19. di zarokatiyê de lîstikên dihat lîstin; Sê kevir, dello, kortik, 7 qûç, çirr, qayîş veşartin, sobe an jî veşartok, lehpê qoqo, istop, 9 mehî, kuç şikandin, xirç, xar û mazî, taso, gulaş, darqîtik, simîîît, tirkim û hîn lîstikên bênav û hwd. |
|
25.04.2020 18:08 |
ozjan xwenas
|
20. Sê gav, qevz |
|
27.04.2020 22:24 |
afa
|
21. Can Can |
|
01.05.2020 22:22 |
afa
|
22. eço-meço. li alê serhed wextê em zarokbûn piranîya zarokan dileystin lê anha bawerkim zêde naye lîstin.lîstik du kesan ve tê lîstin.du kevirên pehn û kevirek î gulover amurên lîstikine.kevire gulover te dayîn erd ê û keviren pehn ve hezek e xurt tê lexistin. kevir çikas here dur bo lîstikvan ewkas başe. piştî lexistina kevirê pehn cihê ku kevirê gulover ewil î lê bu heta cîhe ku lê dur ketîye û sekinîye lingan ve tê jimartin û te gotin; eço-meço-kaldir-kimenço-nar-nix-mix-kirx-kirxbîr-kirxîkî-kirxûç-kirxdort-kirxbeş-kirxalti-kirxyedî-kirxsekîz-kirxdokuz-ellî--bellî-şaka-şuka-gerîye-sen-ben-çika. ê ku ewil î digihişe çika yê ew serdikeve. |
|
02.05.2020 17:01 |
golikvan
|
23. wexta me 'çumarke' hebû. zarokino dibûn 2 taxim. ku çi qas zarok hebe lîstik ewqas xweş dibe. di her taxime da yek dibe serok. taximan da yek dibû ebe, (ebe bi kurdî çiye nizanim mixabîn:/) taxime din jî diçe xwe vedişere. paşê ew taxime ku xwe vedişerin da hemu zarok gava ku xwe veşart seroka wan bang dike dibêje "çuuuu maaar keeee" paşê taxime ebe direvin ku wan bibînin lê 2 3 heb zarok li ber qantîke disekînin. (qantîk: yen ku ebe dibe di derdora dîrekekî da diskenin. ew dîrek dibe qantîk) zarokan ebe wexta ku zarokan veşartî dibînin wan digrin(girtîn) yan jî zaroka xwe veşartî direve û ya ebe jî gerê wê/î dide. heta ku wê/î girtî ye ew birê dewam dike. wexta ku ebe wan girt, wan dibirin qantîke û li wir digrin. ger hevalan wan zarokan veşartî di cîhê xwe de derkeve û bireve (bibezî) destê xwe bi destê hevala xwe re bigihîjîne û bêje 'derkeve' ew zarokan girtî azad dibe û direve. ew zarokan derdora qantîkê diskenin ji bo we diskenin. yanê ew nehelin ku ew zarokan girtî azad bibûn. paşê yen ebe zaroken taximê din bigre û wexta ku hemû zarok hatin girtîn îcar taxim cîh diguhertînin û ew taxime ebe xwe vedişere, taxime din jî dibe ebe. lîstik heta ku zarok diwestin berdewam dike |
|
02.05.2020 19:49 |
vîta
|
24. Teqandina şûşeyên tijî kirêc Wexta zarokatiyê car caran lîstikên me bû. |
|
02.01.2021 00:44 |
çomo
|
25. lîstikeka bi navê şimikê hebû. her kes li ser xêzekê rêz dibû û ji bin şeqa xwe şimika xwe difirand. îja kî bileztir bavêje anku şimika kê dûrdetir biçe ew bi avantaj e ya kê herî nêzîk bikeve ew dibe kesê têkçûyî. îja her kes tê li ciyê ku şimika wan lê sekiniye disekinin û şimikên xwe radihêjin. dema kesê têkçûyî bilive her kes şimika xwe davêje wî, ew jî bo xwe ji wan xelas bike divê bireve heya xêza destpêkê. nizanim me çima tiştên wisa dilîst. |
|
02.01.2021 00:55 |
keyomerd
|
dünya tv [3] |
|
medrese [1] |
|
tirkên ku dibêjin selahedînê eyûbî tirk e [4] |
|
sendroma kleine-levinî [1] |
|
rêkutan [1] |