70. civîn bi rastî jî xweş bû, çavê herkesê beşdarî civînê bûyî li hevalê (hun çawane heval*)))))) geriya, lê nizanim me nedît, |
|
23.03.2014 02:16 |
endazer
|
71. civîna ku ez pir jê kêfxweş bûme, ye. bi qasî dixuye bêdengiya min bala yên din pir kişandiye. li civînê endazer çend caran pirsî û min jî got "ez wisa me, zêde napeyivim". min çi kir çi nekir xwe ji vê bêdengiya xwe xelas nekir. ez kengê herim cihekî, li kêlekekê rûdinêm û li yên din guhdarî dikim. zatî jixwe ji ber vê hevalên min zêde nîn e. kes ji kesên bêdeng hez nakin. hema dibêjin bila hevalek were û ji me re qala meselokên xwe yên beradayî bike. hûn çiqasî baş bin jî hevalên we ba we nakin û hûn tenêya xwe dimînin û dibin asosyal. ka ew hevalên ba kesên bêdeng jî dikin axxx.. neyse civîn pir xweş bû. ez û hevalekî min çûn. hevalê min kurd e, kurdî hinekî fêhm dike lê nikare bipeyive. min ji wî re got civîn dê bi kurdî pêk bê lê wî got ez dixwazim werim. min nikarîbû bigota nê û min jî got de were û adiz bibe lê li gor gotinên wî, ew jî ji civînê kêf xweş bûbû.. berî herkesî serhat avci hatibû. axirê min wêneyên wî dîtibû û min wî nas kir û çûm cem wî. endazer hema peyivî û peyivî, nesekinî. di navberekê de qala hun çawane heval : ))))))) hat kirin û min bi rastî jî dora xwe nerî da ku binêrim ka ew li wira ye an na. sankî min wî bidîta, minê wî nasbikira :/ me çay vexwarin lê pereyê wan nedan.* ji ber ku ezê roja piştî wê vegeriyama izmirê, zêde wextê min tune bû û ez hinekî zû veqetiyam. ez li benda civîna duyemîn im. * |
|
23.03.2014 19:02 |
mergehez
|
72. civîna hevalbacên e ji ber ku yên dûr nikaribûn beşdar bibin piştî ku wêne jî dîtin behtir qeherîn * |
|
23.03.2014 19:54 |
gêjê
|
73. wekê di peyamên din de jî hatiye gotin civÎn xweş bû.. |
|
23.03.2014 22:18 |
endazer
|
74. civîna/kombîyayîşo ke ez tede çinê bîya. malesef, ez tikê tirşik ra dûrî kewta. cora ez erey hayîdar bîya. Înşalah ma rojêk telafî kenê. |
|
13.04.2014 16:47 |
kurdane
|
75. civîna ku min dil heye dilq û dirûv Û rengekî gerdîşî pê bidim.. |
|
21.04.2014 03:14 |
endazer
|
76. civîna ku di wêneyê wê de raserî serê min ''hê nebûye nivîskar'' hatiye nivîsandin. |
|
09.05.2014 21:29 |
nanxwerê cilqetên
|
78. civîna ku car caran (wek îşev) bêrî dikim û têm entryên ku bo civînê hatine nivîsin dixwînim.. |
|
11.01.2015 22:06 |
ferhenga şikestî
|
79. Civîna ku min nekarîbû ez tevlî bibim ji ber wê û ji ber sedemên dîtir xwezî careke din jî bê lidarxistin. hawara me tu yî simurg56 |
|
11.01.2015 22:11 |
xendekî
|
80. civîna ku wê demê me hay jê nebûyê.lê min hay jê heba jî ez tevlî nedibûm. |
|
11.01.2015 22:40 |
vêca çiyeeee
|
81. Civîna ku di ser de 2 sal derbas bûye ye. Min li çend fotoyên civînê nêrîn û hinekî xemgîn bûm.Di wan rojan de behs behsa tirşikê bû. Weke din ew foto weke wesîqayên (bîranîn, şûnmayî)dîrokî ne. Rojekî tirşik navdartir û berfirehtir bibê û ji her çar aliyê kurdistanê nivîskarên me çêbin, emê bibêjin ev ew kesin ku tirşik bi pêşêngiya wan hate avakirin in.. |
|
22.03.2016 20:49 ~2019.12.21 23:12 |
nan û av
|
82. civîna ku min nedikarî beşdar bibe. ku vê havînê civîneke dî were lidarxistin îhtîmaleke mezin ez ê jî tê da bim. |
|
22.03.2016 20:52 |
kurê xelkê
|
83. Civîna ku ez hêj lîseyê de bûm pêk hatîye. Pêşeroj bihar e. Bi nivîskarên nû tirşik wê dîsa bicivîne. (bnr: hêvî)* |
|
21.12.2019 22:15 |
kajav
|
84. civîna ku hema bêje 6 sal ser re derbas bûye. wext çi zû derbas dibe. |
|
22.12.2019 00:04 |
brusk56
|
de rabe vî kerî di vî bûrî derbas ke [1] |
|
paşeroj û pêşeroj [2] |
|
tirşik v3.0 [2] |
|
tehdîdên kurdî [3] |
|
îtîrafên tirşikvanan [1] |