Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


37 mijar û 56 peyam
sîstema nû ya tirşikê - tirşik
sîstema nû ya tirşikê
(117) (2) (1)
di mijarê de bigere

257. Ser xêrê be super bûye.



09.05.2020 04:10 | xabûrî

258. daxwaz : bila rengê tirşikê bibe wek bacanê reş (patlican moru)



09.05.2020 15:40 | shwinsherm

259. derîde li hember peyama nikarin ecêb bimînin* bîşkojka ecêpmayînê rabûye.



09.05.2020 18:07 | tîrêj zana 21

260. sîstema ku îro dîsa hat nûkirin;


1- dengdana "ecêb" hat rakirin.
2- bişkojkên çeppik û reşşikan hatin guhertin.
3- êdî li ser bişkojkên çeppik û reşşikan dinivîsa ka ji wê peyamê re çend çeppik an jî reşşik hatine dayîn.
4- rûpela destpêkê hat guhertin. êdî dema mirov tirşikê vedike, rûpela "zindî" derdikeve.
5- di vê rûpela zindî gelek hat guhertin. di vê rûpelê de, di tirşikê de çi qewimî be, tê lîstekirin. êdî dema kesek li dîwara kesekî binivîse an jî fîlmek wergerîne kurdî jî, agahdarî derdikeve.
dema nivîskarek fîlmek wergerîne, rewşa xwe ya derûnî biguherîne, li dîwarê kesekî binivîse, fîlmek an jî pirtûkek lê zêde bike, wêneyek bar bike: naveroka wê jî tê nîşandan.

bi vî awayî wê herkes bikare her beşa tirşikê bişopîne.

6- mirov dikare rasterast di rûpela zindî de, rewşa xwe ya derûnî binivîse û jê bibe.

vê gavê guherîn ev in lê wê guherînên dîtir jî werin. ser xêrê.



10.05.2020 14:38 | simurg56

261. *Ser xêrê be. beşa zindî bûye deşta pîroz, kê li kîjan tembûrê lê dixe, tê dîtin. *
*bijokên nû xweştir xûya dikin, bawer im berê hejmara çeppik an reşşikan li cem bişkokan tunebû. ev jî xweş bûye.



10.05.2020 14:45 | biruya hayao miyazaki

262. Ser xêre be ji berê çêtir xuya dikê



10.05.2020 14:51 ~14:52 | merwano

263. Guhertinên gelek baş hatine kirin û bi rastî kêyfa min jî ji pergala nû re hat.Lê ev guhertin dibe ku bibe sedemên pirsgirîkan;
1- Beriya her guhertinê divê bê fikirîn ka ev guhertin pêşerojê de çawa bandorê li tirşikvan bike.
2- Min jî gelek caran malper girtin/vekirin lê divê ev baş bê zanîn ku ev der cîh li gor formata ferhengan e.Heke vir bibe cîhek wek twitter wê demê dibe ku tirşikvan dibe bibêjin cudahiya vir û twitter çi ye.
3- Rûpelek zindî ango rûpelek axaftinê mirov dikare lê zêde bike lê lê wek lînkek divê bi rûpela sereke bê girêdan bo ku formatê xirab neke.
4- Bi vî havê tirşikvan dikarin rûpela sereke bi parveyên xwe ve kontrol bikin.Ev pêşerojê de wê bibe pirsgirîk an na ?
5- Wê bibe sedema zêdetir cîh/trafîkê li ser hostingê
Heke ev hemû hatibin fikirîn helbet baş e.
Bi rastî ez guhertinan diecibînim ji bo ku bila ferhenga me hevekî ji ferhenga ekşisözlük cudatir bibe.
Urbandictionary , reddit ,quora dibe bibe îlham bo guhertinan.



10.05.2020 15:23 | brzn

264. rojanekirin;

1- dema mirov peyamek sererast bike, di binê peyamê de li kêleka dîroka peyamê, dîroka guhertinê jî derdiket û ev yek jî dibû sedema qerebalixêyê. êdî, eger ev guhertin di heman rojê de hatibe kirin, wisa tê nîşandan: 2016.11.15-21:27 ~21:31 bi vî awayî hinekî sadetir xuya dike.

2- wek hûn zanin beşa zindî (li deşta tirşikê îro) hatibû rojanekirin. lê hinek nivîskaran zêde hejê nekirin. ji ber vê yekê me wisa kir;
a- dema mêvanek têkeve tirşikê, tenê ji bo carekê vê rûpela zindî dibîne û paşê eger li logoya tirşikê bitikîne an jî rûpelê nû bike fîlan, ew rûpela berê ya peyamên bijartî derdikeve.

b- di panelê de eyarek hat lêzêdekirin. li vir hûn dikarin serûpela tirşikê biguherin.
- eger hûn bixwazin, hûn kengî li logoyê bitikînin wê rûpela zindî vebe.
- eger hûn bixwazin, hûn kengî li logoyê bitikînin wê rûpela peyamên bijartî vebe.
- eger hûn bixwazin, hûn kengî li logoyê bitikînin wê rûpelek ku herduyan jî dihewîne, vebe.



14.05.2020 00:23 ~2020.05.13 23:48 | simurg56

265. destê te saxbe , bi rastî min
- eger hûn bixwazin, hûn kengî li logoyê bitikînin wê rûpelek ku herduyan jî dihewîne, vebe.
eciband , sipas.
Lê ez tirşika xeyala xwe de jî bi vir ve bikim , te mêze kir simurg56 wî jî li eyaran zêdekir.
rûyê tirşikê wiha teng be; û min neda nîşan lê milê çepê de jî tab mabên din jî hebin.Nav wan taban de jî dengdayîn filan bêvan hebin.
Here lînkê



14.05.2020 00:30 ~00:46 | brzn

266. bi wan vebijêrkan dilê kesek nehatiye hiştin. xweş e belam. ew tarîxa bin peyamê jî xweştir bûye.



14.05.2020 00:53 | biruya hayao miyazaki

267. Lihevanîna ku dilê kesî nehiştîye ye. Spas bo moderatorîyê. Bi rastî bi vê guhertinê min fêm kir ku ez zû bi zû nikarim dev ji elimandinê xwe beredim. Yanê tiştên kevn û jê hez dikim naxwazin biguherin û ji ber wê jî min eyara xwe dîsa kir guldesteyên bijarte û tu rewş mewşa êdî nabînim. Îca hûn serbestin bê derûnîye çîye dikarin biguherînin*



14.05.2020 01:04 | tîrêj zana 21

268. 2 rojanekirinên biçûk;

1- êdî kesê ku fîlmek li tirşikê zêde kiriye, dikare dû re agahîyên fîlmê sererast bike. moderator dikerin hemû fîlman rast bikin.

2- di rûpela fîlman de, di beşa binnivîsan de, êdî hejmara daxistina binnvîsan jî xuya dike. daxistinên berê nehatibûn jimartin. loma niha ji bo hema bêje hemû fîlman ev îstatîstîk "0" e. lê wê zêde bibe.



19.05.2020 00:28 ~00:28 | simurg56

269. guhertinên dawî li me nîşan dide ku wê sîmurg giraniya xwe bide beşa fîlman.jixwe piştî faaliyetên koma wergera fîlman ya tirşikê ev pêwist e.bila ser xêrê be.



21.05.2020 01:18 | bayesar

270. Li kurdên çiyayî deşt ferz, behna me jî teng kirye.



21.05.2020 08:41 | hespêsor

271. rojanekirinên dawîn;

1- sîstema edîtorîyê hat anîn. êdî ji bilî moderatoran, edîtorên tirşikê jî hene. edîtorên me wê bikarin navên mijaran rast bikin, kategorîyên mijaran rast bikin/biguherînin, mijaran beralî hev û din bikin, agahîyên fîlman an jî pirtûkan rast bikin.
lîsteya moderator û edîtoran li vir dikare were dîtin: Here lînkê

2- di beşa fîlman de êdî dîroka wergerandina fîlman jî xuya dike. (di rûpela fîlmê de) û bi vî awayî fîlm dikarin li gor dîroka wan ya wergerandinê, werin lîstekirin: Here lînkê

3- hinek xeletîyên biçûk hatin çareserkirin.



23.05.2020 22:40 ~17:47 | simurg56

272. Sîstema ku hemû tirşikvana bikira edîtor û moderator ma wê kevir û quçik bi bariya. *



23.05.2020 23:36 | shorbevan

273. rojanekirinek girîng:

- êdî dema mirov dest bi nivîsandina peyamekê dike, dema ku 3 sanîye naveber da nivîsandinê. ew nivîsa wî, wek tedbîrek, di tirşikê de tê tomarkirin.
piştî we peyamê şand, eger problemek derkeve û peyam neyê tomarkirin, dema hûn vegerîyayî cihê nivîsandina peyamê, hûn ê peyama xwe ya kevin li wir amade bibînin.

- malper derbasî https bû ku ji bo ewlekarîyê gavek girîng bû.



26.05.2020 17:02 | simurg56

274. Roj bi roj baştir dibe simurg56 û yên keda wan derbas dibe pîroz dikim. sîstema nû ya tirşikê/124211 bi vê nûnkirinê jibûna min baştirbûye. Jiber berê min pir gilî û gazin dikir di vê derheqêde carna dema min rûpel diveşart nivîs ji binî diçû û min car din di anî serî, jiber vê tirsê ez pirahiya peyamên xwe di tirşikêde nanivîsim di rûpelek dervede dinivîsim tînim copy past dikim. niha edî çewa jiminre xweş be gelek başbûye.



26.05.2020 17:26 | shorbevan

275. Lê kêmasiyek di nûnkirina di vê peyamêde hatiye behskirinde heye sîstema nû ya tirşikê/124211 dema mijar diguhere an meriv derbasî sernivîsek din dibe nivîsa herî dawî di sernivîsa ku meriv nû derbasdibede jî dertê. Bi mijar mijar ev bi guheriya wê baştirbûya



26.05.2020 17:36 | shorbevan

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol