59. 3. civîna tirşikvanan bû lê yekemîn civîna min bû. |
|
22.03.2015 22:33 ~22:39 |
simurg56
|
60. Li ser logoya tirşikê çi hat gotin? beşdarvanên civînê tiştekî pêşniyaz kirin an na? |
|
22.03.2015 22:58 ~23:01 |
remlavêj
|
61. civîna ku ji bilî kêmbûna tevlêbûna nivîskaran ez pê kêfxweş bûm. lê dîsa jî civîn wisa xuya dike ku bi coş û xweş derbas bûye. axirê dawiya dawî me rûyê simurg56 yê pîroz dît*. ez li benda yekê bejnbilindê enîrût bûm lê derket ciwanekî pordirêj* îsal ji ber astengiyan ez tevlê civînê nebûm lê sala hatî xwedê mezin e... |
|
22.03.2015 23:00 |
ceso
|
62. civîna ku bi qasê ya yekemîn ya li amedê pêk hatî zêde kes beşdar nebûn lê wek ya par di atmosferekî gelek xweş de derbas bû û bi qasê tehmîn dikim herkes jê qayîl bû. |
|
22.03.2015 23:11 |
brusk56
|
63. Civîna ku ez gelek poşman im ji ber beşdar nebûna xwe..yanî niha ger min şêyaba zemanî pêş ve bînim,destê min di nav xwînê da jî ba ez da beşdar bim .. |
|
22.03.2015 23:19 |
vêca çiyeeee
|
64. civîna tirşikê ya ez yêkemîn car beşdar buyîm. hêvîdarim wê nebe cara dawîn ji ber ku kêfa min jê re hat. ji ber karê min ê serê min dixwe û nahêle ez serê xwe jî bixurînim min nekarî heta niha ez tu tiştî li ser civînê binivîsim. ji xwe wê rojê riya min dûr bu ji amedê heta edenê û ser de jî têrê nedikir ji ber dîlokiyên ... riya min dûrtir jî bu. ji ber tabela û quzzilqurtên wan ez li ser riya normal ji dîlokê heta gavurdağê çum û wê nîvê şevêde ez têra xwe aciz bum. lê baş bu dema piştî nîvê şevê ez giham mala xwe, ew kêfxweşiya newroz û civîna tirşikê dîsa ez vegirtim. |
|
24.03.2015 20:56 |
azadixwaz
|
têkiliyên ensest [2] |
|
qijika reş [1] |
|
qijika reş [2] |
|
îtîrafên tirşikvanan [1] |
|
pêşniyarên taybetmendiyan ji bo tirşikê [2] |