Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


32 mijar û 53 peyam
28.11.2015 kuştina tahîr elçî - tirşik
28.11.2015 kuştina tahîr elçî
(5) (0) (3)
di mijarê de bigere

19. li gor selahattin demîrtaş, bi guleya çeka polês qewimiye.

http://www.radikal.com.tr/politika/demirtas-tahir-elciyi-olduren-kursunun-polis-silahindan-ciktigi-kesin-1483462



30.11.2015 21:56 | brusk56

20. Kasik xwuya diki ew polesin qelaw (hurgir) gulle berré dide :((



30.11.2015 22:44 | iştar87

21. "înna lîllah ve înna îleyhî Racîûn"

"em ji xwedê hatine emê vegerin ba xwedê"

"ewê her mehlûq(jînde/meriv mirinê tehm bike") ne kesî ev dînya dot ne kesî kirî ne kesî jî firot ev dinya ji mera jî namîne lê meriv bi mirîyare jî namire hewceye meriv xwe li pê bigre.. serê me saxbe xwedê bi cineta xwe şa bike û rihma xwe ji serme kêm neke. jixwe li vê dinyayê çavê me bi rehma wî nakebe qet nebe li wê dinyayê lî me bê rehmê..



01.12.2015 12:41 | shorbevan

22. Polîs bi 'şehadî' hatiye godarkirin, yek jé dibéje min derb bera neda, lé kamera wî derewin derdixe. Xuyaye kujerén Tahîr Elçî dewlet e Here lînkê



07.12.2015 09:12 | serpale

23. bi guleya polêsên dewleta tirk çêbûye.



07.12.2015 10:44 | brusk56

24. ya ku hêdî hêdî derdikeve holê ku ji alliyê polêsekî ve hatiye kirin.

Here lînkê



15.12.2015 01:02 | brusk56

25. Berî tahîr elçî li ber mînara çarling daxuyaniyê bide, Tê zanîn di şerê xendekan de li sûrê xendek hatin dest pê kirin û bo eniyê mezin bikin xwestin li rezan jî xendekan bikolin. Ji loma yekîneyek yps derbasî taxên kaynartepe û şeyhşamil yên navçeya rezan bûn. Li wê derê hewl dan xendekan bikolin lê piştgiriyê ji niştecihan negirtin. Bi ser de dewletê operasyonek kir û çend endamê yps şehîd bûn. Ji ber vê çendê 3 endamên yps -2 jê birayê hev bûn- yên yekîneya sûrê xwestin herin taziya yek ji wan şervanan ku li taxa kaynartepe şehîd ketibû. Çikû ew mervê wan herdu birayan bû. Belê hersê şervan diçin taziyê û gava wê vegerin sûrê li taksiya tîcarî siwar dibin. Lê ev şervan hatine tespîtkirin û li polêsan hatine gilîkirin. Loma jî di têketina sûrê de polêsan rê biriye û li benda wê erebeyê ne. Gava erebe tê, polês erebê disekinîne û ber bi deriyê erebê diçe da wan peya bike. Gava polês nêzî erebeyê dibe, ji hundir ve teqe tê kirin û 2 fîşek li sînga polês dikeve û dimre. Ji nişka ve polêsên din teqe dikin û şervan ji erebê peya dibin û ber bi kuçê sûrê direvin. Yek ji wan dikeve kuçeyekê, du heb ji wan dikevin kuçeyekê û direvin. Tesaduf jî ewe ku di wê kuçeya du şervan ketinê de tahîr elçî daxuyanî dide. Gava şervan dibînin sivîl hene berovac bi demança xwe digrin û direvin. Teqe nakin bi demançê. Lê polêsên sivîl ku dibînin du kes ji wir de baz didin dest bi reşandina guleyan dikin. Lê her du şervan jî xwe ji nav wan difilitînin. Gava derbasî aliyê din dibin, polês hîna jî bi pey wan de di nav sivîlan de gula direşînin. Li gor sîmulasyona dadgehê kiriye de tahlr elçî di menzîla demançeyên polêsan de ye. Û guleya tahîr elçî kuştiye ji demança polêsan de derketiye.


Ev mesele ne sir e. Dîmenên di esnaya revê de li ser youtubeyê heye. Herweha sîmulasyona wê esnayê jî li ser youtubeyê hatiye belavkirin. Mesela şervan û derbasbûna wan ya wêderê di rojnivîska berxwedana sûrê de bi tefsîlat hatiye nivîsîn. Min dît ku li ser vê meseleyê gelek niqaş hatine kirin û encamek jê derneketiye. Min ya ku ji min re bimentiq tê nivîsand.









09.03.2022 04:15 | tîrêj zana 21

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik agahdarî [1]
Silav tirşikvanên hêja, Di demeke kin de versiyona nû (v3.0) wê wer...
tirşik v3.0 [1]
ka ez jî agahdariyeke bidim) slav tirşikanên hêja, mergehez malper...
tehdîdên kurdî [2]
Ezê te li berekê(kevir) ve vedim, Ezê lingê te bişkênim, Were meydan...
horhorik [2]
Tirşikvanek fantastîk e. Miqayeseya xweşikbûna memik û welatê xwe di...
toksîkolojî [1]
Zanista ku bi jehr, jehrêketin, antîdot û dermankirina jehrêke...
belki ev jî bala te bikişînin
» 28.11.2015 kuştina tahîr elçî
» kuştina cirnîsan li endonezya yê

Kategoriyên mijarê:: nuce
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî