Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


27 mijar û 61 peyam
îtîrafên tirşikvanan

îtîrafên tirşikvanan

270. Em ber bi ku ve diçin nizanim. Her roj bi dehan mirov tên kuştin li kurdistanê. Vaye îro jî tahir elçi kuştin. Di heman bûyerê de 2 sîvîl jî hat kûştin. Li nisêbînê, dêrikê, farqînê, cizîrê, amedê.. Mirina sîvîlan bûye tiştek normal. Ne tu kes hesab dipirse ne jî tu kes berpirsyariyê distîne. Êdî em bi xwe jî zêde li ser naaxivin. Ji me re jî bûye tiştek normal. Jinên zaro, zarokên 3-4 mehî hatin kuştin. Heçko tu tişt nebûyî em jiyana xwe didomînin.



Ya rastî carinan dibêjim, çi hewce bû kurdistan, çi hewce bû kurdî. Em bûbûyan tirk wê her tişt çareser biba. Em ji kurdî baştir tirkî dizanin. Niha ji bo ku kurdî hîn bibin xwe didin zorê. Ji bo kurdistanê ava bikin tên kuştin. Qey piştî kurdistan ava bû wê her tişt çareser bibe qey wê dîsa bêkarî feqîrî tûne be ? Qey wê dîsa pirsgirêkên jinan tune be ? Wê dewleta me ne paş be ? Min bi kurdî jiyaye bi tirkî jiyaye çi ferq e. Erê elbet mirov bi zimanê xwe bijî xweş e lê gelo hêja bû ku ev qas xwîna me birije. Piştî birayê me, hevalê me cîranê me mir, ez ê çi bi kurdî bikim. Ew qas kurd hatin kuştin, bi milyonan insan koç kirin, îşkenceyên hov dîtin, mala wan hat şewitandin.. Nizanim carinan dibêjim xwezî me qet doza kurdîtiyê doza kurdistanê nekiriba..



29.11.2015 00:48 ~00:49 | brusk56

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene