3. çawa dibêjin femînîstiya jinan heta mêrkirinê ye komûnîstiya komûnîstan heta dewlemendbûnê ye herwiha xwudênenasiya xwudênenasan jî heta tûrbûlansekî ye..* ez bawer nakim ku tu mirov di demên tengî û tehliyê de hawara xwe negihîne xwudayekî û destê xwe li ber veneke.. li ser dev gelek mirov dikare bêje û dibêje ku ez ateîst im ya rast rêz û hurmeta min jî ji vê bawerî an bêbaweriya van canik û camêran re heye lê ez dibêjim qey piraniya van kesên ku xwe wek ateîst pênase dikin an didin nasîn wek bertekekî li hemberî kesên ku dîn û diyanetê wekê milkên bavên xwe yên tapûkirî di bin çengên xwe yên bêhnpêketî digerînin û wek çekekî li hember kesên xudanê jiyan û cîhaneke sekûler bikar tînin xwe dispêrin pişt perdeya ateîzmê.. |
|
12.07.2013 03:28 |
endazer
|
tiştên ku dema mirov hîn dibe bejn lê dirêj dibe [2] |
|
tirşik translate [1] |
|
mêrê ku ji jina xwe re taştê amade dike û dibe ser nivînan [20] |
|
dopamîn [1] |
|
sendroma kluver-bucyî [1] |