Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    12 mijar û 15 peyam
    tiştên ku dema mirov hîn bibe bejin lê dirêj dibe - tirşik
    tiştên ku dema mirov hîn bibe bejin lê dirêj dibe
    (10) (1) ecêb (1) (25)
    di mijarê de bigere

    1. yek jê ew e ku; wateya s.o.s "save our souls" e. yanî "rihên me xelas bike"

    yeke din: elmanî de "volkswagen" tê wateya "erebeya gel"



    2013.07.03-18:05 | simurg56

    2. (bnr: tavuk göğsü) ez berî çenh hefteyan liqayîbûm û lêwarqilîm ku bi rastî jî goştê singa mirîşka dixin di nav vê şîraniyê de..



    2013.07.03-22:17 | endazer

    3. ku yek ji wateyên peyva turkey'ê di zimanê îngîlîzî de "elelok" e.



    2013.07.04-12:05 | azadixwaz

    4. 2 xulekan de, zivirîna dîmenderê*, piştî mirov di google ê de "tilt" dinivîse û digere .





    2013.07.15-02:26 | brusk56

    5. yek ji wan tiştan peyva sabotaj e ku eslê xwe de vê têgehê navê xwe ji şimikên darîn yên sabo, standiye.



    2013.10.06-19:46 | simurg56

    6. yek ji wan jî tiştekî ne giringe le belê kengî werê bîra min ez bi xwe di kenim.

    gava min dest bi lîstina fifa kir sala 1999'an bû, û dema ku lîstik di vebû di got "e-a sports, tini gem", me jî henekê xwe pê dikir u di got "e-a sports, te ne gim" lê piştî deh salan behtir ez pê fêr bûm ku merik bi esil di bêjê "e-a sports, it's in the game".



    2013.10.06-19:58 | saladin

    7. yek ji van tiştan jî çavkanîya navê rojê (tavikê) di zimanê erebî de ye.

    di erebî de roj/tavik "şems" e. şems ji şamaş tê. şamaş di mîtolojîya sumeran de nave xwedayê rojê ye.



    2013.10.06-20:08 | saladin

    8. steve jobs surî ye. erê erê rast e. bavê wî Abdulfattah Jandali e û wî weke ewladî daye kesekî din.

    http://en.wikipedia.org/wiki/Steve_Jobs



    2014.01.14-22:23 | simurg56

    9. hînbÛna ku peyva terorê ji peyva tirs Û tirsandinê tê, yek jê ye.



    2014.01.19-10:19 | oxir

    10. (bnr: hêkên dîkan)



    2014.01.27-19:57 | simurg56

    11. hînbûna ku wateya strana bob marley ya bi navê no woman no cry ne "jin nebe girîn jî nabe" ye lê wateya wê ya rastîn "na jinê, negrî" ye.



    2014.03.04-22:16 | simurg56

    12. hînbûna peyvên gerontokrasî û patrîarka*



    2014.03.04-22:33 | kevçiyê dil

    13. (bnr: tiştên ku dema mirov hîn bibe bejin lê kurt dibe)

    bawerim wê bêtir tişt li vir berhev bibin.



    2014.03.04-22:56 | azadixwaz

    14. (bnr:mamik/34808)

    kaçûmanok yanî ka çû ma nok.. *



    2014.04.14-01:37 | endazer

    15. wateya mûzÎk.



    mû: hay



    sîk (ji sÎkr tê): şirovekirina mûyê ango hayê.



    2014.08.14-21:54 | kurê xelkê

    16. Eslê peyva ''sîyaset'ê erebî yê û ji 'seyîs'ê tê; seyîs di erebî de tê mana 'nihêrvanê hespan'.



    2014.08.25-22:46 | serpale

    17. tirşik forum/49116

    hema li vê binêrin bes e.



    2014.09.25-23:17 | azadixwaz

    18. berê wexta ku min di bin stranên kurdî re gotin û muzîk gelêrî an jî di bin helbestekê re gelêrî dîtiba min digo hey helal be jî gelêrî û kalikê gelêrî re. ne xwariya û nevexwariye hama helbest nivîsandiye. gotinên stranan û muzîk hemû aîdê wî ne. bişerefa şeref ku helbestkar û muzîsyenekî kurd hebê ew jî gelêrî bixwe ye*

    heta ku ez hîn bûm bê gelêrî kî ye û çi ye vêca hengî bejn li min zêdebû ji hingî ve ez li ezmana me.



    2014.09.30-15:11 | ciwan

    19. (bnr: modus vivendi)



    2014.10.19-21:10 | simurg56

    20. (bnr: columna vertebralîs)



    2014.10.19-21:41 | vêca çiyeeee

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    qerqaş
    Qer an jî qere bi kurdî navê rengê reşê geş e. Tirkî dibêjin kara. Dîs...
    tekirdağ
    Bajarekî pir xweş e. Gel li gorî gelê tirkî zehf medenî û bêhnfireh i...
    şîn
    1. Rengê azmanê sayî. Qama pêlên şîn 400-490 nm ne. Yek ji sê rengên ...
    sîstema nû ya tirşikê
    rojanekirinek biçûk; 1- di weşandina "peyamên li benda weşanê&qu...
    qûntopiz
    Qûnên mezin û derketî re tê gotin. Tebîreke ji boyî Jin û mêr ferq nak...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » tiştên ku aramiyê didin mirov
    » dema yek di google de bi kurdî dinivîse derketina tişten komîk
    » mirov kerîz, xwe şareza hesap kirin
    » hinarde û hawirde
    » biberli ekmek
    » bejinbost
    » lêf
    » dirêjî (yekî) kirin
    » dibê qey

    Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi jiyan anket
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî