Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
biwêjên kurdî - tirşik
biwêjên kurdî
(34) (3) (27)
di mijarê de bigere

103. ev peyam ji me re zêde bû *



07.11.2021 02:18 ~2021.11.08 13:36 | ozmoz

104. biwêjên kurdî/137636 evêya tirkmancî ye heval, ne Kurdî ye. divê yan navê mijarê were guhertin yan jî tu sererast bikî.



07.11.2021 20:32 | xabûrî

105. hasil ê here Mûsilê

Dema yek bixwaze bêje tu gelek dereng vî tiştî dikî ev biwêj bikar tê. Wek heta tu xwe Amade bikî hasil ê here Mûsilê !!! Wate tu ewqas xwe derengiyê dixî , dereng î.



07.11.2021 23:16 ~23:19 | navîgiranmezelîwêran

106. "perên wî biba ew biça esîmana"

qey li ser kêfxweşîyê...



10.05.2022 21:53 ~21:54 | ciwanzêr

107. Îro hevalek min li ser toqeyê minê ji girêdanê sist bibû tiştek got. Rastî gotinek eyb e lê biwêjek wiha jî heye yanî.
“Mîna qûzê pîra” wek toqe, ji bo tiştên fere û sist re tê gotin.



10.05.2022 22:00 | xemakê

108. erd bigihe ezman: ji bo tiştên nemimkun, yek nahêle tu bikî tê bikaranîn.
wek; bi xwudê erd bigihe ezman tu neçûyî wê malê!
sond xwar, got bi xwudê erd bigihe ezman bêyî firavîn lingê te ji vê malê derneket!



11.05.2022 13:19 | endazer

109. ser û siya wan li ser bûn
Xwedîtî li tiştekê/î, kesekê/î kirin.
Mînak:
-xem neke, qene nêzî xaniyê pîrika wan e, dê ser û siya wan li ser be.



27.05.2022 16:42 | rizgarm

111. Pêşa min vekiriye: kesek bixwaze ji yê/a hemberê xwe re bêje tu xêra te negihiştiye min tê bi kar înan.



05.10.2022 20:58 | rizgarm

112. (bnr: ser dewra adem pêxember mayîn)
Wate: ji bo fikir û hereketên zehf paşvemayî û paşverû tê gotin.
Mînak:
+ew cilên xwe bi destan dişûn, makîneya wan tunne.
-ohoo, ew jî ser dewra adem pêxember mane.



14.02.2023 15:01 ~15:01 | pêşewa

113. (bnr: derbasiya dinê)
Li devera me da bersivekî pirsyarên "tu çawa nî, çawa diçe" ye. Ku rewş monoton be, bersiv wiha dibe.
Mînak:
+ Merheba tu çawa nî, baş î?
- Sax bî ez baş im, derbasiya dinê ye. Tu çawa yî?



12.04.2023 12:56 ~13:02 | pêşewa

114. pîvazek di nav rûyan de hûr kirin : Bi kêmanî dilê kesekê/î xweş kirin.

Mînak:
te pîvazek nav rûyên wî de hûr bikira, hema pênc paqnot jî têxista bêrîka wî.



16.04.2023 11:30 | rizgarm

115. (bnr: zîn bizinê kirin)
Wate: pir bilez bûn, pir ecele kirin.
Mînak: em hema çûn hê nû rûniştibûn, ewî Zîn bizinê kir got de em rabin.



06.11.2023 18:29 | pêşewa

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» biwêjên îngîlîzî
» kurdînûs

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi anket zimanbiwej
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî