Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    60 mijar û 95 peyam
    lîstikên zarokan

    lîstikên zarokan
    [ (3), (0) û ecêb (0)]

    1. Hopanê, hopanê

    Kejiya min a panê

    Avêt gola hanê

    Gola han qamîş e

    Marî fîşe-fîş e

    Kekê min çawîş e

    Çawişkî bi çûk e

    Min jêr anî bûk e

    Bûka Hesen Begê

    Sêva ser kulegê

    Wê sêvê hiltînim

    Gulekê datînim

    Gul gula hedadan

    Derî li min radan

    Çûm quncikê tarî

    Teyrek tê da dinalî

    Çi teyrekî sil e

    Tasa bi zengil e

    Kuta binê dile

    Deng diçû Mûsile

    Mûsila hêlak e

    Dest û pê şibak e

    Şibaka zêrîn e

    Pêçîka zîvîn e

    Heft qor digerîne

    Qorek temam nîne. Min got:

    Teyro çi hewalê te ye? Got:

    perr û baskê min şikestiye

    hevrîşmê Fatma Nebî ye, avêt ser deriye

    Dizan ji xwe re biriye. Dizo dizo ku de ?

    Bi rêka bi deştê da

    Şûr û mertal di ber piştê da.



    2014.03.07-02:23 | tavrosi

    Hemûyan Bixwîne

    Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    ji bo kurmanciya meletî, semsûr, xarpêt û mereşê navek nû [1]
    Bi rastî navê wê devokê kurmanciya rojava ye. Lê Gava em dibê...
    çiya mazî [1]
    helbesta wî ya bi navê her tim di palûteyan de mirime wî, bi d...
    werin kurdno! mîmên kurdî çêbikin! [3]
    bila çêkin ev ne problem e lê kesên ku çêdikin bila hinkî tiştine xweş...
    neologism [1]
    Neolojîzmek (ji yûnanî νέο- néo-“nû“ û λόγος lógos “axivîn, gotin“) pe...
    werin kurdno! mîmên kurdî çêbikin! [1]
    Têkoşîna pêkenînê ya komûnal. Armanc çêkirina mîman ji bo her kesî....
    belki ev jî bala te bikişînin
    » lîstikên gelêrî
    » zarokan re du nav danîn

    Kategoriyên mijarê::
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî