Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


32 mijar û 50 peyam
gotinên dayikan - tirşik
gotinên dayikan
(21) (1) (7)
di mijarê de bigere

124. Ne yê şîna ye ne jî ya dawetan (dîlan).
Kesên ku ne dizanin biçin serxweşiyan ne jî biçin dîlanan re tê gotin.



27.05.2020 16:53 | brzn

125. Çiyê me tevêhev e.
Gotineke dayika min a herî navdar e.
Dema ku dibêjim dayê , navbera te vî kesî çawa ye anku ku bi hêrs be ji yekî re dibêje "Çiyê me tevêhev e." Yanî tu pirsgirîka me nîne.
Ez jî dibêjim dayê ma îlim divê tiştek we tevêhev be (şirîkayî ,bazirganiya bi hev re dibêje.)
Ew jî dibêje erê , tiştek me tevêhev ne be , wê çima navbera me de pirsgirîk hebe.



27.05.2020 17:00 | brzn

126. -lawê xelkê tiyara bê mazot difirîne
-bila bêhna zilaman ji we bê
-ê wek te niha zewicîbû du zarokên wî hebûn (dayê ez hîn 18 salî me tu çi ji min dixwazî * )



20.12.2020 08:58 | keyomerd

127. -dayê şîv çi ye
+xwedê çi qismet kiribe
-xwedê çi qismet kiriye dayê
+jê bipirse



20.12.2020 09:05 | keyomerd

128. ê xelqê bi ser heyvê ketin ê me jî man ker.



20.12.2020 11:25 | shwinsherm

129. Min nezanîbû di bin kîjan mijarê de vekim û min li vir vekir* ev peyva, biwêja an xweşgotina ne ji aliyê dêya min lê ji aliyê bavê min hate gotin. Min gelek caran ji dêya xwe û pîrika xwe jî bihîstiye. Hevok ev e:
"Taya te be mirina min be!"


Gelek caran ji aliyê dê û bavan ango hezkirogan tê bi kar anîn. Di wateya bila tiştê dê bi ser te de tê bila bêye serê min û neyê ser te. Ez çûm rojên berê dîsa*



10.07.2021 23:49 ~23:52 | rizgarm

130. Gotinek dîya min heye ku ev gotin heke ez ne şaş bim digihê bûyerek kevn ku li gûndê me de qewimîye. Dîya min piranî gava ku me doza pere an jî tiştên din lê dikir, me feqîrê dibehecand dikir.
+Yadê?
- Hê, mama bi qûrbana te?
+ Yadê, filan tiştî divêm!
- Tunne ye dada min, ji kû bînim?
+ Tu divê peyde bike!!
Li vir dîya min li min vedigerîne:
"Heçî got; bavê te ji niyaza mir, rebeno ma palûlek jî tunnebû te danîba li ber?
Tunne ye law, tunne ye te di ca min n****yo
"
Nîşe:
Ev dîyalog bi gelek kombînasyonan dûbare bûye...



01.08.2021 22:05 ~22:06 | pîroz

131. (bnr: we tijî mêlaka min xwîn kir)



14.06.2022 01:28 | evcebarê pirê

132. Qala Xizaniyê bibe her tim vê gotinê dike tunebûn reş e, gewr e?

Anku mirov çawa pênaseyê tunebûnê/xizaniyê bike ?



20.06.2022 20:29 ~2023.01.12 00:01 | navîgiranmezelîwêran

133. Qîza xalê
Lawê metê
Şekirê nav kaxitê



21.06.2022 22:07 | xemakê

dengdanên dawîn (yên din..)
horhorik [2]
Tirşikvanek fantastîk e. Miqayeseya xweşikbûna memik û welatê xwe di...
tehdîdên kurdî [1]
Ezê te li berekê(kevir) ve vedim, Ezê lingê te bişkênim, Were meydan...
toksîkolojî [1]
Zanista ku bi jehr, jehrêketin, antîdot û dermankirina jehrêke...
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
babetna - khosha hawraman

...
îy yo hee [2]
Strana binavûdeng a koma the cranberries e. zarok bûm. Jin...
belki ev jî bala te bikişînin
» gotinên ecêb û beredayî yên kurdî

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi jiyan anket
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî