Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


5 mijar û 8 peyam
gotinên dayikan - tirşik
gotinên dayikan
(21) (1) (7)
di mijarê de bigere

14. dema piçûk bûm wek hemû dayikên xelqê wî jî digot: "hûn qurbana zarokên xelqê bin."



dema mezin bûm jî:

"ca rojekî jî di mala xwe de runê ha."

"dîsa te çentê xwe hilda tu diçî ku derê?"

qîza xelqê ji xwe re cihêzan dikire qîza min jî pereyê xwe dide van kitêban. Bes e tu kitêban distînî."

"heyfa çavên te, tu li ber bilgîsayarê kor bûyî."



ha tiştên baş jî digot û dibêje helbet...

"xwedê emeka te nede bade."

"tu emanetê xweda bî"

"hûn rastî mirovên baş werin qîza min."

"xwedê te rûspî bike."...



06.10.2013 17:41 | nuçevan

15. xelkÊra masÎ girÎ xwera kosÎ giri : )



02.11.2013 14:25 | nîgarvan

16. (bnr: mal nexerabo)



02.11.2013 16:46 | biruya hayao miyazaki

17. Rê Bû, Bû Rêçik.



02.11.2013 18:28 | evarûheyv

18. felek belek *



03.11.2013 00:27 | brusk56

19. ez qurban a wî kurî dims firot pekmez kirî



03.11.2013 01:45 | rêzan

20. weyla ez qurban a xwendevano, ditirsim tu bibê xweyi tiştek



03.11.2013 01:48 | rêzan

21. kû min gelacî dikirin digote min ''sewa harîye di serî keto!'' hîna jî ez nizanim ew 'sew' çî ye.



03.11.2013 20:42 | darbehîv

22. XELK ÇÛN HÎVÊ, HIMA TU JÎ LI KUÇA BIGERI.



22.11.2013 00:00 | newîyêxane

23. JI QOSARÊYE









22.11.2013 00:06 | newîyêxane

24. kûrémin!! welleh hûn ji zarén xelké delaltirin lé ez nizanim hûn çima ewqas ker in)



13.01.2014 02:07 | doktorodi

25. xwedaaa me got rêke ma me got şekir jî lêke =)



13.01.2014 10:06 | feqiyêteyran

26. Qîza min ez ji bo te dibêjim.

Tu xweyê dilê xwe yê safî lê xelk dexes e.

Ez ji bo qenciya te dibêjim.

gotin bi serê te de naçin.

kurdî li ser milê te maye bes e te çavên xwe kor kir.(ji bo nivîsên min ê twitterê)



13.01.2014 11:17 | gulan

27. ji bo kesên ku ji dayîkên xwe dûr dijîn (ger ew gotin gazin ji bin) sehkirina wan weke hingivî şêrînin. (bnr: hêstira dan çavên min)



13.01.2014 12:18 | karmatî

28. gotinên ku du heb jê, qet ji bîra min naçe:

- vir dijminê xwedê ne

- baran xêr û bereket e



27.01.2014 23:06 | simurg56

29. dîsa kar û barê te bûye internet *



22.03.2014 01:02 | rêzan

dengdanên dawîn (yên din..)
onedio.com [2]
Jê birine. Onedio jixwe malperekê beradayî bû veca li ber çavê min bêt...
kurdistan [2]
Welatekê sêwî ye. Her gava di nav we welatê êş û qîrîn e. Xwedê li wi...
ferhengên înteraktîf [1]
Ferhengeke ehmeqî hebû bi navê inci sozluk. Wan ew ferheng g...
cemali coşan [1]
Wek bernavkê ku tê zanîn "ankaralı kürt cemali" yekem qubede...
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Duh bi tesadûfî rastî vê versiyona strana bejnê (feqe çûne ber feqetiy...
belki ev jî bala te bikişînin
» gotinên kurdî yên ji tirkî hatine wergerandin

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi jiyan anket
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî