Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 11 peyam
ekşi sözlük - tirşik
ekşi sözlük
(44) (1) (6)
di mijarê de bigere

41. ferhenga ku êdî tama berê nade. ji xwe hemÛ nivîskar jî vê dibêjin. format mormat nema ye ji xwe. qalîteya entryan jî gelek ketiye. mirov tenê li dirêjahiya entryan binêre ferqa berê Û niha derdikeve holê.



28.12.2017 23:49 | brusk56

42. qanalîzasyona teqiyayiye lê şaredariya wê guh lê nade. çi ji min re. ji xwe xwediyê wî zikê xwe têr kiriye û dev ji xeyalêt xwe yêt xortaniyê berdaye. dixwaze di ber xwe de berde ji vê demê pê ve. teqabula wê ya kurdî jî potansiyala xwe ya çavkaniyê, bes xuya dike. lê bazar, bazar e. divê yek du hebên din jî hebin. *



21.01.2018 14:45 | biji serok ursula l guin

43. Wê rojê li vê malperê bêjîyekî qaşo henekên xwe bi tirşikê kiribû segbav bi tinazan ji bo tirşikê gotibû niza 60! Milyon kurd, bi zimanê kurdî yê 6 hezar salî! Bi mehan e hîç entry nenivîsandine. Ca li wî qûnbigû yî bêhnpêketîyê binêrin. Mezin bûye û henekan jî dike di mejiyê te de gayo.
Tiştekî heye pir zora min diçe. Yav de tu rabe zimanê milletekî 97 sal qedexe bike, însanên wan bikuje, ewê ku dibêje ez kurd im biavêje hepsê, nehêle peyveke bi kurdî jî li sûkê bê bihîstin, nehêle ku ne kitêb ne kovar ne rojname ne gotar û maqale bête nivîsîn û belavkirin, ne radyo ne televizyon hebe û bi ser de jî hemîyan bi zimanê tirkî perwerde bike, asîmîle bike. Bila zimanê tirkî wek a tirkan zanibin lê zimanê kurdî ji bîr bikin. Hemî zargotin û klam û berhemên devkî yên kurdî berhev bike talan bike û bidizîne bike malê tirkî, bi salan gundan bişewitîne, êşkence li xelkê bike. Nehêle kurd perwerde bin fêrî zimanê xwe bibin. Lê piştî 90 salan were bêje ku êdî kurdî ne qedexe ye êdî hûn dikarin bi kurdî biaxifin, binivîsin lê perwerde dîsa nîne. Piştî vê pêvajoyê jî were bêje ka we digot zimanê kurdî ewqas muhîm bû qedîm bû pêşketî bû? Hûn hê nikarin entryek jî binivsîn...

De were û dîn nebe ker kurê ker e eger ez 97 sal zimanê te qedexe bikim, dema tu bêjî ez tirk im û zimanê tirkî heye eger ez dar dikim qûna te, gundên te bişewitînim mal û milkên te wêran bikim û hemî arşîvên te yên nivîskî û berhemên te yên devkî bidizinim talan bikim û bikim malê zimanê kurdî bi şeref bi şeref 97 sal paşê dema ez bêjim tu tirk î? Tu yê bêjî tirk çi ye keko?
Baş xirab kurd li ber xwe dan û piştî 97 salan hê jî kurd hene û kurdî li ser piyan e. Li êranê 30 milyon tirkên azerî hene ji tirsa qûna xwe newêrin bêjin kirt! Lê kurd li wir dibêjin em kurd in!
Ker di qûna te ne pîç!



25.11.2019 00:18 | ferhenga şikestî

44. Ferhengek înteraktîf e. Ez her roj bi çavekî lê dinerim ji xeynî nijadperest , zayendperest û nezanên tirkan tê de tu tişt tuneye û gelek niviskarên vê torê bi awayekî organîze niviskarên kurd gilî dikin û dibin sedema girtina wan ya ji aliyê dewletê.



25.11.2019 00:34 | biaqila malê

45. Berê çiqas çavkanîya daneyên pîroz be niha jî ewqas navenda cahîltîyê ye. Ev nêrînên min ne ji ber netewperwerî an jî hesûdîya min e. Bi taybetî di meseleya Kurdan de dema mirov hinek nivîsan dixwîne, şaşwaz dibe ka mirovek çawa dikare evqas nezan be. Ez ne behsa faşîstîyê dikim, rasterast daneyên madî jî nizanin. Em bêjin ev tiştekî sîyasî ye. Lê na heyran, di mijarên ji jiyana rojane an jî profesyonel jî carina mirov dibîne, di binê mijaran de şîroveyên ewqas ehmeqane dikin û vê yekê ewqas jixwebawer dikin ku, hema rûpelê digirim û diçim.
Di binê her mijarî de hewla hezarbarekirina heman esprîyan heye.
Ji bo şopandina rojevê dîsa jî çav lê digerînim lê car hene nikarim tehemûl bikim.



25.11.2019 13:09 ~13:09 | simurg56

46. Sala 2011 de min hesabek li vê malperê vekiribû li benda pejirandinê bûm.lê paşê min dev jê berda û ez nizanim ew hesab çi bû.aniha di destê min de bibûya min ê wê hesabê bifirota.firsend ji destê me firiya.



25.11.2019 18:51 | bayesar

47. Tora ehmeq û cahilên jixwebaweran e.



25.11.2019 21:12 | xelîl

48. Şeş meh berê min qeyda xwe li vî ferhengê çê kir. Piştî haya min li tirşikê çêbû. Vê rojê heta îro dikarim bêjim her roj ekşî û tirşikê dinêrim. Her xuya ye ekşiyê de çi qeşmer û kerên beredayî hebin li wir bi cîh bûne.



25.11.2019 23:32 ~2019.11.26 00:55 | kajav

49. bi rastî jî qalîteya xwe ya berê wenda kiriye.
berê jî faşîst bûn di meseleya kurdan de lê qene hinek zana bûn, dikarîbûn di meseleya kurdan de du hevokan saz bikin. aniha enrtyÊn wan bi piranî weke sloganan e.

dîsa jî qadeke gelek gelek bibandor e.
ji aliyê hemû kesan ve tê şopandin. meseleyek dema li wir dibe rojev, dikeve rojeva tirkiyê.



26.11.2019 00:23 | brusk56

50. ferhenga ku hingî diçe, karakterê xwe wenda dike.
rêjeya nivîsên hêjayê xwedinê gelek kêm dibin. ji xeynî wê jî, piştî gelek nivîskar hatin standin, tijî troll bûye.
carinan nivîskarê peyamên eletewş dinêrim, bi piranî nû bûne endam û heta êvarê propagandaya akp'ê û ola îslamê dikin.



15.02.2020 12:38 | brusk56

51. wek tirşikê nabe . hevalek min li wir nivîskar e. kurd e ew jî . car carna çend entry dişiyand ji min re, min di go ev çi gotinên eletewş in law!? min bi xwe tişteke wulo eletewş nenivîsiye li tirşikê û ne jî dîtiye! heke çavê min ne kor bin! *



15.02.2020 17:01 ~17:01 | xwelî li ser

52. ferhenga ku, di sernivîsa maça fb û gs'ê de, heta niha 4 hezar û 200 peyam hatiye nivîsandin.
di mehekê de bi tevahî ev qas peyam di tirşîkê de nayê nivîsandin.



23.02.2020 22:44 | brusk56

53. Gelek caran Ferhengeke zehf bikêrhatî ye.
Fîlm, derman, cih... Dema mirov li ser çiştekî lêkolînekê dike, dikare rasterast fikr û tecrûbeyên bikarhêneran li vir bibîne.



24.02.2020 00:32 | gumgumok

54. ferhenga ku bala min nakişîne ji bo ku kerê kurê keran li ser pirr in.Mixabin li ser înternetê cihek girtiye.Ji bo her tiştê nêrînek heye.



24.02.2020 00:39 | brzn

55. Dev û destên te sax bin ferhenga şikestî *



06.03.2020 22:22 | xabûrî

56. Ferhenga ku pergala wê dişibe tirşikê. Ez bawerim ji tirşikê kopî kirine. belê nvê xwe jî ji tirşikê standiye. Peyva tirş li tirkî wergerandine. Li ser tişik.net mijarek vekirine û qaşo henekên xwe bi kurd û tirşikê kirine. Li ser qehra wan heke tu kes nemîne jî heya dinya xweş ava be hama bi tena serê xwe be jî ezê her û her binivîsim. Ji ber henekên xwe bi tune bûna mijar û peyaman kirine.



06.04.2020 23:25 | tîrêj zana 21

57. Ji armanca xwe derketiye û format mormat ne girîng e.Jixwe tiştekî ku pênase bikin jî nemaye.
Ew malper wek cîheke ku kes bikaribin raman û pêşnîyar ango rexneyek bîne ziman e û zêdetirîn jî li ser nûçeyan e.ew tiştên ku tên ravekirin zêdetirîn derbarê polîtîkayê de ye.



07.04.2020 00:24 | brzn

58. wisabûna tirşikê mirin û xwekuştina tirşikê ye, divê tirşik rê nede nivîsên wisa tiroviro



07.04.2020 02:50 | afa

59. platformeke ku di turkey* de bibandor e. tiştekê dikarin zû bikin rojev û pey biçin. ya herî giring, êdî ku ji hunermendan heya zanyaran lê dinêrin ku derbarê wan de çi hatiye gotin. bi kurtasî cihek xwedî soz e. Hêvîdar im tirşik net jî wisa bibe cîhek pir înteraktîf û ji bo her tiştî bibe çavkaniyek yekem di nav kurdan de.



07.04.2020 04:32 | de facto hozan

60. Ferhenga ku bûye warê nijadperestan.êdî nefret û dijminatiya wan a li hemberî kurdan dilê min diqelibîne.hemû ulkucîyên încî sozlukê hatine vir.destên min naçe mijarên derbarê kurdan de vekim



15.05.2020 21:24 | bayesar

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» ekşi elmalar

Kategoriyên mijarê:: malper
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî