Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


26 mijar û 63 peyam
îtîrafên tirşikvanan

îtîrafên tirşikvanan

148. li vî bajarî, yanê li stenbolê heft mehên min qediyan, bi gotineke din, heft meh e ku ji amedê dûr im, heft meh e ku di jiyanê de hilnayêm û nahewim, dê nehewin jî.

belkî li hemberê xwedê neheqiyek be jî lê hîn hemû bawerî û îdealên min taluq avêtin, dibe ku biçin sergoyê jî..

jiyan di nava tirkan de, di nava şênî û civatên wan de wek gûyî ye, ji gûyî jî xerabtir, pîstir, genîtir û bêhnpêketîtir e, hê jî hînî wan nebûme, kî tê dibêje, tu yê hînî wan bibî helbet, ya rastî naxwazim hînî wan bibim, emr li min zêde dibin, her ku dihere madeya min tehltir û tirştir dibe, jiyan û pêvrebûna ligel tirkan ez ji jiyanê, ji xweşî û qenciyê, ji bêhngirtinê sar kirim, hew dilê min di asmîna kurdistanê de aso û aliqî maye, dil dikim ku vegerim, lê dibêm tu yê bi çi rûyî vegerî serhedo?

heft meh e ku li stenbolê me, biyanîbûneke beloq ji çavên min dihere, weka ku nêm ji rênasî bihere, li van deran naqosên dêran kerr minare kin nîn in, dilên rût ên bajariyan kerr û kin in, xwezî tirşikvanino mirin hebûya veqetîn tunebûya..

heft meh e pê hesiyame ku tirkiya min jî ne baş e, min berê digot qey tirkiya min li gor rêjeya tirkiya amediyan baştir e lê na bavê min! niha di nava wan de dibînim ku hîç ne baş e, dilê min bo ferqa bilêvkirina 'qaf' û kef'ê nekeliya û çû, hê jî nikarim bêjim kağıt, ew her qaxit e, û çi îşê me pê kağıtê heye? nizanim..

dema ku kurdek tê van deran dil dike ku siwarî keştiyan bibe û ji ser tengava stenbolê ve, ji hêlekê ber bi hêlekê ve here û sîmîtan biavêje bo qaqlîbazan; min carekê jî dil nekir û neavêt, min hej ji wan jî nekir, ji lew ew ajalên axa welatê min nîn im, dibêm qey ew jî neyarên min in, lê xaliqên xwedê ne, de were vê rastiyê bipejirîne... hîç ne pêkan e gidî!

heft meh e ku xwîna min li girava dîrokî ya stenbolê jî netevizî, hama qurteke kelecan jî di nava damarên min de negeriyan û tevz nexistin laşê min, darên parqa gulhaneyê, sûretek ji daristanên şewitandî ên welatê min dianîn bîra min; ku min digo xelk hej ji xwe û kêfa xwe dikin, ma sucê daran çi ne? lê bo ku darên ha bibin populer, darên min bûn qurbanî...

heft meh e ku ji amedê dûr im, xalî me, vala.. ketime di depresyonê re, ku zaroyên doyîn hê nû ji rewşa ha derketine, ma dibêm ne eyb û fedî ye ku tu nikarî ber xwe bidî? ma gidyanoo! jixwe rewş ne ji ber wê bû ku me go ha berxwedan ha berxwedan û mal li xwe şewitand û malik li xwe xerab kir?

mikur têm ku çi qas eciz bim jî ji kurdan hez dikim, hej jê dikim ku bi kul û derdên wan re bijîm, emr kin û elemgirtî be lê bes careke din dernekevim ji xaka xwe yaw, ku rojeke bikaribim vegerim, ez ê êdî hîç jê dernekevim -ji bo ger û geştê jî-

civata tirkan weka ekşîsozlukê ye bi xwedê, heke hevoka wan bi 'amk' dest pê neke nikarin bipeyivin, min bêriya dijmînên 'gedê bajêr' ên amedê kiriye, çêrên ku ji qirikî tê û dilê marivî rehet dike..



27.12.2014 00:57 | ferhenga şikestî

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene