Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


17 mijar û 22 peyam
bê edebî û bê hurmetiya niviskarê tirşikê

bê edebî û bê hurmetiya niviskarê tirşikê

13. bûyera ku canik û camêrinên ku hê jî format û konsepta tirşikê fêm nekirine derxistiye holê.. erê tirşik ekşî ye yanî hetta we bivê tirş û tehl e û xwar e û ji xwe bi qewlê bav û bapîran kumê rastiyê jî timî xwar e û tirşikê formata ekşisözlükê ji xwe re kiriye mestere.. tekane ferqa tirşikê ya ku wê ji ferhengên înteraktîv ên din yên wekê ekşiyê cuda dike kurdiya wê ye..

bi qasê ku min fêm kiriye camêrnin dixwazin ku ev der bibe cihê pesndana partî û rêxistinekî ku xwe wek nimînerê gelê kurd dibîne û dihesibîne.. ez naxwazim dilê tu kesî ji tirşikê bihêlim lê tirşik ne der û deverek wekê ku hÛn difikirin e.. ez bi xwe misilmanek dîndar û mûtedeyyîn im û rojê pênç danan nimêj dikim eger canik an camêrek rabe û dijûnan bike pêxemberê îslamê mihemed pêxember ku ez wekê pêxemberê dawîn yê xwudê qebûl dikim û dînê ku aniye dihebînim ez bi xwe ji xwe re nakim xem û eleqeya xwe jê çênakim.. çimkÎ ne hedê min e ku ez rabim û berevaniya pêxemberê xwudê bikim.. bînin bîra xwe sala ku mihemed pêxember tê dinyayê waliyê yemenê ebrehe ji bo ke'bê birûxîne artêşekî ji fÎlan dadimezrîne û ji bo êrîş bibe ser mekehê li dora bajarê mekehê kon û xîvetên xwe vedide.. di wê heyamê de artêşa ebrehe rê li ber çend karwanên malmezin û giregirên mekehê dibire û karwanên wan dişelîne.. karwanê bapîrê mihemed pêxember, ebdulmuttalîb jî di nav wan karwanên hatîn şelandin û talankirin de ye.. ebdulmuttalîb tê haf û hizura ebrehe û dewa deveyên xwe lê dike ebrehe şaş dimîne dibêje ez hatime ku ke'bê birûxînim tu têyî behsa deveyan dikî.. ebdulmuttalîb jî dibêje ez xweyê xwe û deveyên xwe me xweyê mekehê û ke'bê jî heye û wê ji êrîşan biparêze.. xwudê jî bi çûkên ebabîlê êriş dibe ser artêşa fîlên ebrehe û wan dihelikîne..

dîsa bînin bîra xwe demekî du xatûn derketibûn ser bernameyeka tvyê û digotin ''eger tiştek newê serê me em dixwazin bêjin ku em hej atatürk nakin..'' yanî meseleya hejênekirina öcalan di nav sempatîzanên pkkê de ji îhtîmala hejênekirina atatürk ya kemalîstan jî wêde çûye.. biracan ez bi xwe hej öcalan nakim û sed keriyên min ên pez hebin ez öcalan nakim şivanê keriyekî tenê jî.. li gorî min öcalan ji roja derketiye û heta niha her li ser heman xeta çelexwarî dimeşe.. li gorî min bi qasê misqalê zerê kurdîtî û doza kurdistanê ne bi xema öcalan ve ye.. ez zanim hûn ê rabin bêjin nexwe çawa û çima ew qas zehmetî û nizanim çi daye ber xwe.. ez ê bêjim kîkan zehmetî.. nekenin û nebêjin ber çavên te bigire.. ji xwe camêr bi nivîs û beyan û polîtîkayên xwe rojê pênç caran mebesta xwe eşkere dike.. lê wek meseleya baqê nîskan yên çavên xwe ji rastiyê re girtîn û yên ku bi xwe re nabînin ku fikra xwe biguherînin zehmet e ku mirov tiştekî bi serê wan bixe..

anyway.. yanÎ çi? yanî tirşik tirş e û bi kurt û kurmancî îhtîmal e ku qebûl û qalibên we berovajî bike..



08.09.2013 02:32 | endazer

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
sendroma kleine-levinî [1]
Ew sendrom bi xewa zêde(hîpersomnîa) tê zanîn. Xewa zêde ne wek xewa m...
rêkutan [1]
Min çawa sernivîsê dîtt min got qey simurg56 ji bo dermana bi navê (vb...
siwar hatin peya çûn [9]
Xwe nexapinin. 1000 salan berê ew hatin hê jî neçûne....
t*rk [2]
heke hûn kurd bin an ji nebin, ev gotin ji wek gotina (bnr: k*rt) nija...
tiştên ku dema mirov hîn dibe bejn lê dirêj dibe [4]
Adolf Hitler di jiyana xwe de qet cixare û alkol venexwariye. Li cihên...
belki ev jî bala te bikişînin
» bêdawîtiya dojehê
» bêjeyên kevn ên kurmancî
» niviskarê bênav
» tirşikê de bikaranîna "bnr" û "vbnr" çawa ye

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî