Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 26 peyam
nifirên kurdî

nifirên kurdî

58. Mala babê te wisan xera bitin, bite berkê kinifan!

Mala babê te xera be, stûn tunebe xwe ber bigre!

Mala te here ber mîrata!

Mala te biçit ser malê!

Mala te heft mîrate geryayo!

Mala te ji nav malan bê hilanîn!

Mala te li heft mîratan geryayo!

Mala te ne ava!

Mala te ne ava, mervantî ne heqê te!

Mala te xera be!

Mala xera be kêl li ser kêlê nemîne!

Malê te bibe belayê serê te!

Malşewitiyo!

Malkambaxo!

Malkavil buyî!

Malwêrano!

Malxerabo!

Malxopano!

Mar û mişk di malê keto!

Marê kor bi te ve bide!

Marê reş bi te ve bide!

Ma şale (înşellah) bi kuştineke neşûştî herî!

Ma şalê (înşellah) kirasê reş li te be!

Ma şalê (înşellah) tu di nava alemê susret bî!

Ma şalê (înşellah) tu gullakî herî!

Ma şalê (înşellah) tu herî darbesta te were!

Ma şalê (înşellah) tu rahêlî bi çi bibe ax!

Ma şalê (înşellah) tu yekî sibê, yekî nîvro, yekî êvarê hilînî!

Me helewiya te xwaro!

Mefil mewace (nexweşiya zikêşê) te bigre!

Mejî di poz re hato!

Mejî di qirrikê keto!

Mejîreşî li te bikevit!

Mejiyê te di pozê te re were! Mejî poz re hato!

Mêlakê te devê te de bê!

Mele negihe ser te!

Mêrê te bimre!

Meyt li erdê mayo!

Meytê te hilê! Meyt hilato!

Meytê te li erdê bimîne! Meyt li erdê mayo!

Meytê te xwerê teyr û tuyan be!

Mezin nebî!

Mezin nebiyo!

Mezinê mezela buyo!

Milê te bişkê!

Min helewiya te xwaro!

Min ji te xêr nediyo!

Miradê te bi axê bibe!

Miradê te di qirika te de bimîne!

Mîratbuyî!

Mîratxur tunebuyo!

Mirazê te çavê te de bimîne!

Mirazê te di qirika te de bimîne!

Mirazê te mirazê gulka (navê pincarek e) biharê be!

Mirin di çava keto!

Mirna te hebit lê veşartina te tinebit!

Moran serê te de barê!

Moran serê te de bê!

Mû tişkê te ve neyê!



05.09.2013 01:22 | endazer

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol