369. Dema îroj min li storya nêrte ku kurdên ala dagirkera avêtinê û cejna 23 avrêlê ya ew atetirkê xwîna kurda vedixwar, ewê ku kurda kir bindest, ewê ku li dersîmê qira kurda anî, ewê ku li amedê şêx seîdê pîran dardekir, , ewê ku zimanê kurda qedexe kir, diyarî zarokê tirka kiribû pîroz dikirin. min fêm kir ku kurd ne hêja ne seriyek pîvaz jî, heyfa ewqas ciwana li serê çiyayan di wê sermê de di wê birçîbûyînê de , wî şerê giran dikin. Heyfa ewqas ciwana laşê wan di zindana de riziya. Heyfa ewqas dayika bi hêsirê çavan û ji kula zarokên xwe perîşan û jar bûn. Heyfa ew qas gundê şewitî. Heyfa ew qas nivîskarê kurd ji bo xwendin û nivîsandina kurdî çavê xwe kor kirin. Heyfa ewqas ciwana ku hama her derfetek dikeve destê wan ji bo kurda dixwazin tiştekê bikin. Lê mixabin Ew kurdên ku Ji bo çend qirûşa an jî bo bikevin karekî dewletê namûs û şerefa xwe yî tune difroşin. Ew kurdên ku zarokê xwe bi qastî asîmîle dikin û bi tirkî mezin dikin. Ew kurdên ku îroj tev serê me bûne chp hez. Ne layiqî ew qas fedakariya ne. Min ji ber kurdayetiya xwe fedî kir û min xwest ez ne kurd bû ma. Heyf û çi heyf. Pere her tiştê kurda ye. Pere pere pere..... |
|
24.04.2020 00:08 |
tîrêj zana 21
|
tirşik agahdarî [1] |
|
tirşik v3.0 [1] |
|
tehdîdên kurdî [2] |
|
horhorik [2] |
|
toksîkolojî [1] |