Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


21 mijar û 28 peyam
firat cewerî

firat cewerî

10. terkexem û terkeselatekî xwudêjêrazî derheqê xwudêhêliştiyê firat û nêrînên wî yên ûtopÎk ku dibêje bila alfabeya latînî û zaravayê kurmancî li ser hemû kurdan bê sepandin û di vî warî de bila standardîzasyonek çêbe tiştinên xweş li hev anîne dîwarê xwe lê kiriye..

''Xwedê xêra wî binivîse, hemû şêremêrên kurdan bibin yek, tîm û 'toplim'a komediyê ava bikin, dîsa jî nikarin bi qasî Firat Cewerî min bikenînin.(1) Camêr li ser navê "hevpeyvîn"ê fikrên xwe yên utopîst û ûltra-luks pêşkêş dike û rasterast dibêje bila kurdên başûr dev ji elifbêya erebî berdin û bi tîpên latînî binivîsin. Ev qurretî û bêminetiya me kurdan yan ji Sobariyan tê, yan ji Medan yan jî ji Fransiyên pozbilind.



Pirzimanî, pirçandî, pirdevokî, pirelifbayî/piralfabeyî ne bendav û barîqat in li ber yekîtiya kurdan û edebiyata wan. Zarokên kurdan jî ne ehmeq in elhemdûlillah, wekî zarokên xelkê dikarin sê-çar zimanan hîn bibin û bi sê-çar elifbêyan jî bixwînin, binûsin, bistirên û bi hev şa bin kaka gyan. Werger û transkrîpsiyon û adaptasyon jî herwiha rê û rêçik in li ber têgehiştina mînî-edebiyatên kurdî yên zarave û devokên cuda. Jixwe di van salên dawî de bînaenaleyh çend xortikên xwedîxîret û jîr û jêhatî milên xwe xurt dane ber barê vî karê giran. Wan fermandar û gardiyanên tek-perest ji hiş û mejî û qelem û deftera xwe dûr bike. Dûr bikin! Bes e lo! Vê standardîzasyon û yekîtiya derewîn ruhê me reş, mejiyê me gewr kir lo! Wellehî bes e! "Ez ê yekî bikujim" ha!..



Yan jî ez ê bêjim ava Ewropayê efsûnî ye kî vedixwe fikrên wî/wê zikopişto dibin lê ne ji kenan, ji oryantalîzmeke bê hedd û hidûd. Heyatim, kê ji te re bi vî awayî behsa yekîtî û standardîzasyonê kiribe, tinaz û laqirdiyên xweş jî lê zêde kirine, te hay jê nebûye. Ew mesele werga/wisa/wilo/we/wenî/wiha nabe. Êmiş delêm, em ne Ataturkê qûnneşuştî ne, şorişa tîpan di sedsala bîst û yekemîn de pêk bînin. Mirov xwe li dara rastiyê û realîstiyê digre û paşê diaxive. Berçavkên te yên "kemalîst-bîner" kevn bûne. Van fikrên surrealîst encax tu dikarî bo çîrokên xortên kurdan ku nikarin li kuçeyên Stockholmê bikutin keçikên Swêdî, bi teknîka realîzma efsûnî bikî motîf û bi erotîzmeke "ox xweş ox xweş" bihûnî û ji xwe re pariyek nan jê bixwî. Li vê dinyaya pûç û vala, ji xeynî vê b'kêrî pênc qurîşan nayên. Ji kerema xwe deriyê hiş û mejiyê xwe veke û fikrên xwe bide ber bayê payîzê, hindik maye genî bibin camêr!..



YEKÎTÎ BÖÖLE BİŞİ DEYİL QANQA, STANDARDİZASYON BU DEYİL, eDhéBIyhAT bÔyLÊ bI$Î DéYHiL...



______

1: Şêrejin her ken û keyfxweşî ne ji bo me doxînsistên beredayîst, belam eve meseleyeke cuda ye pismamno û dotmamnê, ez ê tevlihev nekim. Serêşî ne lazim... Berdewam bikin, bixwînin...''



09.09.2013 19:22 | endazer

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
t*rk [2]
heke hûn kurd bin an ji nebin, ev gotin ji wek gotina (bnr: k*rt) nija...
tiştên ku dema mirov hîn dibe bejn lê dirêj dibe [4]
Adolf Hitler di jiyana xwe de qet cixare û alkol venexwariye. Li cihên...
siwar hatin peya çûn [8]
Xwe nexapinin. 1000 salan berê ew hatin hê jî neçûne....
tirşik translate [1]
Bersiv ji bo peyama hothorik; 1- sond bixwe daku careke dîtir...
mêrê ku ji jina xwe re taştê amade dike û dibe ser nivînan [20]
Li gundê me xendekê xalê reşîd hebû, du zarokên wî li ...
belki ev jî bala te bikişînin
» firat wergerî

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî