Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


20 mijar û 27 peyam
yks2020

yks2020

2. Ezmûna ku berî niha 10 salan ez dîse ketimbûmê. Di Ezmûna ewil de (ygs) rêza min ~400, di ya peyre de (lys) rêza min ~2600 bû.
Ew çi tirs û kelecan bû yaw. Di ti ezmûnên dî de ev kelecanî nebû.
Di ezmûna ygs de kelecan û aramiyeke şêrîn di nava demarên min de digerîn. Bê tirs û xof ezmûn qediya. Ez ji %40 pirsan ne emîn bûm. Hetta paragrafên tirkî zehf li min giran bûn. Di matematîkê de jî, ji lezê ez gelek caran dudil dimam. Fen hêsan bû. Sosyal jî îdare bû.
Piştî ezmûnê diyar bû ku matematîk ful, Tirkî xeletîyek, fen 3 xeletî bûn. Xeletîyên dî ji sosyalê bûn. (Halbûkî xebata min ji % 70 li ser tirkî û sosyal 'ê bû*
Min tu caran matematîk û tirkî wisa baş dernexistibû û Sosyal jî ti caran wisa xirab derneketibû. Piştî vê serkeftinê ez hinekî sist bûm.

Di ezmûna lys de jî, di nav ezmûnê de aciziyekê ez girtim û ne berda. Îda ez ji rihê xwe aciz bûm. Hindik mabû ku ez terka ezmûnê bikim û ezmûnê nîvrê bihêlim. Bi zorê min xwe girt. Ti caran min ji matematîk û geometriyê wilqasî zêde xeletî nekiribûn. Wî wextî ez ji rêza ~400î şemitîm heta ~2600an.

Ji hemû ciwanan re serkeftin. Bila moralê we baş be. Piştî ku hûn baş xebitîn, tişta ji destê we hat we kir, encamê nefikirin. Wazifeya xwe bikin û encama ezmûnê nefikirin. Xwe Çavreş nekir, hirsê nekin. Lê ji binî dev jê jî neberdin.

Di ezmûnê de başî û xweşiyê bifikirin. Tiştên neyînî nefikirin. [heke tiştên neyînî werine bîra we, bêjine xwe, "ez têra xwe xebitîm. Min Wazifeya xwe anî cih. Encama ezmûnê ne xema min e. Xwidê mezin û heval e."]. Wê kêlîkê psîkolojî her tişt e.
'eks û nîqaşan bi pirsan re nekin. Serê kêlîkekê (mînak nîv saetê) dev ji pênûs û ezmûnê berdin û çend bêhnêên kûr bistînin. Û qurtek av vexwun. Û dewam bikin. Di dawiyê de li pirsên ku we nîşan dayin vegerin.

Weke herkesî ez jî virekê ji xortan re bikim.
piştî ezmûnê hertişt wê hêsantir bibe *



28.06.2020 02:29 | gumgumok

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
t*rk [2]
heke hûn kurd bin an ji nebin, ev gotin ji wek gotina (bnr: k*rt) nija...
tiştên ku dema mirov hîn dibe bejn lê dirêj dibe [4]
Adolf Hitler di jiyana xwe de qet cixare û alkol venexwariye. Li cihên...
siwar hatin peya çûn [8]
Xwe nexapinin. 1000 salan berê ew hatin hê jî neçûne....
tirşik translate [1]
Bersiv ji bo peyama hothorik; 1- sond bixwe daku careke dîtir...
mêrê ku ji jina xwe re taştê amade dike û dibe ser nivînan [20]
Li gundê me xendekê xalê reşîd hebû, du zarokên wî li ...
belki ev jî bala te bikişînin
» yks2020

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî