58. Kesik min bawer nekir, digotin fikra te tirt û wala an ji tespîtek peradayîye. |
|
22.03.2020 11:11 ~11:13 |
dilreş
|
60. Li romê hejmara miriya gihaştiye 21 a, hejmara kesên pê ketine jî bûye 987. Li gor pispora kesên pê ketine 10 qatê vê hejmarê ye. |
|
22.03.2020 13:12 |
tîrêj zana 21
|
61. Haya nivîskarê ku ev mîjar vekiriye dibe ku nizanibe mijarek wiha jixwe heye |
|
22.03.2020 18:03 |
brzn
|
62. korona nîne, çewt e, tenê tirk wisa dinivisînin, navê wê yê rastî (bnr: coronavirus) e |
|
23.03.2020 05:37 |
afa
|
63. Ka korona hebu, qayyum ji bo çiye? |
|
24.03.2020 00:05 |
dilreş
|
64. Hûn tirkî aciz dibin, lê belê îngilîzî aciz nabin '' em çima corona binivîsin? '' |
|
24.03.2020 00:08 |
dilreş
|
65. malpera worldometers rewşa dawî ya vîrûsa koranayê bo hemÛ welatan parwe dike. Here lînkê |
|
24.03.2020 02:19 |
cinorek
|
66. ji rûyê vê vîrûsê heta niha hejmarên yê ku mirine 20 hezarî derbasî bûye,hejmara yê kû tuşî vê vîrûsê bûyîne jî nêzî nîv mîlyon kesin!!! |
|
25.03.2020 23:05 |
golikvan
|
67. bobeletek pir mezin e. |
|
26.03.2020 00:23 |
brusk56
|
68. Agir bi dinyayê xistiye. Ez jî di nêv de. Îroj şûnde têkiliyê min wê zêdetir be. Mijarek wek pêşniyara jî hebe wê xweştir be. |
|
26.03.2020 22:15 |
rizgarm
|
69. Wê bibe sedema krîzek global û di sîstema navneteweyî de guherînên girîng bi xwe re bîne. Reaksiyonên ku dewletên mezin didin dê piştî pandemîyê cihê wan ên nû di nav vê sîstemê de kifş bike. |
|
26.03.2020 23:02 ~23:05 |
xelîl
|
70. Hîna destpekê de malik li tenduristvanan şewitandiye. Li çavderiya domdar dişixulim em jî dikevin nav "nexweşxaneyên pandemiyê". Çar nexweşên bi vê şikê heye me test ji wan şand lê ev sê roj e hê encam nehatine. Em newêrin herin mala xwe. Ger encam pozîtîf derkeve wê ji me jî ornek bistînin û bişînin. Hê tu semptom li cem min tuneye lê dixwazim tomografiyek pişikê bidim kişandin û nizanim beyî semptoman heftak bes e an na. Loma min biryar daye du-sê rojên din jî bisekinim. Belkî heta wê çaxê encamên nexweşan jî were û em zanibin çi li pêşiya me ye. |
|
27.03.2020 14:20 |
biaqila malê
|
71. bobelateke mezin e... |
|
27.03.2020 14:44 ~14:47 |
ferhenga şikestî
|
72. Bobelateke mezine ku hêj gelê me girîngiya wê fêm nekiriye. Hêj li navçeya me weke ku tiştek tune be hemu dikan, kargeh vekiri ne. Bazar bidev re ye. %80 gelheya welat çi jî bikin dê pê bikevin. Ev rastiya vê şohbê ye, lê ya gring heta ji dest mirov bê divê xwe biparêze û xwe ji der û dorê xwe xalî bike. Da ku dereng bi vê nexweşiyê bikeve. An jî xwe di nava %20 î de bihêle.Çi qa dereng pê bikevin ew qas baş e. Ji ber heke hemu kes carekî de pê bikeve pergala tendirustiyê dê neçar bimîne û bikumuşe. Û bila guh nedin vanê dibêjin simaq, biyok, hinguv hwd. Derman e. Her carê yek dertê dibêje peyamger hatiye xewna min û dermanê wê ji min re gotiye. Ese ese guh nedin van sixtekaran. |
|
27.03.2020 23:07 |
tîrêj zana 21
|
73. Dirana min diêşe dibêjim ji ber corona ye, serê min diêşe dibêjim ji ber corona ye, piçek xwe bêhal hest dikim dibêjim aha ez mirim.. heke ne ji ber vîrûsê be jî, em ji ber psîkolojî ya xwe ya xera bimirin elawekîl. |
|
28.03.2020 17:29 |
roz
|
74. Her roj vîdyo û parveyên derbarê koronayê de her diçe zêde û balkêş dibin.Xwedê Kurdan biparêze. |
|
28.03.2020 22:42 |
brzn
|
75. Navê tevahiya vîrûsên "covid-19, sars û mers"ê ye. |
|
29.03.2020 05:14 ~05:20 |
mansûr
|
76. vayroza Koronayê pir xeter e. Lê mixabin kes ji vê yekê ne agahdar e. Neagahdariya kesan jî ji bo aboriya wan e. Nexweşî wê gelekî belav bibe. Bi xwe parastina kesane pêşî li vê nexweşiyê nayê girtin. Xuya ye dewletên li ser rûyê cîhanê giş kapîtalîzmê diparêzin. Nikarin heyvekê bacê ji gelê xwe nestênin an jî standina bacê heyvekê paşve bixin. Dîsa çareseriya herî girîng xwe parastin e û mayina maldeye. |
|
29.03.2020 14:17 |
zanyarêbêdiran
|
tirşik v3.0 [2] |
|
tehdîdên kurdî [3] |
|
îtîrafên tirşikvanan [1] |
|
tirşik agahdarî [1] |
|
horhorik [2] |