42. duh êvarê tev li civîna bîneya ku ofîsa min tê de ye bûm. ji bo bîneyê gelek tişt hatin niqas kirin. yek ji wan mijaran jî mehaniya dergevan bû. dergewan rebenekî kurd e. di bînê de 24 heb ofîs hene û dergevan serê her ofîsekê 60 tl distîne. yanê mehaniya wî dibe 1440 tl. lê di civînê de yek ji xwedanê ofîsekê pêşniyar kir ku mehaniya dergevan li serê her ofîsekê bibe 40 tl. yanê got bila tevahî mehaniya wî bibe 960 tl. mirovê ku ev pêşniyar kir yekî azerî û mhp'yî bû. ez ji pêşniyara wî pir aciz bûm û min qebûl nekir. ji ber ku 960 tl pir kêm e. xêncî wê, min ferq kir ku mêrik pêşniyara xwe bi helwesteke nijadperestî ve kir, ji ber ku dergevan kurd e. lê ya agir berî min da pêşniyara wî nîn bû. piraniya xwedanê ofîsan kurd bûn, lê mixabin bi rayên wan ve pêşniyar hate qebûl kirin. hah vê yekê agir berî min da û hiş ji serê min çû. kurd çima ev qas bêbex in. lê piştî ku civîn qediya min qazî dergevan kir û got "dile xwe fireh bike û netirse, geva ku mehaniya te kêm bikin ezê jî vê bînê bişewitînim". |
|
21.05.2016 11:03 |
nazim tolhildan
|
43. rojnîvîska minî mayînde ev çi roje tu li xwe dikî bar te hê negotiye çibû çi qewimî ez dest pêkim wekî hergav şeveqê bavê min min rakir limêja sibehê got rabe tu wekî kerekîyî tu betalî kar û îşekî jî tune tu çima limêj nakî tabî min jî bi nîv dezmêj û bê fathakî û bê eşhed.. xwedê qebûl neke belî eks nîne* di peyde razam rabûm seet bû 10 xurînî kir.. mêvanê me yên ji malê hebûn herdû xuşkê min hatibûn kete behsa behs hate ser masîya a rastî min bi nevsa xwe nikarîbû min got ezê herim masîya bînim emê wan sorkin.. min berê xwe da ber erasê ez çûm cîhê mehsîya a ku min dît masîyê ez dixwazim qediyane lê min got piştî ez hatime divê ez bê masî neçim min dît li derek din masiyê bi navê sazan û ez masîya pir naznakim yê din dibe jêre bibêjin bersor bi kurtasî masîyê malabadê herwiha min her yekê du kîlo kîloya wan hima bibêjin belaş yek 2,5tl yek pênc ecêb!.. jiber erzan bûn min got masî yê te ne genîne.. binihêre diya min mirtive ewê masîya cardin ji tera weyne * werhasil1 neh deh telaqa avêt got ez heroj livirim.. jiber lehd bû masîya paqijnekir an kesên paqijdikin îro betlana wan bû ez hatim diya min qiyametê rakir got ev çi masîyê ne şûştîne.. tabî mafdarin hergav min şûştî dihanî ewjî jixwe nexweşokin û karê wan jî hene.. xuşkê min jî her yekê du heb sê heb zarokên ne jiwan hene(tu dibê jî qey agirê semewatêne) ji riyê wande wan jî nikaribû masîya paqij kin.. herê welleh ev masî tev di sityê minda man inca karê min tune pûlê sazana jêkim û wan bi qelêşim û wan meqeskim paqijkim* werwasil2 rojnivîska min a tev |
|
23.05.2016 01:14 |
shorbevan
|
44. Min îro rêwîtîyeke zehv xweş û ecêb kir. Saet 18:00 an de piqava amedê siwar bûm û min Berê xwe da amedê.. |
|
11.06.2016 00:09 ~00:12 |
bûtîmar
|
45. dema li wargeha zanîngehê dimam, rojekê civata me û hevalan germ bûbû. weke klasîkek, me dinyayê xelas dikir. dêmek me dengê xwe gelek bilind kiribû ku xwediyê kantînê ku 5-6 metre li dûrî me bi tenê rûdiniya gazî me kir û got "xortno, ew tiştên ku hûn dibêjin encax ger sosyalîzm çêbe, dikarin biqewimin" |
|
21.06.2016 22:04 |
simurg56
|
46. Dîsa rêwîtî û xeyalên xemilî yên cur bi cur.. |
|
22.06.2016 08:19 ~17:27 |
bûtîmar
|
47. |
|
30.06.2016 21:50 |
azad30
|
48. piştî 15.07.2016 darbeya leşkerî ya tirkiyê, hêviyên min yên di derbarê kurdistana bakur de, çilmisîn. hêviya min ji gelê kurd heye, ez dizanim wê dev ji berxwedanê bernedin lê ji tirkan ne bawer im. êdî wer xuya dike ku wê her ku diçe paşverûtir bibin û wehştir bibin, di nav sîstemek wisa de berxwedan dijwartir e. bi gelê tirk ve, wê gelê kurd berê xwe ji şaristaniyek hemdem bizivirîne. |
|
16.07.2016 23:11 |
simurg56
|
49. ji duh ve hedara min nayê, natebitim, li ser haleke xerîb im, diçim û têm. |
|
16.07.2016 23:23 ~23:26 |
endazer
|
50. roj û rojnivîska ku ji nûve hêviyan li xwe zîl da piştî vê derbeyê, di dilê minde derbas dibe ewê tiştên xweş bibin.. min îroj jî bi te da dîtin wehşîbûna tirka, te jî dît newsa rojnivîsk çewa pkkê bi bîr dihanîn, digotin pkkê wisa li leşker û polîsan nekir.. lê roj nivîsk Xwedê meriv rezîl bike wihaye, êdî ewê dewlet newêribe bi pkkêre dirêj bike.., ewê leşker timî li hember derên kes jiwan naxwaze xwe li cihê bereday bide kuştin êdî dibêjin bese an ewê kîngê hebe bibêjin, ev serketina pkkêye jî.. bi ya rojnivîskê wê wekî berê ne dome psîkolojîya wan jî wekî a rojnivîskê bûye shorbe .. |
|
16.07.2016 23:36 |
shorbevan
|
51. rojnivîska min û xwe ya îro akpyîyan ji nêvzde naskiriye ez cardin bejna teva liber te di tewînim û tiştê te dît ka li rûpela tirşikê jî barkim, herê roj nivîsk xwendno min îro hinek tîşortên Wêneyê erdogan li serê bûn min got ez bibim qada bağcılar'ê bifiroşim herwiha min bir pot li erdê raxist got werinn tîşortaa! 10tl- 5tl tunebe canê we saxbe, du sal garantî... min qirka xwe qelaşt law evan kurê kerêyan kî diçe tê dipirse dibêje belaşe? hînî miqarneyên belaş bûne * ji wan şitrê qey deweta diya wane hertişt belaşe.. yê tê dilê wî heye Bistîne lê tirşikçî wekî hûn zanin tîşort li gorî bedena wan tunene *, yên jin tên bi çarşef.. tîşortên milqol lixwe nakin divê min ji wanre li ser çarşefê çêbikira.. * ez ecêb mam zabita dihatin nedihiştin ez bifiroşim 4 çar cara berî min dan tabî ez rûşûştîme * min ber xweda camêrek min dît got bifiroşe ezê telefonî serokê şaredariyê bikim camêr telefon kir serokê şaredariyê got qedexeye nehiştin gotin em cardin te bibînin emê derbeyê li tîşortên te bikin dest bidin serê.. ez çûm derek din qaskî ma dîsa hatin min tîşortan berhevnekir min got ez belaş didim milletê got na gere tu ji vir herî.. min got dest didin ser tîşorta bidin serê min wisa got wan jî riya xwe nedîtin wan tîşorta newêribûn bivin werhasil Mehmet metiner hat ewtiya, ziriya, reyiya.. ez jî êdî hatim.. werhasil min got belî weka li geziyê xweş bi firoşim nebû tabî min 2 seetande 300 tl karkir.. lê li geziyê rojê 4000 tl ji tîşortên bi nivîsên everyday i am çapûling kardikir.. Rojnivîsk çavê xwe bû şahedê akpyî tev yên xwarinê, yên belaşî û menfaetêne.. |
|
17.07.2016 23:51 |
shorbevan
|
52. îro ji ber çavên xwe hindik mabû serê min bikeve belayê. |
|
13.08.2016 00:15 |
endazer
|
53. îro di rê de pêrgî hevalekî hatim, li cem wî jî hevaleka wÎ hebû, çawa ez dîtim go ez te nas dikim, min go ji kû? go qey tu ne hevalê filankesî yÎ, behsa hevala min a pêşiya niha 7 salan. |
|
20.08.2016 01:00 |
endazer
|
54. îro li ofîsa ku carinan ji bo wan projeyên mekanîkê çêdikim min xanimek nas kir, bi tesadûfî mijar li ser tirşikê vebî, dema diştexilî û dor dihat ser bilêvkirina dengê k xanimê du sê caran dengê xwe di dilê xwe de necerribandibûya min hîç ihtimal nedida ku kurd e û bi kurdî dizane. ez dirêj nekim, piştî behsa çend çend nivîskarên wekê simurg56, elegez, ceso.. kir go yekî bi navê endazer heye, tu yê bêjî qey ji bo dewletê dişixule, hemû karê xwe kiriye reşkirina partiyê ;) |
|
27.08.2016 00:05 |
endazer
|
55. rojnivîska endazer tê de nivîsî. |
|
27.08.2016 09:04 |
mijdar
|
56. îro di twitterê de peyamek hat ji minre yek kurd bû û got min hesaba xwe bigire kero... |
|
28.08.2016 11:56 |
mijdar
|
57. pêşniyar ji bo mijdar: |
|
28.08.2016 12:20 ~12:20 |
simurg56
|
58. Spas simurg56 , tiştê té gotî min ne kirîye ,min hesabê twitterê girt divê 30 roja ez nekevim twitterê. |
|
28.08.2016 13:46 |
mijdar
|
zwilling [1] |
|
epîdîdîmît [1] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
tirşik forûm [1] |
|
03/05/2024 serdana waliyê hewlêrê omîd xoşnav bo şaredariyên bakurî [2] |