Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


47 mijar û 88 peyam
versiyona kurdî ya biwêj û gotinên pêşiyên tirkan - tirşik
versiyona kurdî ya biwêj û gotinên pêşiyên tirkan
(25) (1) (40)
di mijarê de bigere

236. lafla peynir gemisi yürümez

(bnr: her gotin nayê dotin) (Cizîr)
(bnr: hec bi qewîtîya nabitin) (Cizîr)
(bnr: bi gotinan zîv nabe zêr) (Cizîr)
(bnr: bi got got mirov nare cot) (endazer li jor nivîsîye)



02.03.2019 19:11 ~19:12 | xendekî

237. Ji niha pê ve di nav ferhengên tirşikê de cihê xwe girtine. Me doh bi hevkarîya xendekî ji 9.000an zêdetir biwêjên Tirkî, li ferhenga Tirkî-kurdî zêde kirin. Heye ku em vê ferhengê weke ferhengekî serbixwe jî biweşînin.
Ser xêrê be.



15.10.2019 21:04 | simurg56

238. wê rojê cîya min got..

yê ku dixwaze rû kî rûreş e yê ku nade jî deh rûya rûreş e

İsteyenin bir yüzü kara, vermeyenin iki yüzü

têbinî : cîya min tirkîtî Nizane.



25.10.2019 08:54 | bûtîmar

239. annesine bak kızını al demişler

(bnr: dîyê bibîne û dode ber hilîne) ji kitêba cembelî kurê mîrê hekaryan a îhsan colemêrgî



03.12.2019 22:20 | xendekî

240. hem ayranım dökülmesin. hem de ....... *
(bnr: ne sar li te tê û ne germ)



04.12.2019 01:08 ~2021.05.11 14:59 | merwano

241. "Arsızın Yüzüne Tükürmüşler Yarabbi Şükür Demiş"

(bnr: tif kirine beqê, beqê gotîye barana nîsanê ye)



04.12.2019 20:11 | simurg56

242. "Geçti Bor'un pazarı sür eşeği Niğde'ye"
Piştî tirrê kezîkurê.


"Ölme eşeğim ölme"
Pîrê nemire bihar tê, kero nemire qîvar tê.



04.12.2019 22:25 | nan û av

243. "dimyata pirince giderken evdeki bulgurdan olmak"

(bnr: çû heyfa bavê li ser qûna dê jî da)

biborin zêde giran bû.*



04.12.2019 23:16 | ceso

244. "Tilkinin dönüp dolaşacaği yer kürkçü dükkanıdır"
(bnr:tu herî erş û werî ferş, dîsa tê ber terrikê reş)



06.12.2019 18:20 ~18:19 | rizgarm

245. bûye mijareka berketî. xwezî patronê tirşikê ev mijar tevlî ferhenga tirşikê bikira.



07.12.2019 09:36 | xendekî

246. Mahalle yanarken oruspu saçını tararmış.

(bnr: mêra mêr dikuşt bedrê ûr dişuşt)



17.03.2020 09:40 ~2021.05.11 14:59 | merwano

247. bana mısın demedi - ne min ê ne te yê



20.05.2020 14:26 | bûtîmar

248. ruhê xwe dan ber çavê xwe: ölümü göze almak



04.01.2021 00:05 | ezcan

249. aşağı tükürsem sakal yukarı tükürsem bıyık

(bnr: ez tîr dikim dan diçe ez ron dikim nan diçe)



31.05.2021 16:29 | endazer

250. meyve veren ağaç taşlanır -> Hingivê te nebe, mêş li te nacivin.



08.04.2022 09:12 | simurg56

251. Ateş olmayan yerden duman çıkmaz


(bnr: ban qul be binban şil e)



10.04.2022 17:57 | tîrêj zana 21

252. (bnr: xwe bi ser ve nebirin) bi tirkî; oralı olmamak.



13.05.2022 12:34 | endazer

253. mar ji pûngê hez nake , pûng tê li ber serê wî şîn tê

Keçinin sevmediği ot burnunun dibinde biter



07.12.2022 19:49 | navîgiranmezelîwêran

254. İnsanoğlu çiğ süt emmiş --> însan şîrê xav vexwariye

min vê gotinê ji jineke pîr bihîst ku tirkiya wê gelek xerab e û qels e. yanî nabe ku ji tirkî bihîstibe û wergerandibe kurdî.



15.09.2023 22:15 | simurg56