên xwe yên hatip dicle/25059 û hatip dicle/25060, terikandina tirşikê kiriye. em hêvî dikin ku vergere. ji ber ku ji bo çûyîna wî sedemek bimantiq tune.



    2014.02.03-23:13 | simurg56

    4. nivîskarê ku ger bi rastî jî tirşikê terikandi be, pir pir heyf e.

    lê min jê re peyamek şand, înşallah wê were. ji ber ku bi rastî jî baş dinivîsanda



    2014.02.03-23:22 | brusk56

    5. divê tu werî! bila stêrkekî din ê tirşikê neşemite ma qey nizane ku her çûyîn rêça êşê dihêle li du xwe. îro ew biçe, sibê ez, paşê yên din.. êê? em têk biçin tirk dawet li dar bixin



    2014.02.03-23:33 | ferhenga şikestî

    6. nivîskarê ku dûv peyamên brusk56 û simurg56 ve biryara vegerandinê daye ye.



    Ji bo eleqe û payama simurg56 bersiveke wiha daye: "silav hevalê hêja. bi sêrîde zor spas ji bo elega û peyama te. erê ez nêrînên te yên siyasî dizanim. bi rastî jî te nêzîkî xwe dibînim. tişta ku hûn bi tirşikê ve dikin pir girîngê. ez armanca we baş fêhm dikim. Ji bo ked a we ya bona kurd û kurdîyê spasa xwe dubare dikim. xem nekin, ez we tenê nahêlim. lê endazer bi sêrîde, çend heb nivîskara ez aciz bûm. ji ber ku ew nivîskaran her tim bi peyamên xwe ve têkoşîna welatparêzan bêperwa rexne dikin û kesayetên ku ji bo me pîrozin reşikên bêînsaf dikin. her wiha ez dizanim ku hûn nikarin peyamên wan jê bibin û jixwe jêbirina peyaman jî tişteke şaş e. lê ez ji te dipirsim, gelo ev kirinên wan kêrî kê tê? ez bi xwe alîyê fikir û ramanan da mirovekî azatim. heta deste min tê ez bi her perspektîfê ve li dinyayê dinêrim û parvebûna kurdan fêhm nakim. li gorî min vê gavê ti cudahî di navbera helwest a wan nivîskaran û sempatîzanên akp'e yên kurd tuneye. ger kurd hemû mafên xwe bi dest bixista, wê demê min ê helwest a wan fêhm bikira, bi ser de ezê bi xwe bibûma muxalîfê bdp'ê. lê vê demê divê em bibin yek. divê em vê rewşê de bi xwe re nebin muxalîf. ev yeka ku ew nivîskar dikin, muxalîftîyê ji derbas dibe û zorê dide asta heqeretîyê. Dema ku ewqas xwîn tê bîra min ez aciz dibin. lê ez dizanim ku acizbûn û terikandina min a tirşikê tişteke kesanî ye. Ezê demeke kurt de vegerim. Dibe ku dema peyamên tirşikê kêm bûnê* Wek gotina we, ez gokbazê defansême*"



    2014.02.12-15:27 | nazim tolhildan

    7. nivîskarê ku hatiye ve.. cardî bi xêr hatiye..



    wek muxalîfekî zimantûj û zimandirêj, an bi qewlê zero nalebar, dixwazim bêjim ku platformên bi vî rengî ji xwe ji bo muxalefetê ne, ew fikra ku dibêje, em hêj ne azad in, heta ku em azad nebin her rexneya were kirin dê di xêr û xizmeta dewleta tirk de be, derew û bêbextiyeke mezin e.. û ne ji xêrê re ye..

    pêşiyên kurdan dibêjin, behr bi devê kûçikan heram nabe, rastî û heqîqet wekê behrê ne, tu çi qasî pê de birî û pê de bimîzî jî nalewite, necis nabe û ava wê tê vexwarin..

    eger mirov ji rastiyên xwe û ji rastbûna xwe bawer be û piştrast be, xwe ji rexneyan, hetta ji reşkirinê nade aliyekî, çimkî çi qasî bi tohmet û îtham û argûmantên giran rabezî û êrîş bibî ser jî, dikare xwe biparêze û navê xwe ji rexne û reşkirin û îthm û tohmetan bişû..

    û divê mirov hinekî objektîv be, nekeve xefka îdeolojî û siyasetê de, ez ê du navan bidim kemal burkay û hatip dicle.. herdu camêran jî kêm zêde ji bo doza kurdistanê kar û xebat kirine, li ber xwe dane, ji xwe û ji emrê xwe fedakarî kirine, belkî gelek derfet û delîveyên dinyewî qebûl nekiribin.. yek sirgûn bûye û yek jî di salên dirêj di hebsê de girtî maye.. yekî têra dolabekî pirtûkên bi kurdî û li ser kurd û kurdistanê nivîsandine û dane çapkirin û yekî jî di meclîsa tirk de meseleya kurdistanê aniye rojevê..

    piştî van tecrûbeyên xwe yek li ser daweta dewleta tirk, vegeriya welatê xwe, ligel serokwezîr û bûrokratên hikûmeta akpê rûnişt, û ji aliyê pkkê û sempatîzanên pkkê ve wek xayîn û xwefiroş hate danasîn û lansekirin, tu nema jê re nehate gotin filan..

    yê dî jî vê paşiyê ji hebsê mûlaqatek da rojnameya cumhuriyetê û tiştên zirecêb gotin, got, neheqî li oya eronatê hatiye kirin, got ilker paşa û çetin paşa divê werin berdan, got me ji mêj de ye, fikra dewleteka serbixwe avêjtiye çopê, yanî tiştên welê go eger ne hatip dicle lê xwelîsereke wek min muxalîf gotibûya, niha cih lê teng kiribûn, sitar û mehwar lê nedihêliştin..

    tu eleqeya kemal burkay û xeynetî û xwefiroşiyê nîne, wekê her kurdekî navser hej popûlarîteyê dike, dixwaze ji aliyê xelkê ve were nasîn û hejêkirin, yanî dûeta ciwan haco ya ligel hülya avşarê û her du-sê albûmên wî yên vê taliyê çi bin, vegera kemal burkay û hevdîtinên wî yên ligel dewleta tirk jî eynî tişt e..

    lê eger mirov ji pencere û perspektîva siyaset û îdeolojiyeka teng re li meseleyan binêre, hingî tiştinên ji mirov re edet, ji xelkê re dibin qibhet.. yanî dema mirov ji çavê pkkê li siyaseta kurdistanê binêre, normal e ku salih muslim here bexda û tehran û enqereyê û normal e ku öcalan ligel mîtê rûne lê têkiliyên barzanî û kemal burkay û mustefa cuma yên bi dewleta tirk re, ne siyaset e xiyanet e.. filan..



    2014.02.13-05:34 | endazer

    8. nivîskarê ku wiha difikire: ger ez alman bûma, almanîtî yê ji bo min girîng nebûya. ger ez fransî bûma, fransîtî yê ji bo min girîng nebûya. bi heman prensîbê ve amerîkayîtî, îngîlîzî, ûrisî û misilmantî û xiristîyanî yê ji bo min girîng nebûya. lê kurdîtî ji bo min girîng e. ne ji bo kurbûna min, bona tunebûna mafên kurdan, kurdîtî ji bo min girîng e. di nav kurdan de soranîtî ji bo min girîng e. di nav xiristîyanan de misilmantî û di nav misilmanan de elewîtî ji bo min girîng e. dawîya dawîn di nav hemû ol an de xwedênenasî û di nav hemû nijadan de bênijadî ji bo min girîng e. derheqa objektîvîyê de bila kes ji min re çîroka nebêje. ji ber ku, dema kurd û kurdistan azat bû, kurdîtîyê jî ji bo min girîng nebe. bi vî awayî parastin a hatip dicle, bdp, û pkkê yê nebe par a min. ji ber ku cîhê ku ez vê gavê disekinim, di kurdistana azat de yê biguhare.

    her çiqas endazer li jorê bi zimanekî şêrîn ve ramanên xwe biparêze jî, ez û mîlyonên mîna min wek wî nafikirin. şaş nebin, ez nabêjim ku gotinên wî şaş in. ez dikarim di bin peyama wî ya jorê de îmza xwe biavêjim. lê radê rexneyên wî û çend heb nivîskaran, şêwazên wan û cîhê ku disekinin li gorî min şaş e. bêguman emê rexneyan bikin, lê ne ji bo hilweşandina têkoşîna kurdên welatparêz. divê em rexneyan bikin ku kêmasî yên wan xelas bin, şaşî yên wan serast bin û xurttir bin. lê ez dibinim ku kurd roj bi roj parve dibin û wek di tirşikê de jî xuyaye ku rexneyên xwe ji bo bihêzbûnê na, ji bo hilweşandinê û valakirinê dikin. di vê rewşê de aciz bûn û dijhevî ya min normal e.

    ti cudahî di navbera kirina hatip dicle û kemal burkay de tuneye. lê çi rêxî dikin bila bi hev re bikin. pişta xwe bidin hev û şaşîyên hev serast bikin. niha ez dîsa ditirsim ku, hin nivîskarên bê îdraq yê bejin qey ez dijî rexneyan im. ez li hemberî rexneyan nînim, lê daxwaza min ewe ku, bifikirin ku gelo rexneyên we ji bo çî ye û kêrî kê tênê.



    2014.02.13-11:07 | nazim tolhildan

    9. tirşikhezê ku bi vegera xwe baş kiriye. li vê dinyayê dijberê, li dinyaya paralel hevalê endazer e *



    2014.02.13-22:13 | simurg56

    10. nivîskarê ku ez ji aliyê ramanan ve ji sedî 95 beravajî wî difikirim lê tiştê ku min dît, ne wek şêwaza hin kesan dinivîse. rexneyên xwe bi zimanekî şîr û şekirîn dinivîse. mînakekî ji zêrîn e ku mariv dikare pê re bikeve nîqaşê, her çend mehda xwe tirş bike jî bi zimanekî sade û fêmkirî xwe îfade dike.. ihtimal heye ku ez hem di vê dinê de hem jî di axîretê de pê re bibim bira, li gel endazer:-)



    2014.02.15-21:42 | ferhenga şikestî

    11. nivîskarê ku di van rojan de di tirşikê de, têkoşînek lehengî didomîne ye.

    ez hatim bira ! tu ne tenê yî *



    2014.02.18-16:16 | brusk56

    12. ku van rojan bÛYE KELEMÊ çavê reş-propagnistan.



    2014.02.18-18:45 | cekdar

    13. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

    2014.02.19-17:18 | cinorek

    14. mon oncle: navê fîlmeke derhêner û lîstikvan jacques tati ye. ev fîlm, ji bo derhêner, fîlm a wî ya bireng a yekemîn e. wergera fîlmê bi kurdî "apê min" e. wek hemû fîlmên wî yên din, jacques tati, di vê fîlmê de jî nûjenparêzîyê* rexne dike. di vê fîlmê de peyivîn hema bêje tuneye û wek sînemaya bêdeng e. derhêner, bi vê fîlmê ve, dixwaze ku sarbûna teknolojîya nûjen * nîşanî temaşevanan bike. derheqa rexnekirina nûjenparêzîyê de, fîlmeke gelek serkeftî ye. xêncî fîlmên charlie chaplin mînakên ev qas serkeftî tuneye. lê fîlmên jacques tati, li gorî fîlmên Charlie Chaplin, piçek zêdetir sembolîk e. ger tu destpêka felsefeya nûjenparêzîyê nizanibî, tu vê fîlmê nikarî fêhm bikî. ji ber ku hemû sehneyên fîlmê û bûyerên di fîlmê de pêk te, sembolîkin. mon oncle, di dîroka sînemayê de di dereke girîng de bi cîh bûye. ji bo hemû fikir, raman, pirtûk, tez, îdîa û xebatên dijî nûjenparêzîyê, çavkanî û mînakeke girîng e.



    2014.02.19-18:25 | nazim tolhildan

    15. nivîskarê ku mereq dikim, wek semaptîzanekê pkkê û mûrîd û mûbtelayekê öcalan ji bo 06.02.2014 vîdeoya abdullah öcalan ya lêpirsînê çi difikire,??



    2014.02.21-04:12 | endazer

    16. rebenê ku, mixabin, bi rastî pirsa endazer hatîye ye. bi sêrî de bêjim; ez ne mûrîd ne jî mûbtelayê Öcalan im. ev pirsa wî ji min pirsîye, peyv bi peyv çekdar jî pirsîye. xuyaye ku armanca wî dîsa polemik e. li gorî min, endazer bi xwe ne hêjaye ku ez bersiva wî bidim. lê bi ser xatirê moderatorên din, nivîskaran û xwandevanan, ezê bersiva wî bidim.



    gotina ku divê ez di dawîyê de bêjim, ezê bi sêrî de bêjim. wek hûn her dem û li her derê, ji Öcalan re dibêjin gû xwar, ez jî dikarim vê gotinê di peyivîna xwe de bikar bînim. li gorî we bikar anîna vê peyvê mubah e. lewma, endazer gû xwarîye ku ji min re dibêje murîd û mûbtela. min hemû peyamên xwe de diyar kirîye ku ez ji her fikir û ramanan re heman dûrîyê de me. êdî ez westîyam ku, di alîyê siyasetê de cîhê ku disekinim diyar bikim. ji bo vê yekê, gotinên min yên berê, ezê dubare bikim: ger ez alman bûma, almanîtî yê ji bo min girîng nebûya. ger ez fransî bûma, fransîtî yê ji bo min girîng nebûya. bi heman prensîbê ve amerîkayîtî, îngîlîzî, ûrisî û misilmantî û xiristîyanî yê ji bo min girîng nebûya. lê kurdîtî ji bo min girîng e. ne ji bo kurbûna min, bona tunebûna mafên kurdan, kurdîtî ji bo min girîng e. di nav kurdan de soranîtî ji bo min girîng e. di nav xiristîyanan de misilmantî û di nav misilmanan de elewîtî ji bo min girîng e. dawîya dawîn di nav hemû ol an de xwedênenasî û di nav hemû nijadan de bênijadî ji bo min girîng e. derheqa objektîvîyê de bila kes ji min re çîroka nebêje. ji ber ku, dema kurd û kurdistan azat bû, kurdîtîyê jî ji bo min girîng nebe. bi vî awayî parastin a bdp, pkkê û öcalan yê nebe par a min. ji ber ku cîhê ku ez vê gavê disekinim, di kurdistana azat de yê biguhare. ger kurd hemû mafên xwe bi dest bixista, wê demê min ê helwest a dijberan fêhm bikira, bi ser de ezê bi xwe bibûma muxalîfê bdp'ê.



    gotinên min têra xwe zelal e. ez metel dimînim ku hê jî ji min re dibêjin mûrîd û mûbtela.

    di alîyê din ve; tiştên ku min di vîdeoyên Öcalan yên lêpirsînê de bihîstîye, wek hemû kurdan min jî aciz kirîye. bêguman di van vîdeoyan de montaj heye. lê divê em montajê ji xwe re nekin bahane. gotinên Öcalan eşkere ne. kes nikare montajê bike bahane û gotinên Öcalan veşêre. lê divê mirov destê xwe bide li ser wijdana xwe û wusa bifikire û bipeyive. ger 2 heb gotinên Öcalan yên şaş hebin, bi montajê ve kirine 10 heb. ango bandora vîdeoyan ya neyînî qat bi qat zêde kirine. ger bê bîr a we, hûn ê bizanibin ku, ew vîdeoyên bûne sedeme revîna ahmet kaya, ya li ber ala pkkê û postera Öcalan konser dida, hemû montaj bûn. bila ew jî ji we re biba mînak û her vîdeoyan %100 bawer nekin. lê divê mirov tiştên şaş re jî bêje şaş e. gotinên Öcalan ve jî, gotinên siltan silêman ve jî, gotinên hz. mihemed ve jî şaşî, şaşî ye.



    fikrên min yên di derbarê vîdeoyan de, bi kurtayî ev e. lê niha divê em werin meseleya bingehîn. hema bêje Öcalan îxanet kir û bû îtirafkar. di wê demê de emê çi bikin? divê em pişta xwe bidin hev û tevgera xwe xurttir bikin an wek hin dijberan bextîyar bin û peqlewê belav bikin. kurd di demên hêsanîyê de perve bibin, di demên zorê de yê çawa hev bigirin. xuyaye ku di damar û xwîna kurdan da her dem îxanet hebû û yê di pêşerojê de jî hebe.



    ez xemgîn im kekê endazer. him ji bo gotinên şaş yên Öcalan, him ji bo te û kesên wek te difikirin, him jî ji bo bêxîretî û bê esl bûna kurdan. lê ez bextîyarim, ji ber ku, her çi dibe bila bibe, kê çi dibêje bila bêje, ez dizanim ku ked û xwîn a gerîla beyxûde neherikî.



    2014.02.21-12:01 | nazim tolhildan

    17. nivîskarê ku ez ji sedî heştê beravajiyê wî difikirim lê dîsa jî gelek kêfa min jê re tê ji ber ku vala nîn e têr û tijî ye Her peyamê wî dixwînim lê divê toleransa xwe berfireh û bêhna xwe jî fireh bigire:-)



    2014.02.21-16:05 | ferhenga şikestî

    18. ê ku rêzikên



    "... tev dînamêt in

    agir û pêt in

    sor in wek etûn,

    agir giha qepsûn..."



    tîne bîra mirov.



    2014.02.21-16:18 | simurg56

    19. nivîskarê ku nizane çi dibêje û nikare tir û dasê ji hev ferq bike..



    min tu carî ji bo tu kesî -öcalan jî tê de- biwêja gû xwarinê bikar neaniye, te dî dibêjin baştirîn berevanî rabezîn yanî êrîşbirin e, evî camêrî jî ev stratejî daniye ber xwe, ji dêla ku rasterast îfadeya xwe bide anku xwe îfade bike û pirsa min jê kirî bibersivîne, bi neweyî û bêbextiyan êrîş dibe ser min..

    eynî refleks û reaksiyon dema ku ulusal kanalê û rojnameya aydınlıkê zabit û vîdeoyên lêpirsîn û dadgehkirina öcalan ji bo raya giştî eşkerekirin, jî ji aliyê sempatîzanên apocî ve hatibû dayîn.. wek ma hûn nizanin ulusal kanal û aydınlık çi gÛ ye, zikê wan çi qasî ji kurdan diêşe filan, min hingî jî got dîsa dbêjim erê em zanin, lê em vê jî zanin û baş tê bîra me ku wextekî şêwirmend û aqilmendê öcalan ev kadro bî, yên bawer nake dikare arşîvên med tv û medya tv û özgür gündemê kontrol bike.. û kî ji bo çi armancî bikar bîne bila bikar bîne, heqîqet her eynî heqîqet e,..

    min jê re got mûrîd û mûbtela ji ber ku heçî kesê ji xeynî kifşkirina heqîqetê û tesîskirina edaletê rê û rêbaz, siyaset û îdeolojî daniye ber xwe, nikare xwe ji sem-partî-zaniyê xilas bike.. çimkî ew rê û rêbaza ku daniye ber xwe çi qasî xelet jî be an xeletiyan jî bike, çi qasî ji rê derkeve û ji armanca xwe dûr bikeve jî, ew ruhê sempatîzaniyê nahêle û rê nade wan xeletî û rêşaşiyan bibîne, eger bibÎne jî di ser milê xwe re nabe ku behs bike, ji ber ku ew rêya li ber û ji ber bûye wesleyek ji ruh û kesayeta wî, heta ku wê rêyê rexne bike, divê pêşiyê meyl û tercîh û hilbijêrkên xwe bide ber pirsê û rexne bike.. tirk dibêjin kol kırılır yen içinde kalır eger mirov ne dilxwazê rastî û heqîqetan be, li hemberî her şaşî û xeletiyekî xwe dispêrin vê argûmantê, yanî tiştên di nav malê de diqewimin divê di nav malê de bimînin, yanî eger di nav malê de jin lêdanê bixwe divê neçe ji tu kesî re nebêje, yanî eger malxweyê malê qewadiyê bike û ji bo konfora qûna xwe namûsa jina xwe dane ber mezadê, divê neyê gotin, divê di nav malê de bimîne.. çima ji bo ku hîmên yekîtiya malê nehejke, ji bo ku stûna malê nekeve erdê.. hûn dibînin çi henekçî ne zarokên xelkê?

    dibêje erê tiştên di vîdeoyan de dilê min êşandin, lê piraniya wan vîdeoyan montaj in, û dîsa dibêje em bêjin ku öcalan îtîrafçî ye, em ê çi bikin? û bi vîdeoyên montajkirî yên ahmet kaya dixwaze öcalan temyîz bike..

    sempartîzanê herî fanatîk Û holîgan jî zane ku di wan vîdeoyan de bi qasê serê derziyê montaj nîne, öcalan roja ku xwe li ber taşeroniya mûteahîdiya dewleta tirk ku îhaleya şikandin û tepeserkirina îsyan û îtîraza tarîxî ya kurd grtibûye ser milê xwe, re kiriye, çi soz dabin ew sozên xwe dubare kirine..

    eger öcalan îtîrafçî be, ku îtîrafçîyê mezintirÎn e, divê em ji xelkê re bêjin, binêrin kesê ku hûn li ser her gotineka wî derdikevin kolanan û singa xwe didin ber tang û top û sîlehên dewleta tirk, bedena xwe jê re didin ber êgir û mirinê, yekî taşeron û îtîrafçî ye.. bes e êdî hevsarê îrade û îdareya xwe nexin di dest tu kesî de, her 15ê sibatê dernekevin kolanan, nehêlin zarokên we keviran bavêjin panzêr û erebeyên polîsan û cezayên ji emrê xwe yê biçûk mezintir bixwin.. tu kesî di ser xwe re nebînin, bêyî pirs û bêyî hesab bi ya tu kesî nekin, guh nedin serok û rêberên feodalîteya modernîzekirî..



    2014.02.22-17:25 | endazer

    20. Nivîskarê ku endazer jê re bûye dijber e. Dijberîya endazer ya li hemberî wî, dijberîya endazer ya li hemberî pkkê jî derbas bûye. Heta, ger nazim tolhildan bibêje xwedê yek e, ewê bibêje heşa. Ger nazim tolhildan bibêje pexemberê me hz. Mihemed e, yê dîsa bibêje heşa.



    Endazer jê re peyama xwe a li jorê de gotîye “nikare tir û dasê ji hev ferq bike” erê we cewt nebihîst. Dibêje tir, ne tîr. Lê ya ecêb ewe ku, endazer ji xwe tir û tîr ê ji hev ferq nake. Ez ferqa wan li jêrê diyar bikim:



    tîr : navê sîleheke kevn û serî tûj e, di nêçîr an jî şerê de kêrî mirova tê.

    tir : ba yê bideng ya di qûna mirovan de bê hay direve ye. Ango fis a bideng e. Lê xuyaye ku endazer bi devê xwe ve tira dike.



    Peyameke min a jorê de, min got ku, ezê li ser xatirê moderatorên din, nivîskaran û xwendevanan bersiv bidim. Lê îcar ez bersivê nadim. Ji ber ku, her bersiv pey xwe re pirs û pirsgirêken din tîne. Ger em di cîhekê de xalekê danenin, ev polemîkê dor bi dor, wek rêzefîlmên tirkan yê berdewam bike. Li ser de, zemanê min jî tune ku ez her dem li ber kombersê bisekinim û binerim ku gelo kî çi dibêje.



    Xêncî ev gotinên jorê ezê çend heb tiştan dîsa bibêjim û biqedînim:



    1- li gorî min tirşik cîhê siyasetê nîne. Encax tu fikrên xwe, bi kurtasî dikarî bînî ziman, lê ew jî têrê nake ku em ji hev îqna bikin. Di tirşikê de em dikarin ku, sibê heta êvarê peyaman binivîsin, lê nikarin ku ramanên xwe empoze bikin û santîmetrekî pêş de biçin.



    2- Ger hûn bixwazin ku bangeşe bikin an jî dijberîya tiştekî bikin û ramanên xwe derbasî hin kesên din bikin, bi ya min, divê hûn di platformeke din de vê yekê bikin. Ez dikarim fikrên xwe biparêzim û mafdarîya xwe îspat bikim. Heta niha min ev yeka zêdetir jî kir. Lê dîsa jî, bona dawîyandinê, divê em li cîhekî rûnin û rû bi rû bipeyivin. Di tirşikê de, li hemberî hev şandina peyaman kêrî tiştekî nayê. Tenê em ji hev aciz dikin û peyvên nebaş li devê me derdikeve. Ger wiha berdewam bike, di dawîyê de emê bi hev re çêr lê bikin û ez qet vê yeke naxwazim.



    3- Bi ya min, bi sêrî de sempatîzan û dijberên pkkê, ez jî tê de, şêwaza gelek nivîskaran xweş nîne. Ev yeka min çend cara got êdî nizanim. Pirsên wek, îsotçî evdo, gû xwar, tişta ku öcalan dixwe gû nîne donsa dordurme ye û hwd. pirsên rind nînin. Bê guman, gelek peyvên ku di devê sempatîzanên pkkê de derdikeve jî ne rind e. Ji bo van niqaşên navbera sempatîzan û dijberên pkkê de gotineke xweş ya bi tirkî belden aşağı heye. Hemû ev niqaşanan “belden aşağı” ye. Ji bo vê yekê, ez êdî naxwazim ku bibim parçeyekî van nigaşên bê mane.



    4- Endazer dibêje ku, ez çereza didim destê xwe û niqaşên sempatîzanên pkkê û dijberên pkkê bi kêfxweşîyê ve temaşe dikim. Tişteke ev qasî bê exlaqî tuneye. Ev yeka li gorî min nîne û endazer çi bike bila bike, çi dibêje bila bêje, êdî nikare min tev li van niqaşan bike. Ji ber ku, ez çi dibêjim feyde nake, kes guhdarîyê nake û armanca moderatoran jî eşkere ye.



    5- Her çi qas, ez hez nakim ku bawer bikim jî, ger armanca tirşikê dijberîya pkkê be û toleransa wana ji fikrên din re tunebe, û ger ez wana aciz bikim, ji bo terikandina min a tirşikê, peyameke simurg56 an jî brusk56 bes e. Ezê daxwazname ya xwe binivîsim û dev ji nivîsandinê berdim.



    2014.02.23-12:29 | nazim tolhildan

    Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    pirtûkên ku nivîskarên tirşikê vêga dixwînin
    son bakışta aşk - walter benjamin...
    ji kesekî nenas re mektûbek
    dear danold trump, fuck you. te çima piştgiriya referandûma me neki...
    25.09.2017 referandûma serxwebûna kurdistana başûr
    Bi qasî serxwebûnê yekîtîya başur jî ji bo me xeberê mizgînîyê ye lewr...
    25.09.2017 referandûma serxwebûna kurdistana başûr
    ji ber ku pirr nûçeyan temaşe dikim û xeberên derbarê referandûmê de d...
    25.09.2017 referandûma serxwebûna kurdistana başûr
    ma heyşt saet dengdan dest pê bike. sibê van çaxa înşela em ê bi kele...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » nazim tolhildan vs endazer

    Kategoriyên mijarê:: tirsik
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî