1. qur'an ji bo misilmanan zagona bingehîne. weke pirtûkên pîroz yên din nîne. ji ber ku, ne tenê tev li tiştên olî dive, hema bêje di jiyana misilmanan de tev li her tiştî dive. jiyana rojane dizayn dike, xwarin û vexwarina mirov dizayn dike, cilûbergên mirov dizayn dike. tev li têkilîyên jintî-mêrtîyê dibe. heta tev li emê çawa bifikirin jî dibe. ji bo vê yekê heya kurd misilman bin, nikarin bibin sekûler û heya qur'an bandora xwe ya makezagonîyê berdewam bike misilmanên paşde bimînin... |
|
17.06.2014 15:25 |
nazim tolhildan
|
2. belê rast e dîn ji bo ola îslamê zagon û hukmên sereke û bingehîn e, heta vir tu pirsgirêk tune ye. di qur'anê de ez hê pêrgî rê nîşandana fikirînê ya ji bo mirovan nehatim. bi tenê nêteke pak û paqij heye ku ji bo mirovan pêşniyaz dike û dixwaze. yanî nabêje bavê xwe wisa bifikire û diya xwe weha bifikire û niza hevalê xwe wilo bifikire. niza vêya bifikire lê wêya nefikire falan û bewan. Quran dibêje bifikirin bigerin bipirsin bikolin têgeha 'eşhedû' heye li gorî alimên ku min xwendine di vir de xwedê dixwaze bêje ku bi awayekî jiberkirî yanî ezbere nejîn nebêjin min bawerî anî, bixwînin û bi xwendinê, min mantiqa xwe baweriya xwe ji xwedê û quranê bînin. quran teşwîq dike ku xalidên xwedê bila bifikirin. dema Aristo dibêje bifikirin dibe felsefe û otantîk dibe, lê dema quran dibêje bifikirin vêca jî dibêjin çima tevlî me dibe? |
|
17.06.2014 15:49 |
ferhenga şikestî
|
3. ji ber ku qur'an tevil her tiştên me dibin, rast e qur'an zagona bingehîn e ji bo misilmanan.. |
|
17.06.2014 16:02 |
mergehez
|
4. ji xwe hevalê serhat avcı tişta rast gotiye ji bo vê yeke ne hewceye ku em tiştekî lê zêde bikin.kesên bi aqil û mantiq dizanê ku qur'an di tu dema ne bûye sedema paşdemayîne her tim pêşdeçûyine ji xwendekarên xwe re kiriye hedef. |
|
17.06.2014 16:05 |
karmatî
|
5. pirsên xwe ji bîr mekin dema hûn mirin hûn ê yekser yanî dîrect ji xwedê bipirsin, ew senarîstek qenc e wê bersiva pirsên we bide:-) |
|
17.06.2014 16:07 |
ferhenga şikestî
|
6. di kurdistanê de hê jî li hemberê jinan şîddet heye û bi awayekî tund! dema ku jin di bin bandora mêran de binpê bibin, tê wateya -nemirovbûnê? ji bo xwedê kenîna qeşmeran li xwe neyênin. dema rewşen bedirxan ala kurdistanê di îngîlîstanê de daçikandibû, serokê we hê nehatibû dinê, dema leyla qasim operasyoneke dîrokî li îranî pêk anîbû serokê we hê zarok bû, û niha jî pêşmergeyên jin li hemberê îdîşê têdikoşin çima ew ne mirov in? an jî asta wan asta hovanan e? kurdistan bi tenê ji bdp'yiyan pêk nayê 40 mîlyon in û ji xeynî çend hezar xebatkarên bdp'yê tu car bandora ocalan li ser jinan nebûye. ma jixwe hem mêr û hem jin 'ji wî fêm nakin' ku vêca çawa biguherin? û guherîna jinan ne tenê berhema wî ye kaka, dinê diguhere dinê ezxulam. 30 sal berê başur wisa bû? çima li wir jî ocalan guherand? |
|
17.06.2014 16:28 |
ferhenga şikestî
|
7. mijareke ku hesase û divê şaş neyê fêhm kirin. bêguman hemû îdeolojîyan bi avayekî tev li jiyana rojane, cilûberg, têkilîyên mirovan, qaîdeyên fikirîne dibe. li ser de ez bi rihetî dikarim bêjim ku, di dawîyê de armanca hemû îdeolojîyan afirandina mirovên weke wan difikirine. ev helwesta tişteke nebaş e û mixabin îdeolojîya partiya kurdên welatparêz an jî kurdên pkkyî de jî ev şaşîyana hene. xêncî xwe kurdên din welatparêz qebûl nakin û dixwazin ku her kurd weke wan be. dema ku ez piştgiriya fikrekê, partiyekê an jî îdeolojîyekî bigrim jî xeletên wan dibinîm. weke kesên din çavên xwe kor nakim. |
|
17.06.2014 16:53 |
nazim tolhildan
|
8. îdîayek rast e. |
|
17.06.2014 18:15 |
brusk56
|
9. Dema pênasên têgehan şolî û nezalal bin jixwe gengeşî jî ji bo her du aliyan jî hewldaneke vala dibe ji ber ku em hê li ser çi û bi kîjan tarîfan dipeyivin ne diyar in. mesela tiştên ku ez ji paşdemayînê fêm dikim û tiştên ku yekê/a din ji paşdemayînê fêm dike, dibe ku cuda be. lewma jî pêwist e ku em têgihîştin û fêmkirina xwe rave bikin piştre bikevin qirika hevudu. |
|
17.06.2014 18:42 |
ferhenga şikestî
|
10. mijara aşkere kiriye ku nazim tolhildan ne tewrat,ne incîl ne ji qur'an xwendiye û tiştên ku bêyî bingeh ji aliyê wî ve hatiye nivîsandin.dibeje tewrat û incilê de makezagon tûne ye.ez pêşniyar dikim ku şûna pê peyvên diyalektîkî an ji arîstoyî hevokên xwe bixemilîne bila herê çav li tewrate bigerine û makezagoniyê bibîne.ez bawerim ku dema tewratê bixwîne û paşre quran’e bixwîne dê bimîne ecêbmayî.Neyse,ev ne mijara ku dirûtî û cudatiya di neqeba quran û tewratê de ye. |
|
17.06.2014 19:58 |
karmatî
|
11. (bnr: de hadê belav bin) |
|
18.06.2014 00:22 |
ceso
|
12. rast e ji bo misilmanan destûreka bingehîn e, lê jiyana tu kesî bi zorê teyîn û dîzayn nake, tenê rê nîşa xelkê dike yanî rehberiyê dike, rêya ku diçe ser cinnetê û rêya ku diçe ser cehnimê datîne ber xwendeyên xwe.. lê hin misilmanên ku xwe wek wekîlê xwudê dibînin, îrade û îxtiyar û îctîhada ku xwudê daye evdên xwe îpotek dikin, ya ku camêrên wekê nazim ji îslamiyet û ji quranê sar dike jî gotin û kirin û reftarên van misilmanên ku xwe wek wekîlê xwudê dibînin e.. |
|
18.06.2014 02:45 |
endazer
|
13. havalê delal karmatî disa bi nivîsandina xwe tirşik tertubelav kirîye şerme yek gotin dî em lê zide bikin anjî lê kêm bikin |
|
18.06.2014 10:39 |
birazî
|
14. 1-mijara ku li gori min edî gihîştîye armanca xwe, ji ber ku niqaş û ramanên xweş derketine holê û her kesî li gori xwe fikrên xwe diyar kirine. |
|
18.06.2014 10:58 |
nazim tolhildan
|
15. mijara ku li gorî min ji gihiştiye armanca ji ber ku tîrên min avêtî gihiştiye hedefa xwe lê ger armanca me nîqaşkirin be ez ji vir pirsekî ji nazim tolhildan bikim. ji kerema xwe re bersiva pirsa min bide. |
|
18.06.2014 13:01 |
karmatî
|
16. min di peyama xwe ya dawî de bersiva xala duyem a peyama kekê mazlum dabû lê nizanim an zehmet nekiriye nexwandiye yan jî bersivek peyda nekiriye. . |
|
18.06.2014 15:47 |
ferhenga şikestî
|
17. (bnr:jiyana modern/42884) |
|
18.06.2014 15:57 |
nazim tolhildan
|
18. hê jî bersivek nehatiye birêz tu behsa jiyana modern kiriye lê mebesta min ne ew bû yanî mesele pêşveçûn û paşvemayîn e. gelek xalên ecêb hene mesele di nava aborjîniyan de jî niximandin tune ye hemû tazî ne û kes jî tevlî kesê nake, ma ev tê wateya pêşvebûnê? |
|
18.06.2014 16:21 |
ferhenga şikestî
|
19. kekê serhat, welehî min peyama te xwand û heya ji destê min tê hemû peyamên te yên din jî dixwînim. û dîsa heya ji destê min tê dinivîsim. lê mixabin karê ku ez dikim pir girane û her dem fersanda min peyda nabe ku ez bersiva her kesî bidim û her saet di tirşikê de binivîsim. niha em werin li pirsa te. bi sêrî de vê yekê dubare bikim ku ev mijar mijareke hesas e û hez nakim zedê dirêj bikim. bi nêrîna min ve min bersiva te jî da. peyamên min ên li jor de gelek mînak jî da. qur'an ji bo civaka 1500 salî berê hat û qeîdêyên qur'anê we demê kêrî pêşve çûnê dihat, lê îro dibe sedema paşve mayînê û pêşdaçûyînê re astengîyê peyda dike. qeîdeyên qur'anê êdî nikare jiyana modern dizayn bike. tu dibêjî kîjan ayet.... ez dikarim nîvê ayetên qur'anê ji tera bêjim. zanistîyê bigre heya, mûsîkê, jiyana civakî bigre heya têkilîyên kesanî, qur'an bi ayetên xwe ve tev li her tiştî dibe. ezê çawa wêneyekî çê bikim? ezê çawa li ser laşê mirovekî xebatên zanistî bikim? ezê çawa mûsîka xwe îcra bikim? ezê çawa heval û hogir û hezkiriyê xwe têkilîyê bikim? ezê çawa jiyana xwe ya civakî berdewam bikim? û hwd. qur'an bi ayetên xwe û sinet û hedîsan ve tev li hemû van tiştan dibe. civakên ku qeîdeyên bi vî avayî va hatine girêdan mehkûmê paşdemayînê ye. divê mirov hemû di mijarên girîng de azad be. azadî tunebe, pêşdeçûyîn jî tuneye... |
|
18.06.2014 17:48 |
nazim tolhildan
|
20. li kurdistanê şîdeta li ser jinan heye lê ji bo çi ev heye? du sedemên vê yekê hene. ya yekê ola îslamê ye ya duda jî bindestî ye. dema gelek bindest be, serdestê wê naxwaze jiyana wî gelî xweş be û di refahê de be. ji ber vê nahêle ti fikrên nû têkeve hîşê wî gelî. ev jî bi astengkirina qenalên guherînê pêk tê. ev bindestî bi saya rêberatî hêdî hêdî ji holê radibe û gel bixwe xwe dikare bifikire êdî. lê dîsa jî bandoreke mezin a serdestê vî gelî heye û nahêle bilez ji holê rabe û gel zûzûka xwe nû bike. ger rêberatî bixwasta bi olî nêzî meseleyê bibe, kurd nedigihaştin vê astê. (ji ber ku ji sedî nodê kurdan misilman in, dikaribûya wiha nêz bibûya. lê wî jî dizanîbû ewê bi wî awayî nikaribûya kurdan xelas bike û wan nû bike). îcar em werin vê pirsê: rewşa gelê kurd ê bindest ji bo çi wisa bû? kurd misilman in û li gor zagonên kuranê dijiyan. ji ber hindê jixwe di jiyana kurdan de bindestiya jinan û serdestiya mêran hebû. |
|
18.06.2014 17:59 |
mergehez
|
tirşik forûm [1] |
|
wunken [1] |
|
bugs bunny [1] |
|
xwarzî [1] |
|
nivîskarên tirşikê çima nanivîsin an jî li ku ne? [5] |