Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


37 mijar û 56 peyam
biwêjên kurdî - tirşik
biwêjên kurdî
(34) (3) (27)
di mijarê de bigere

66. bi tira xwe qulingan dikuje.



06.05.2020 03:19 | roberz

67. (bnr: pê êşeka li ser doşeka)



07.05.2020 00:49 | bûtîmar

68. (bnr: ji kîsê bavê xwe çûn)



07.05.2020 01:14 | xelîl

69. (bnr: te kurd kir dewlet)

Li herêma me, gelî goyan tê gotin. Dema kesek nawenise karek bike, karê xwe baş nekirbe, bêxêret be, welhasil di rewşek negatîf de be kesê himber wê/wî dibêje te kurd kir dewlet. Di van formên hevokan de jî tê gotin: mala minê te kurd kir dewlet. te kurd ji min re kir dewlet. Versîyonek dî ya vê biwêjê eve:
(bnr: te kurdistan ava kir)



10.05.2020 11:20 | hespêsor

70. Mîza xwe ser sera xwe re diavê yanê çarçav e, şiyar e, zana ye û hwd.



13.05.2020 04:06 | rizgarm

71. etehiyato çawa lê hato

ji bo kesên bê xislet tê gotin. divê hema bila tiştekî çêbibe lo çawa dibe bila bibe.



18.05.2020 03:46 | afa

72. goştê ga ye li ber çawa ye: tiştek an bûyereke eşkere, neweşarbar, bê şik û vekirî.



18.05.2020 09:59 | bayê newala şemo

73. Ez dibêjim hirç va, tu dibêjî rêç va



20.05.2020 11:14 | afa

74. (bnr: ne min ê ne te yê)



20.05.2020 13:55 ~14:47 | bûtîmar

75. "Kûçikan dide ber pellan"
Wate: ji mirovên karan nakin û vala rûdinin re dibêjin.
Mînak:Aha master kurd kûçikan dide ber pellan, bila karekî bike.



20.05.2020 14:38 ~14:39 | master kurd

76. kundê serê şikêran, bavê min got wateya wê nebaşbûn e lê li gorî min wateya bêkêrî jî dihewîne. Kesekî ku li ba wan tê bikaranîn hebe û wateyê zanibe bila ji kerema xwe binivîse.



24.05.2020 19:14 ~19:14 | xabûrî

77. (bnr: ne to ver ne to dim (ne li paş ne li pêş) ) yanê merdim nêzana ki verê to şî o nêzana ki dimê to yenê.



30.05.2020 16:36 | rizgarm

78. mirî û mewitî. Peyva duyem jî bi erebî hemwateya ya yekem e. Ev biwêj ji bo kesên di xwe re nabînin, ji bo kesên keslan re tê gotin.



08.06.2020 11:09 ~11:10 | xabûrî

79. dewê xwe dirjênin û peşkek nadine me.



13.06.2020 23:39 | xwelî li ser

80. te terisê (rêxa hesp û keran re têt gotin me ser avê xist.)
wate ya wê; teris ên ku ser avê ketin tevlî avê diherikin diçin cihê xwe namînin. tiştên ku destê me bi rûyê te da winda bûn çun..
herêm: serhed



15.06.2020 00:10 | golikvan

81. Dawa wê/wî bi ser de kirin. Yanê hemû şerm, eyb û kêmasiyê wê/wî kesê/î li cihê bûyî an ne bûyî anîn ziman.
Mînak:

- Miho hema texsîr nake dibêje û dawa wan bi ser wan de dike.



17.06.2020 01:29 | rizgarm

82. dema ku pêdivîyek hebe û ew qasî ne ferz be, ev biwêj tê gotin:
vêga cihê wê naêşê.



29.06.2020 14:49 | xwelî li ser

83. "Li ser welê min"

Bavê min bi kar dianî, ez niha bi peyvan nikarim pênaseya wê bikim lê bi mînakekê hêvî dikim bidim fam kirin:
-min duh de qet tiştek nexwariye. Li ser welê min di sarincê de firingiyek hebû min ew xwariye. Wekî din w'ad be.



18.11.2020 23:46 | rizgarm

84. "ya mêran jêhatin e!" Maneya wê biwêjê ewe ku dema kirina karekî ji destê mirov were, divê mirov wê derfetê bikarbîne, bêdeng û bêhîmet û tirsanek nemîne; û mêraniya xwe her wê saetê de bicih bîne. Ango mêranî ewe kû mirov xebata xwe di dema herî baş de bike.
Belê ya mêran jêhatin e. Bonimune, Dema ji we bêt, eskeriya dijmin nekin, dema ji wê bêt dengê xwe nedin partiyên dijmin, dema ji we bêt tawîzê nedin dijmin. Helbet ew kesên bê derfet, mirov nikarê lome bike, lê ew camêrên ji wan bêt û xwe pasîf bihêlin, li gor vê biwêjê mêraniyê bicih naynin.



19.11.2020 13:12 ~13:15 | lawkegoyi

85. cênîkên min diarin! cênîkên wî lêdidin.
ji bo tiştê ku mirov pir jê aciz dike tê gotin.



02.12.2020 17:36 ~17:37 | xwelî li ser

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik v3.0 [2]
ka ez jî agahdariyeke bidim) slav tirşikanên hêja, mergehez malper...
tehdîdên kurdî [3]
Ezê te li berekê(kevir) ve vedim, Ezê lingê te bişkênim, Were meydan...
îtîrafên tirşikvanan [1]
ev demeke dirêj berê min li tirşikê taybetmendiyek zêde kiribû û ji bî...
tirşik agahdarî [1]
Silav tirşikvanên hêja, Di demeke kin de versiyona nû (v3.0) wê wer...
horhorik [2]
Tirşikvanek fantastîk e. Miqayeseya xweşikbûna memik û welatê xwe di...
belki ev jî bala te bikişînin
» biwêjên di nav peyvê tê gotin
» kurdîstan

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi anket zimanbiwej
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî